Close Menu
  • Destpêk
  • Pirtûk
  • Kovar
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Şirove
  • Giştî
  • Firoşgeh
  • Türkçe
Facebook X (Twitter) Instagram
NA Blog
  • Destpêk
  • Pirtûk
  • Kovar
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Şirove
  • Giştî
  • Firoşgeh
  • Türkçe
Facebook X (Twitter) Instagram
NA Blog
Home»Nûçe»‘Landayî Helbest û Stranên Jinên Peştonî’ bi kurdî hat weşandin
Nûçe

‘Landayî Helbest û Stranên Jinên Peştonî’ bi kurdî hat weşandin

EdîtorBy Edîtor27 Tîrmeh, 2025Bêşirove3 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email
  • Dîrok: 26/07/2025
  • Beş: Berhem

Diyarname
Pirtûkek helbestan ji helbestên cîhanê ji bo kurdî hat wergerandin, “Landayî Helbest û Stranên Jinên Peştonî”. Pirtûk ji aliyê Salih Bozan ve bo kurdî hatiye wergerandin û ji Weşanên Na derketiye.
Li ser pirsa “Çima we xwest van helbestên landayî wergerînin zimanê kurdî û lêkolinan li ser bikin?” werger wisa gotiye, “Sedema pêşî, jinên ev helbest nivîsîne nexwende ne; li ser jiyana xwe û hinek dozên civakî nivîsîne. Sedema duyan, landayî di kelepora gelêrî ya cihanî de cureyeke helbestan a taybet e. Sedema sêyan, di navbera van helbestan û helbestên jinên kurdan de hevbeşiyek heye; ango dê civaka kurdî were ber çavên kurdan dema van helbestan bixwîne. Bi taybetî rewşa jina kurd di civaka êlî ya kurdî de nîşan didin.”
Navê van helbestan bi zimanê ûrduyî ”Landayî” ye. Ev peyv bi kurdî tê wateya kurt, ango kurtehelbest. Feylosof û nivîskarê Efxanî Dr. Seyîd Beho Dîn Mecrûh (1928-1988) dibêje: “Jinê peştonî ev helbest di nav xwe de diaferandin, distiran û bazdidan. Ew du xêzên serbixwe ne li ser mijarekê ne.”
Fermo çend landayî:

Xwedayê min
nehêle jinek li penaberîyê bimire
gava cankêşiya xwe ya dawîn bikişîne
dê navê te ji bîr bike
ji ber ku wê çaxê xeynî warê xwe
li tiştekî din narame.

***

Birayên min
desmalên xwe wekî piştanan girêbidin
tifingan rakin û herin meydana çewşenê.

***
Li ser zemîna welatê min
çêjeya xwîna şehîdan wekî gulîlkên nîsanê ne
ji bihara azadiyê re.
Jê hez dikim jê hez dikim
venaşêrim mendel nakim
heta ku bi kêran şanikên min
yek bi yek hilkişînin.

***
Ger tu bi evîna min dîn nebî
tu şîla Lo mirovên bê dilovan,

***
hun dibînin kalek min kaşî nivînê dike
û hun dipirsin çima ez digirîm
çima pore xwe dirûçikînim.va lêvên min çêje nakî.

***

Şev e dilyarê min
pencere tarî ye
û nivîn pir in
lê xişexişa bazinên min
dê nivîna min nîşanî te bike.

***

Ewilî min di nav zendê xwe ke
bila tu yê min bî
paşê tu dikarî
xwe li hêtên min ên qedîfeyî bipêçî.

***

Lawiko, were de tu were
bila serê min qurbana serê te be
şevek ji şevên van payîzan
mêvanê sîng û berê dosta xwe be

Salih Bozan kî ye?
Wergêr Salih Bozan di sala 1951’ê de li gundê Şewitiyê ku bi bajarokê Girê Sipî ve girêdaye ji dayik bûye.  Li Yekîtiya Sovyetê, li Uneversîta Kiyêvê di sala 1978’an da mastera ekonomîyê wergirtiye. Di Mûzeya Bajarê Helebê de rêveberiya beşa hunerê kiriye. Niha li Almaniyayê penaber e.
Pirtûkên wî yên çapkirî:
1. Lawo – Kurteçîrok. Dihok 2003
2. Wergera dîwana Ebdilwehhab Beyatî “Helbestên Evînê li ser Dergehên Heftane yên Cihanê”. İstanbol 2004
3. Isra û Mihrac- Werger û lêkolîn. Hewlêr 2014
4- Maristan- Şano. 2019.
5- Gigamiş û Enkîdo – Lêkolîn. Rojava- Qamişlo 2022

– Landayî Helbest û Stranên Jinên Peştonî / Werger Salih Bozan/ Weşanên Na / 112 Rûpel /
Tirmeh 2025 / Helbest

Linka Nûçeyê: https://www.diyarname.com/news.php?Idx=63353

helbest Helbest û Stranên Jinên Peştonî Landayî Salih Bozan Werger Weşanxaneya Na
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Edîtor
  • Website
  • Facebook
  • X (Twitter)
  • Pinterest
  • Instagram

Related Posts

Ji Weşanxaneya Na: Du Pirtûkên Nû Derketin

27 Tîrmeh, 2025

Şahesera Peter Handke ‘Kaspar’ êdî bi Kurdî ye

20 Tîrmeh, 2025

10 pirtûkên Newaf Mîro bi hev re derketin

20 Tîrmeh, 2025
Leave A Reply Cancel Reply

Lêgerîn
Arşîv
  • Tîrmeh 2025
  • Rêbendan 2024
  • Sermawêz 2023
  • Cotmeh 2023
  • Îlon 2023
  • Tebax 2023
  • Tîrmeh 2023
  • Hezîran 2023
  • Gulan 2023
  • Nîsan 2023
  • Adar 2023
  • Sibat 2023
  • Rêbendan 2023
  • Cotmeh 2022
  • Tebax 2022
  • Tîrmeh 2022
  • Hezîran 2022
  • Gulan 2022
  • Nîsan 2022
  • Adar 2022
  • Sibat 2022
  • Rêbendan 2022
  • Hezîran 2021
  • Sermawêz 2021
  • Cotmeh 2021
  • Tîrmeh 2021
  • Hezîran 2021
Beş
  • Giştî
  • Gotar
  • Hevpeyvîn
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Pirtûk
  • Rexne
  • Şirove
  • Video
Diyarker
  • Têkeve
  • Şanderêza Şandîyan
  • Şandereza şiroveyan
  • WordPress.org
Facebook X (Twitter) Instagram Pinterest
  • Destpêk
  • Pirtûk
  • Kovar
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Şirove
  • Giştî
  • Firoşgeh
  • Türkçe
© 2026 ThemeSphere. Designed by ThemeSphere.

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.