Helbestên Sohrab Sepehrî êdî bi kurdî ne jî

Helbestên Sohrab Sepehrî êdî bi kurdî ne jî

·Nûçe ·revebir

Diyarname

Weşanên Na helbestên hostayê helbestê yê îranî Sohrab Sepehrî bi wergera Muhsîn Ozdemîr derxist. Ji 8 pirtûkên wî helbest hatine wergerandin.

Sohrap Sepehrî li gundê Kaşanê ya Îsfehanê roja 7’ê kewçêra 1928’an hatiye dinê. Ew helbestvan, nivîskar û wênesaz e. Di nav helbesta nûjen a Îranê de yek ji yên herî girîng tê hesibandin. Helbestên wî ji bo îngilîzî, fransizî, spanyolî, îtalî hatine wergerandin û niha bi kurdî jî li ber destên xwendevanan in. Muhsîn Ozdemîr ku di nav wergera kurdî de xwedî kedek muhîm û cihek muhîm, helbestvanekî muhîm aniye ber deriyê helbesta kurdî.

Pirtûk bi navê “Sohrab Sepehrî – Hemû Helbest” hatiye weşandin. Pirtûk ji helbestên 8 pirtûkên wî pêk tê. Ew di helbestan de li ser însan û qedera însan difikire. Wergêrê pirtûkê Mehsîn Ozdemîr li ser helbesta Sepehrî wisa gotiye, “Di her temenî de bi bêhnekê tê xwendin. Di helbestên wî de xwezayeke veşartî heye, ku ev xweza, bi formeke zirav û zelalî hatiye hûnandin.”

Sînemaya Îranê jî ji helbestên wî sûde girtiye. Yek ji derhênerên navdar ê Îranê Abbas Kîarostanî di fîlmê xwe “Mala dostî li ku ye” de sûde ji wî girtiye.

Helebestvanê navdar roja 21’ê avrêla 1980 de li Tehranê wefat dike.

Ji pirtûkê helbestek:

DILWAS

Cîhan bi xewê ketiye

Tirsêderî bi ser her dillêdanê her bangê de girtiye

Her ku weku min bi ser xwe de 

Di vê xilwetê de ku neqşa dilxweşiyê tune

Û di guhê dîwarê wê de min dipispisand

Di nav van hemûyan de

Qey çi rengan vedişêre hîleya jiyanê

Şev ji tirsê bargiran e

Cîhan bib xewê ketiye

Û ez di dilwasiya xwe de hişyar

Çi teşeyek din radixe hîleya jiyînê

Li vê xelweta ku matmayîn bi dîwêr ve zeliqiye

– Sohrab Sepehrî – Hemû Helbest / Wergera ji bo kurdî: Muhsîn Ozdemîr / Weşanên Na / Helbest / 312 rûpel / 2020  https://diyarname.com/news.php?Idx=51132

Leave a Reply