Close Menu
  • Destpêk
  • Pirtûk
  • Kovar
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Şirove
  • Giştî
  • Firoşgeh
  • Türkçe
Facebook X (Twitter) Instagram
NA Blog
  • Destpêk
  • Pirtûk
  • Kovar
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Şirove
  • Giştî
  • Firoşgeh
  • Türkçe
Facebook X (Twitter) Instagram
NA Blog
Home»Nûçe»Weşanxaneya Na pirtûka Welatê Xaltan çap kir
Nûçe

Weşanxaneya Na pirtûka Welatê Xaltan çap kir

Weşanxaneya Na, pirtûkeke din a lêkolîna li ser dîrokê li wêjeya kurdî zêde kir. Weşanxaneyê, pirtûka nîviskar û êzdînas Kemal Tolan a bi navê “Danasîna Dîroka Welatê Xaltan û Zoro Axayê Êzdiyê Xaltî” weşand. Pirtûk ji 320 rûpelan pêk tê û xebateke pirralî ye. Pirtûk tev bi reng e. Hem bi karton hem jî berga bi cîld hatiye çapkirin.
EdîtorBy Edîtor26 Tîrmeh, 2021Bêşirove3 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

NAVENDA NÛÇEYAN – Weşanxaneya Na, pirtûka dîrokî ya nivîskar Kemal Tolan a bi navê “Danasîna Dîroka Welatê Xaltan û Zoro Axayê Êzdiyê Xaltî” weşand.

Weşanxaneya Na, pirtûkeke din a lêkolîna li ser dîrokê li wêjeya kurdî zêde kir. Weşanxaneyê, pirtûka nîviskar û êzdînas Kemal Tolan a bi navê “Danasîna Dîroka Welatê Xaltan û Zoro Axayê Êzdiyê Xaltî” weşand. Pirtûk ji 320 rûpelan pêk tê û xebateke pirralî ye. Pirtûk tev bi reng e. Hem bi karton hem jî berga bi cîld hatiye çapkirin.
NAVEROKA PIRTÛKÊ
Weke ku ji navê wê jî diyar e, pirtûk bi awayekî kitekitî, bi çavkaniyên nivîskî û zindî behsa dîroka welatê Xaltan dike. Xalta kê ne, ew li ku dijîn, têkiliya wan ûrartûyan heye an na, ev êla kurd a kevnar di kîjan serdemên dîrokî de tên dîtin û ew li ku belav bûne, navê wan di nav gel û xwezayê de heye an na? Di pirtûkê de ev pirs û gelek pirsên derbarê Xaltiyan de tên bersivandin. Zoro Axa kê ye? Ji ku ye? Wî koçî ku deran kiriye? Endamên malbata Zoro Axa kê ne? Ew ketine kîjan şeran? Her wiha ev kesayetê girîng bi vê pirtûkê bi her awayî tê nasandin û êdî dikeve bin qeydan.
PIRTÛK BI NEXŞE Û WÊNEYAN XEMILANDIYE
Kemal Tolan di pirtûkê de cih dide gelek wêne û nexşeyan, vegotina xwe bi van wêne û dîmenên hêja dixemilîne. Tiştekî balkêş ê din jî ew e ku Tolan 16 rûpelên dawîn ên pirtûkê bi çavkaniyên cûr bi cûr tijî kiriye. Ev jî nîşan dide ku xebata wî bi kedeke têr û tijî hatiye amadekirin.
SERPÊHATÎ Û ANEKDOT 
Di vê pirtûkê de Xerzî Xerzan û Egît Yazar bi nivîs û lêkolînên xwe piştgirî dane vê xebatê. Kemal Tolan gelek serpêhatî, stran, anekdot û bîranînên cûr bi cûr berhev kiriye û tevlî pirtûkê kiriye.
KEMAL TOLAN KÎ YE?
Kemal Tolan, di sala 1955 de li gundê Şimzê yê navçeya Qubînê ya Êlihê ji dayik bûye. Ji ber ku dema perwerdeya dibistana navîn neheqîya nenasîna êzdîyatiyê lê dibe, nikare li herêmê lîseyê bixwîne û ji neçarî derbasî navçeya Wêranşarê ya Rihayê dibe û li vir lîseyê diqedîne. Piştî bi dawîbûna lîseyê ji vir jî koçî Almanyayê dibe û heta niha jî li Almanyayê dijî. Li Almanyayê karê wergerê dike û ji bo nasandina êzdiyan gelek xebat dimêşîne. Heta niha bi “Danasîna Dîroka Welatê Xaltan û Zoro Axayê Êzdiyê Xaltî” re derbarê êzidiyan de 6 pirtûk nivîsandine.
Ajansa Mezopotamyayê  http://www.mezopotamyaajansi35.com/kr/CAND-U-HUNER/content/view/141935?fbclid=IwAR3OMM_vPHiuPKPNXp7lYBquiSpoYpUIqS2dzncOqWhHL2GVlw-MWwMWHvU
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Edîtor
  • Website
  • Facebook
  • X (Twitter)
  • Pinterest
  • Instagram

Related Posts

Ji Weşanxaneya Na: Du Pirtûkên Nû Derketin

27 Tîrmeh, 2025

‘Landayî Helbest û Stranên Jinên Peştonî’ bi kurdî hat weşandin

27 Tîrmeh, 2025

Şahesera Peter Handke ‘Kaspar’ êdî bi Kurdî ye

20 Tîrmeh, 2025
Leave A Reply Cancel Reply

Lêgerîn
Arşîv
  • Tîrmeh 2025
  • Rêbendan 2024
  • Sermawêz 2023
  • Cotmeh 2023
  • Îlon 2023
  • Tebax 2023
  • Tîrmeh 2023
  • Hezîran 2023
  • Gulan 2023
  • Nîsan 2023
  • Adar 2023
  • Sibat 2023
  • Rêbendan 2023
  • Cotmeh 2022
  • Tebax 2022
  • Tîrmeh 2022
  • Hezîran 2022
  • Gulan 2022
  • Nîsan 2022
  • Adar 2022
  • Sibat 2022
  • Rêbendan 2022
  • Hezîran 2021
  • Sermawêz 2021
  • Cotmeh 2021
  • Tîrmeh 2021
  • Hezîran 2021
Beş
  • Giştî
  • Gotar
  • Hevpeyvîn
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Pirtûk
  • Rexne
  • Şirove
  • Video
Diyarker
  • Têkeve
  • Şanderêza Şandîyan
  • Şandereza şiroveyan
  • WordPress.org
Facebook X (Twitter) Instagram Pinterest
  • Destpêk
  • Pirtûk
  • Kovar
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Şirove
  • Giştî
  • Firoşgeh
  • Türkçe
© 2026 ThemeSphere. Designed by ThemeSphere.

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.