Close Menu
  • Destpêk
  • Pirtûk
  • Kovar
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Şirove
  • Giştî
  • Firoşgeh
  • Türkçe
Facebook X (Twitter) Instagram
NA Blog
  • Destpêk
  • Pirtûk
  • Kovar
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Şirove
  • Giştî
  • Firoşgeh
  • Türkçe
Facebook X (Twitter) Instagram
NA Blog
Home»Nûçe»Ji ‘Gotinên Pêşiyan’ çapa nû: Divê em li gotinên pêşiyan xwedî derkevin
Nûçe

Ji ‘Gotinên Pêşiyan’ çapa nû: Divê em li gotinên pêşiyan xwedî derkevin

Çapa 3yan a pirtûka 'Gotinên Pêşiyan' derket. Di pirtûka ku ji aliyê Abdurrahman Aydogdû ve hatiye amadekirin de, 4 hezar û 500 gotinên pêşiyan hene. Aydogdû da zanîn ku “Divê em li van gotinên xwe yên pêşiyan xwedî derkevin û nehêlin bi kal û pîrên me re bi ax bibin.”
EdîtorBy Edîtor20 Tîrmeh, 2021Updated:20 Tîrmeh, 2021Bêşirove3 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

DUVAR – Weşanxaneya Na’yê çapa 3yan a pirtûka ‘Gotinên Pêşiyan’ çap kir. Pirtûka ‘Gotinên Pêşiyan’ ji aliyê Abdurrahman Aydogdû ve hatiye amadekirin û ji 200 rûpelî pêk tê. Di pirtûkê de bi giştî 4 hezar û 500 gotinên pêşiyan hene.

‘GOTINÊN PÊŞIYAN GENCÎNEYEKE KURDAN E’

Aydogdû dibêje ku gotinên pêşiyan gencîneyeke kurdan e. Naxwazim van gotinên me bi kal û pîrên me re bianx bibin. Loma jî min xebateke bi vî rengî kir. Heger gotinên me yên pêşiyan ango gencîneya me dernekevin li ser rûyê erdê, em jê sûd negirin û pêşkeşî nifşên nû nekin, dê ev xezîneya me jî bi kal û pîrên me re bimirin. Divê em li van gotinên xwe yên pêşiyan xwedî derkevin û nehêlin bi kal û pîrên me re bi ax bibin

‘DEMA MERIV TIŞTEKÎ HEZ DIKE…’

Pirtûka Aydogdû a bi navê ‘Gotinên Pêşiyan’ cara pêşî bi 3 hezar 500 gotinên pêşiyan ve çap dibe. Piştî pirtûk çap dibe Aydogdû dîsa dest bi lêkolînê dike û herî dawî 4 hezar 500 gotinên pêşîyan berhev dike. Aydogdû ji bo xebata xwe wiha dibêje; “Dema mirov ji tiştekî hez dike ev hezkirin bi xwe jî dilê mirov derdikeve. Ya min jî; min ji gotinên pêşiyan pir hez dikir û dixwest xwe hînî gotinên pêşiyan bikim ji ber vê jî dema min gotineke pêşiyan ya nû dibihîst min li ba xwe dinivîsand û jiber dikir qasî ji dest min de dihat min ev gotin bikardianî. Lê piştî çend salan şunde min dît gotinên ku di destê min de, ya ku min li ba xwe nivîsîne hezar gotin derbaskirî ye. Ev dem min biryar da ku ez jî li ser gotinên pêşiyan bixebitim.

Piştî biryarê ez ketim şopa gotinên pêşiyan. Kê ji min re çi digot min li ba xwe dinivîsand pîştî du salan şunda min 3 hezar 500 gotinên pêşiyan berhev kir û wek pirtûkekê çap kir. Di çapa me ya yekem de me gotinên pêşiyan wek alfabeyê ji A yê dest pê kir heta Z yê rêz kir. Her çiqas ev pirtûka min ya yekem bû jî bala gelek kesan kişand û hate xwendin. Li ber vê rewşê jî ez gelekî kêfxweş bûm û min piştî pirtûk çap bû şunda jî lêkolîna xwe dewam kir. Herî dawî ji bo çapa 3yem 4 hezar 500 gotinên pêşiyan berhev bû û me pirtûka xwe çap kir. Îcar di vê çapê de jî me dîsa gotinên xwe li gor alfabeyê rêz kir lê vê carê jî me hinekî ji bo xwendina pirtûkê hêsantir bibe me gotina pêşî ya serê tîpê di rûpelekê de mezin nivîsî û di nav yên din de jî hinek valahî hişt da ku di xwendina pirtûkê de çavê mirov neêşe.” (HABER MERKEZİ)

Gazete Duvar https://www.gazeteduvar.com.tr/ji-gotinen-pesiyan-capa-nu-dive-em-li-gotinen-pesiyan-xwedi-derkevin-haber-1505604

 

abdurrahman aydoğdu gotinên pêşiyan
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Edîtor
  • Website
  • Facebook
  • X (Twitter)
  • Pinterest
  • Instagram

Related Posts

Ji Weşanxaneya Na: Du Pirtûkên Nû Derketin

27 Tîrmeh, 2025

‘Landayî Helbest û Stranên Jinên Peştonî’ bi kurdî hat weşandin

27 Tîrmeh, 2025

Şahesera Peter Handke ‘Kaspar’ êdî bi Kurdî ye

20 Tîrmeh, 2025
Leave A Reply Cancel Reply

Lêgerîn
Arşîv
  • Tîrmeh 2025
  • Rêbendan 2024
  • Sermawêz 2023
  • Cotmeh 2023
  • Îlon 2023
  • Tebax 2023
  • Tîrmeh 2023
  • Hezîran 2023
  • Gulan 2023
  • Nîsan 2023
  • Adar 2023
  • Sibat 2023
  • Rêbendan 2023
  • Cotmeh 2022
  • Tebax 2022
  • Tîrmeh 2022
  • Hezîran 2022
  • Gulan 2022
  • Nîsan 2022
  • Adar 2022
  • Sibat 2022
  • Rêbendan 2022
  • Hezîran 2021
  • Sermawêz 2021
  • Cotmeh 2021
  • Tîrmeh 2021
  • Hezîran 2021
Beş
  • Giştî
  • Gotar
  • Hevpeyvîn
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Pirtûk
  • Rexne
  • Şirove
  • Video
Diyarker
  • Têkeve
  • Şanderêza Şandîyan
  • Şandereza şiroveyan
  • WordPress.org
Facebook X (Twitter) Instagram Pinterest
  • Destpêk
  • Pirtûk
  • Kovar
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Şirove
  • Giştî
  • Firoşgeh
  • Türkçe
© 2026 ThemeSphere. Designed by ThemeSphere.

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.