Close Menu
  • Destpêk
  • Pirtûk
  • Kovar
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Şirove
  • Giştî
  • Firoşgeh
  • Türkçe
Facebook X (Twitter) Instagram
NA Blog
  • Destpêk
  • Pirtûk
  • Kovar
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Şirove
  • Giştî
  • Firoşgeh
  • Türkçe
Facebook X (Twitter) Instagram
NA Blog
Home»Pirtûk»Romannivîs û çîroknivîsa Kurd a ji Rojavayê Kurdistanê Nûjîn Qido berhemeke nû ya komeçîrokan bi navê “Sê Rojên Mê” çap kir.
Pirtûk

Romannivîs û çîroknivîsa Kurd a ji Rojavayê Kurdistanê Nûjîn Qido berhemeke nû ya komeçîrokan bi navê “Sê Rojên Mê” çap kir.

EdîtorBy Edîtor10 Îlon, 2023Bêşirove2 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Navenda Nûçeyan (K24) – Romannivîs û çîroknivîsa Kurd a ji Rojavayê Kurdistanê Nûjîn Qido berhemeke nû ya komeçîrokan bi navê “Sê Rojên Mê” çap kir.

“Sê Rojên Mê” berhema yekem a nivîskar Nûjîn Qido ya bi zimanê Kurdî ye, ji 160 rûpelan e û di nava rûpelên xwe de bûyerên sê çîrokan hildigire. Tablo û dîzayna bergê, Mîran Ehmed daniye û ji aliyê Weşanxaneya Na ya Tirkiyê ve hatiye çapkirin.

Derbarê vê berhema xwe de nivîskar Nûjîn Qido ji K24ê re got: “Şê Rojên Mê balê dikişîne ser êş û azarên jina rojhilatî ya kurd di nava nakokiyên şer û rûxandinên mezin de dijî.”

Herwiha got: “Ev berhem xwe dispêre bûyerine rasteqîne ku di 2018’an de derbarê sê jinên bi temenên cuda de li Rojavayê Kurdistanê rû dane. Peyama berhemê ew e, ku neheqiyên civakê yên li hember jinê bi hemû alavan tên kirin, tîne ziman.”

Nûjîn Qido got jî: “Berhema min ya nû, hûrgilîyên jiyana her jinekê cuda pêşkêş dike, çi ji bîr û ramanan, ta xem û tirsên wan di dema şer de. Çîrokên ku rastiya jiyana rojane û metirsiyên li ser kesayetê û jîngehê rave dikin, vedibêje.”

Nûjîn Qido nivîskareke ciwan a ji bajarê Efrînê ye. Wê wêjeya Erebî li zanîngeha Helebê xwendiye, lê ji ber şert û mercên şer xwendina xwe neqedandiye. Nûjînê piştî dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve di Adara 2018an de, di dawiya sala 2019an de koçî Ewropa kir û niha li Almanyayê dimîne.

Sê Rojên Mê, berhema Nûjîn Qido ya yekem a bi Kurdî ye. Wê pêştir di sala 2021ê de Romana “Çiqlek Li Ser Milê Leylanê” bi erebî derxistibû.

Çavkanî

çÎrok Nûjîn Qido Sê rojên mê weşanên na
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Edîtor
  • Website
  • Facebook
  • X (Twitter)
  • Pinterest
  • Instagram

Related Posts

Ji Weşanxaneya Na: Du Pirtûkên Nû Derketin

27 Tîrmeh, 2025

‘Landayî Helbest û Stranên Jinên Peştonî’ bi kurdî hat weşandin

27 Tîrmeh, 2025

Şahesera Peter Handke ‘Kaspar’ êdî bi Kurdî ye

20 Tîrmeh, 2025
Leave A Reply Cancel Reply

Lêgerîn
Arşîv
  • Tîrmeh 2025
  • Rêbendan 2024
  • Sermawêz 2023
  • Cotmeh 2023
  • Îlon 2023
  • Tebax 2023
  • Tîrmeh 2023
  • Hezîran 2023
  • Gulan 2023
  • Nîsan 2023
  • Adar 2023
  • Sibat 2023
  • Rêbendan 2023
  • Cotmeh 2022
  • Tebax 2022
  • Tîrmeh 2022
  • Hezîran 2022
  • Gulan 2022
  • Nîsan 2022
  • Adar 2022
  • Sibat 2022
  • Rêbendan 2022
  • Hezîran 2021
  • Sermawêz 2021
  • Cotmeh 2021
  • Tîrmeh 2021
  • Hezîran 2021
Beş
  • Giştî
  • Gotar
  • Hevpeyvîn
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Pirtûk
  • Rexne
  • Şirove
  • Video
Diyarker
  • Têkeve
  • Şanderêza Şandîyan
  • Şandereza şiroveyan
  • WordPress.org
Facebook X (Twitter) Instagram Pinterest
  • Destpêk
  • Pirtûk
  • Kovar
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Şirove
  • Giştî
  • Firoşgeh
  • Türkçe
© 2026 ThemeSphere. Designed by ThemeSphere.

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.