Close Menu
  • Destpêk
  • Pirtûk
  • Kovar
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Şirove
  • Giştî
  • Firoşgeh
  • Türkçe
Facebook X (Twitter) Instagram
NA Blog
  • Destpêk
  • Pirtûk
  • Kovar
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Şirove
  • Giştî
  • Firoşgeh
  • Türkçe
Facebook X (Twitter) Instagram
NA Blog
Home»Nûçe»Pirtûka Zimanên Medî hat çapkirin
Nûçe

Pirtûka Zimanên Medî hat çapkirin

revebirBy revebir22 Hezîran, 2021Updated:24 Hezîran, 2021Bêşirove2 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Hewlêr (Rûdaw) – Lêkolînên di derbarê Ziman û Ferhanga Medîyan de, ji aliyê weşanxaneya “Na” ya li bajarê Izmîrê ve hate çapkirin. Xebata di derbarê şêwezar, devok,  û  zimanên ku di serdema Împaratoriya Medan de hatine bikar anîn, ji aliyê zimannas û lêkolerê Kurd Beyhanî Şahîn ve weke Pirtûk hate amadekirin.

Pirtûka Zimanên Medan, bi zimanê Almanî û bi navê “Die Sprache der Meder” hate çapkirin. Pirtûka navborî encama xebata nivîskar a 17 salan e û ji 319 rûpelan pêk tê.

Berpirsê Weşanxaneya “Na” Berfo Barî, di derbarê xebata li ser zimanên Medan de ji Rudawê re agahî dan û got  “Ev lekolîne ji du beşan pêk tê. Di beşa yekem de fonolojiya zimanên Medî û di beşa duyem da jî ferhenga zimanên Medî hatiye tomar kirin. Çarçoveya vê vekolînê bi dema zimanên Mediya kevin va hatiye sînordar kirin, digel formên xwe yên kevintir Arî û Îndo-Ewrupî.”

Berfo Barî herwiha aşkere kir ku xebata navborî  zimanên dema Mediya navîn; ji beriya mîladê 450an heta 1000 salên piştî mîladê bi xwe ve digire.

Barî di derbarê peywendiya zimanên Medî û Kurdî jî dibêje “Li gorî vegotinên Beyhanî Şahîn, bingeha hemû zimanên Medî jî Proto-Kurdî ye, û dîroka wê diçe heta 1750 salên berîya mîladê.”

Beyhanî Şahîn di xebata xwe ya bi navê “Die Sprache der Meder” (Zimanê Medan) de, behsa aliyê teknîkî yê zimanê Medan jî dike û dibêje “Di zimanên Medî de 26 dengên bingehîn, 3 vokalên dirêj û 2 dîftong hene”

Nivîskarê Pirtûkê Beyhanî Şahîn di derbarê girîngiya vê berhema dîrokî ya di Kurdolojiyê de jî dibêje “Ev lêkolîn di derbarê zimanê Medî da mîladeke û  ji bo peydakirina bingehên Kurdiyê jî gellek girîng e”.

Şewket Erkî, Rûdaw  https://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/080620217

 

Beyahnî Şahîn Die Sprache der Meder eli hesenyanî karmamiz Med romana Kurdî weşanên na ziman
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
revebir
  • Website

Related Posts

Ji Weşanxaneya Na: Du Pirtûkên Nû Derketin

27 Tîrmeh, 2025

‘Landayî Helbest û Stranên Jinên Peştonî’ bi kurdî hat weşandin

27 Tîrmeh, 2025

Şahesera Peter Handke ‘Kaspar’ êdî bi Kurdî ye

20 Tîrmeh, 2025
Leave A Reply Cancel Reply

Lêgerîn
Arşîv
  • Tîrmeh 2025
  • Rêbendan 2024
  • Sermawêz 2023
  • Cotmeh 2023
  • Îlon 2023
  • Tebax 2023
  • Tîrmeh 2023
  • Hezîran 2023
  • Gulan 2023
  • Nîsan 2023
  • Adar 2023
  • Sibat 2023
  • Rêbendan 2023
  • Cotmeh 2022
  • Tebax 2022
  • Tîrmeh 2022
  • Hezîran 2022
  • Gulan 2022
  • Nîsan 2022
  • Adar 2022
  • Sibat 2022
  • Rêbendan 2022
  • Hezîran 2021
  • Sermawêz 2021
  • Cotmeh 2021
  • Tîrmeh 2021
  • Hezîran 2021
Beş
  • Giştî
  • Gotar
  • Hevpeyvîn
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Pirtûk
  • Rexne
  • Şirove
  • Video
Diyarker
  • Têkeve
  • Şanderêza Şandîyan
  • Şandereza şiroveyan
  • WordPress.org
Facebook X (Twitter) Instagram Pinterest
  • Destpêk
  • Pirtûk
  • Kovar
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Şirove
  • Giştî
  • Firoşgeh
  • Türkçe
© 2026 ThemeSphere. Designed by ThemeSphere.

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.