Avesta 1: Gāthā’yên Zarathuštra’ çap bû

Avesta 1: Gāthā’yên Zarathuštra’ çap bû

·Nûçe ·Edîtor

DUVAR – Îndo-cermenîst, îndo-îranolog, avestolog û kurdolog Beyhanî Şahîn piştî 31 salan beşek ji vekolînên xwa yên li ser Avestayê ji bo çapê amade kir. Weşanxaneya Nayê jî cîlda yekem ‘Avesta 1: Gāthā’yên Zarathuštra’ çap kir.

Şahîn, cîlda yekem diyariyê Evdalê Zeynikê kir û dixwaze her cîldekê diyariyê dengbêjekî kurd bike. Beyhanî Şahîn ji bo xebata xwe wiha got: ”Jixwe Zarathushtra bi xwe manthrayê (dengbêjê) destpêkê bûye, loma jî em hêvîne ku ew pireya poetîk ya destpêkê dîsa bikaribe bigêhije xwadiyên xwa yên îro, dengbêjan”

Weşanxaneya Nayê û nivîskar Şahîn dixwazin cara yekem li Kurdistanê bingeha ‘avestoloji’yê li ser bingeheke zimannasiyî bi awayekî akademîk daynîn. Şahîn got ku her çiqas li Kurdistanê çend wergerên Avesta û Gāthāyan hatibe çap kirin jî, ti muhteveyeke wan ya zmannasiyî û akademîk tune. Ew werger wekî hewldanên ezoterîk in.

Cîlda yekem ji 3 beşan pêk tê:

– Destnivîsên orîjîn yên Gāthāyan, ku di sala 1323yan da hatine nivîsîn ango kopye kirin, wekî wêne di cîlda yekem da yek bi yek hatine bicîkirin.

– Di beşa duyem da îcarê tevahiya Gāthāyan bi fonda Avestî hatiye nivîsîn.

– Di beşa sêyem da hemî Gāthāyên Zarathushtra yek bi yek hatine trenskrîpte kirin, bi tevî nîşeyên zimanî yên girîng.

gazeteduvar.com.tr/avesta-1-gathayen-zarathustra-cap-bu-haber-1541629Gazete Duvar 12 Kasım 2021gazeteduvar.com.tr

Leave a Reply