Çîroka Duyemîn ‘’TÎBÛN’’
Çîroka ‘’Tîbûn’’ê ,bi gomê Psîkanalîzmê û Surealîzmê qûça xwe bilin dike,çîrok îd’ê, ego’yê û superego’yê di xwe de dihewîne: Îd, hêla mirov ya heywanî ye, tim tî ye û dixwaze(Herçiqas têgeha ‘’îd’’ê Freûd ji Groddeck girtibe jî talî ev têgeh sedema modernîzmê ye ev tê wê wateyê ku ev çîrok ,çîrokek modern dixuye,jiber ku Nietszche û Freûd li ser têgeha îd’ê pirr rawestiyaye û hema hema têgeha wan î herî sereke ye.) , lê bi xêra bêjinga ego’yê hebikekî hemû xwestekên îd’ê tên asêkirin,belam superego berovajî ‘’îd’’ê ye, ew jî heywanek e,lê ajalek e bi exleq e.welhasil bi xêra ego’yê ne îd û ne superego dikare nigê xwe ji nav livînê xwe zêde dirêj bikin yanê pîvana herduya jî ego’ye ango ez’a mirov e.Ego, hêla mirov ya şiyar e, ger ne ji ego’yê be herkesê hevdu bixwin,tu ferqa wan û însanên primîtîf ew ê nemînin(Di vir de jî hevoka Kant tê bîra mere ew dibêje ferqek di navbera me û heywên de heye ev jî aqil e.)…hwd ,welhasil em werin çîrokê: Çîrok li ser hîmê der-hişiyê û exlaqê hatiye honandin.Ji navê çîrokê jî diyar e ku çîrok ji der-jêr-hişiyê welidiye.’’Tîbûn’’ têgeheke bîyolojîk e,lê gelek celebên tîbûnê hene, mînakin ;tîbûna avê,xwendinê,deshilatdariyê,azadbûnê,qesasiyê,takekesiyê û zayendiyê ….hwd ,lê çîroka me kevirê qûça xwe li ser bena zayendiyê honandiye.Çîrok bi hatina serlehenga me dest pêdike.Bûyer di hundirê polê de derbas dibe gava ku serlehenga me Dîlber dikeve hundirê polê hertişt diyar dibe bi tenê pirsa ‘tîbûnê’’ herkes tazî dibe,ji mamoste bigre heta xwendevanan giştik weke qazaxekî benê wî verişe giştik veridişin,heta serlehenga me Dîlber ango mêvana polê bixwe jî dibişkive.Gava ku mamoste ji xwendekaran dibêje herkes li ser têgeha ‘’Tîbûnê’’ tiştekî binivîsîne,hêdî hêdî werîsê ku hişk girêdayî tê verişandin.Ango der-jêr-hişiya hemûyan derdikeve ser rûyê avê. Xwendevanên polê: Kemal: Ji ber ku zewiciye nikare tîbûna xwe bişikine, ger nezewicibûya ew ê ‘’ îd’a xwe derxista ser sifrê, zewaca wî ego’ya wî bixwe ye. Di vir de a ku wî asteng dike ango pîvan Zewac e= Ego’ye, yanê ego nahêle. Rêzan: Di hevoka xwe de têgehên ‘’Çol û Pesar’’ bikaraniye ev jî tîbûna der-jêr-hişiya wî derdixe holê, jixwe ev têgehanan jibirçîbûnê ango ji tîbûnekê dizên.Çol û Pesar’’ îd’’a wî ye. Di vir de ÎD=Çol û Pesar e. Ahmed:Di hevoka xwe de ax û av bikaraniye, hewcedariya ax’ê ji av’ê heye û talî dîsa ev hevok ji binhiş re xwe bera ser sifirê dide. Demhat:’’Tîbûn û birçîbûn,rêbazeke terbiyekirina giyan e:lê êdî ez dixwazim rojiya xwe û terbiya xwe di binê kabokên wê de bişkînim.’’(r,8) Ev hevok bin(jêr)-der-hiş(iya) nivîskar bixwe ye bi saya leheng xwe , xweveşartiye ango ketiye ruhê lehengê xwe.Leheng xwe nagire êdî û bi ‘’Îd’a xwe tevdilive heta niha deriyê superego’yê ew astenkiribû, lê talî ‘’îd’’ ê , bazda ser superego’yê.
Mamoste:’’ Jixwe kî tî be serî li min dide.’’ Dîlber: ‘Ez tî me…mamoste tî ye….şagirt tî ne….’’(r,8) Werdixuye ku hemû sazîyê me jî bo zayendiyê cihekî taybet digirin,bê çiqas em birçî û tî nin,jiber ku Berfo Barî yekî kurd-îstanî ye, yekî ji welatê xwe dûr e,yekî bindest e,talî bindestbûn tiştekî sosyolojîk e, jiber vê yekê jî çîrokên wî ji qelemek bindest dizê ango ji ber bindestiyê qelema wî bindestî veguheriye şûrqelemekê.yanê deshilatdarî dîrok, civak, malbat ,derdora mirov û pergal bandorek herî mezin dide bin cengê mere û çîrokên mere jî li gor wê derûniyê diwelidin.Bikurtasî çîrok hem sosyolojîk e û hem jî psîkanalîtîk e. Jixwe ji hevokên Dîlberê û mamoste xuya dike ku herkes tî ye?Gelo esasê wê tîbûnê ji ku tê ? Gelo tîbûn tenê di miletê bindeste wenî serdest e, miletê bindest bi çavekî Xwedayî li zayendiyê dinêrin ,lê belê zayendî tiştekî bîyolojîk e, gelo li welatê pêşketî ango li welatê modern jî wisa sexsuwalîte bi awayekî Xwedayî ye an na?helbet bersiva van tiştan heye,lê civaka bindest ango miletê bindest gelek celebên erojenytiyê di xwe de dihewinin.Nivîskar serê xwe gelekî bi çîrokê êşandiye,gelekî çavderî kiriye û çavderiya xwe veguherandiye psîkanalîzmê
Çorê Arda -28.02.2015
