72 bîrnebûn hejmar 81
Beyhanî Şahîn kengê û çawan dest bi nivisîna kurdî kir?
– Di destpêka salên 1990an da min bi giştî bala xwa dayî bû zmanê kurdî. Vê
mijulîya min bi vî hawî heta sala 1995an berdewam kirî bû. Paşê di sala 1995an da
min li ba Zangeha Zürichê (Swîsre), li ba Prof. Dr. George Eugene Dunkel û pêra
jî degal Prof. Dr. Michael Janda dest bi xwandina beşa “Zmannasîya Hîndî-Ewrupî
Ya Rûberîhevkirinê”, du sal paşê jî min di sala 1997an da li ba Zangeha Bernê
(Swîsre), ligel Prof. Dr. Roland Bielmeier dest bi beşa “Fîlolojiya Hîndî-Îranî’yê” kir
(Indoiranische Philologie).
Te di vê navberê de xebatên xwa yên li ser zimanê kurdî dan berdewam kirin yan na?
– Herê, ji wê gavê û pê da min ligel xwandina xwa dîsan dest bi “Bêjenasîya Zmanê
Kurdî Ya Dîrokî” jî kirî bû. Pêra pêra min dest bi berhevkirina meteryelên bingehîn yên
jibo bêjenasîya zmanê Kurdî kir. Min digel bêjeya Kurdî ya sereke dîsan peyvên ku di
zmanên din yên Hîndî-Ewrupî da pê va girêdayî bûn, yan jî heman peyîv bûn, bêyî ku
ligorî hoyên zmannasîyî zêde pê ra mijul bibim, di bin peyva Kurdî ya sereke da tomar
dikirin. Di vê navberê da di nav van bîst û şeş salên buhurî da li ba min nêzzîkî çar sed
rûpel meteryel hatî bûn ba hev. Her çendîn ev jibo min cîyê dilxwaşîyê bûyî bibe jî, lê li
hêla din jî xeternakîya ku ez van meteryelan ligorî pîvanên zmannasîyî yên akademîk di
ber çavan ra derbaz nekim, bi hêvîya ku rojekê dîsan lê vegerrim, hilo li şûna xwe bihêlim
û destê xwa nedimê jî, hee’bû. Ji piştî van salên dûr û dirêj ez careke din lê vegerrîyam û
bi wan meteryelan ra mijûl bûm. Û min mijar careke din ji nuh va di ber çavan ra derbaz
kir. Lê axir di dawîyê da, ji piştî vê pêvajoyê, di serê min da birryara lêkolîn û weşandina
ferhenga “Bêjenasîya Zmanê Kurdî Ya Dîrokî” bi temamî cîyê xwa girt.
Hevkara me Mehtab Îdelî ji bo vê hejmarê hevpeyvînek bi Beyhanê Şahîn re kiriye:
Dîtin û gotinên wî yên li ser zimanê kurdî pirsiye. Ji ber vê yekê jî me destkarî di gotin
û zimanê Beyhanê Şahîn de nekirye. Bersivên wî çawa bûne, me jî weng weşandiye.
Red.
“Hemû zmanên Kurdî ji Proto-Kurdî
tên û Proto-Kurdî 3770 salî ye”
Hevpeyvîn: Mehtab Îdelî
bîrnebûn hejmar 81 73
Tu dikarî ji me ra hindekî behsa naveroka ferhenga “Bêjenasîya Zmanê Kurdî Ya
Dîrokî” bikî?
– Ferhenga “Bêjenasîya Zmanê Kurdî Ya Dîrokî” ne ligorî rêza elfebaya zmanê
Kurdî ji tîpa “a”yê dest pê dike û bi ya“z”yê jî bi dawî dibe. Her çendîn ev vegotin
wekî bê planî xuya dike jî, lê ji ber îmkanên heyî yên bi sînorkirî rîyeka mecburî ye.
– Zaraveya“Kurdîya Kurmancîya nuh” ewê wekî zaraveya sereke were bir kar anîn.
– Bêjeyên zmanê Kurdî yên resen ewê bingeha vî karî pêk b’înin, wm.:
bask, mîh, mehîn/meyîn, hêl, bijîşk, deşt, nahal, nimêj/nivêj/limêj/nimê, keç,
jin, jî/jîn/jîyan, ga, mange, xwang/xuşk/xuç/xweh, derî, mal, çav, çem, dîtin: dibîn-
e, havitin: t-avêj-e, pez, şivan, nav, raştû hwd.
– Peyvên zmanê Kurdî yên bingehîn û resen ewê tenê ligorî rastnivîsa/
ortoxrefîya zmanê kurdî, xronolojîya dîrokî û zmannasîyî werin nivisîn, wm.:
aştî (ne aşitî/aşitî!), hêl (ne alî), bend-ik(ne ben-ik!), parastin: di parêz-e (ne
paraztin!), kuştin: di-kuj-e (ne kujtin!), ezman/esman/asman (asîman!), herê (ne
erê!), henî (ne enî!), peyv/peyîv (ne peyiv!), nahal (ne newal!), handa/henda
(ne wenda!), dîsan (ne dîsa!), çawan/çiton (ne çawa/çito!), hêsan(ne hêsa!),
kun (ne qun!), xwandin: di-xwîn-e (ne xwendin!), standin: di-stîn-e (ne stendin/
sitendin!), strîn/strîyan/strandin: di-strîn-e (ne sitirîn/sitirîyan/sitirandin!), raşt
(ne rast!) û hwd.
– Peyvên ku di zaraveya Kurdîya Kurmanciya nuh da tunin, lê heger di zaraveyên
din da heyî bibin, ewê wekî bêjeyên sereke di ferhengê da şun bigirin, wm.:
Kukirdkî. dew n./dewe m. “gund” <ku Kirdkiya kevin* dahyu <proto-
Kurd.*dasyu- (Avestiya kevindaxiiu-m. “welat”, Avestiya ciwan. daꬼhu-, daiꬼhu-,
daxiiu- “welat, niştecîyên welatekî, gel/xelk” <arpaş. *dasyu-, Farsiya kevin dahyum.“
welat, herêm, dever”, Farsiya nuh dih“ welat, gund”, ved. dasyu-n. “dijminê
xwadeyan, dijmin, dêv/hefrîd/hut”û hwd.).
– Peyvên ku ji zmanên bîyanî ketine nav zaraveya Kurdîya Kurmancîya nuh, ewê
wekî bêjeyên sereke di ferhengê da neyên bi cî kirin, li berevajî vê li şuna wan (heger
heeyî bibin) ewê heman bêje ji zman û zaraveyên Kurdî yên din werin bi şun kirin.
Kurdiya Kirdkî. dês n. “dîwar/dîzar” < Kurdiya Kirdkîya kevin *daysa- (Avestiya
ciwandaēsa- n. “nîşan, şanî, elamet”< Ariya paşîn *dayća-< Hîndî-Ewrupî *deyk-o-,
ji kiryara *deyk-“nîşan dayîn” (pehl. uz-dēs“put”< Medî, ved. desa-“herêma cîhanê,
cî, war, şun, herêm, dever” û hwd.
74 bîrnebûn hejmar 81
– Peyvên zmanên bîyanî yên ku paşê ketine nav zmanê Kurdî, ewê ligorî giranîya
xwa ya di zmanê Kurdî da di nav ferhengê da werin bi şun kirin.
Kurdiya Kurmancî tofan< Çînîtai fung“bayê mezin”.
Kurdiya Kurmancî meşk <Aramî maška- “çerm” û hwd.
Di ferhenga te da hindek peyvên ku cuda hatine nivîsîn bala min kişandin. Tu ê
ji me ra hindekî behsa sedemên wan bikî? Mînak: Zman (ne ziman), hee’bû (ne
hebû), heeyîbibin (ne hebin), baa (ne ba), xwa (ne xwe) û hwd.
– Bêguman ev mijareke dîrokî û fonolojîk e. Jiber ku ez formên van peyvan yên
kevin dizanim û her weha bi fonolojiya zmanên Kurdî yên nuh bi hay im, loma
hewl didim ku teşeyên resen yên Kurdî bi kar b’înim. Mixabin di vê sedsala dawiyê
da sîstemên dagirker yên Tirk, Ereb û Farsan ziyaneke mezin dan zmanê Kurdî.
Hindî têkiliya Kurdan û zmanê Kurdî gêhiştiya asteke pêrûpêrîşan. Divêt rê li ber
vê têkçûnê were girtin. Teşeyên rast yên di nav devokan da divêt werin zelal kirin,
daku bila bikarin di nav zmanê rojane da bikevin nav bazarê.
Ji bo te ziman çi ye? Pîvanên zimên çi ne? Kengê mirov dikare ji zimanekî ra bêje
ew ziman e?
– Zman aleta herî esasî ya xwa îfadekirinê ye. Bê zman meriv hew dikare di vê asta
ku em îro tê da ne, bijî. Ruhî û psîkolojîk meriv hew dikare bê zman li ser
tendurustiyeke saxlem jiyana xwa bidomîne. Zarok bê têkiliya axaftinî nikarin
bijîn, dimirin. Li ba mezinan jî eynî pirsgirêkên tendurustiyê rudidin.
Zman aleteke biyolojîk û zindî ye. Ne meriv dikare bê zman bijî, ne jî zman dikare
bê axaftin bijî. Jibo ku zmanek ji tunebûnê xelas bibe, divêt meriv tekez bi wî zmanî
bipeyîve, tenê û tenê wî zmanî di nav jiyana da bi kar b’îne. Li benda filan û bêvan rojê
mayîn, seqetiyeke mêjiyê ya eletewş e, manîpulesiyonên bi hêsab in.
Heger di zmanekî da li dor 1.500 peyvan û her weha gramereke wî zmanî hee’be,
ew wekî zmanekî serbixwa tê qebûl kirin. Di nav tekstên hemî zmanan da sed heb peyv
ji % 50 wan peyvan pêk tên. Yanî gava meriv di nav her zmanî da hînî peyvên ku herî
zêde tên bi karanîn dibe, dikare nîviyê hemî tekstên bi wî zmanî fam bike.
Hinek peyvên birêz Şahîn wekî rasttir dibîne û di kurdîya Anatolîya navîn da jî
tên bikaranîn:
bîrnebûn hejmar 81 75
– Baar (ne bihar), bendik (ne benik), çakuç (ne bivir), dutin (ne dotin/doşîn), ezman
(ne asîman), hanîn (ne anîn), herd (ne erd), hêl (ne alî), hîro (ne îro), kuştin (ne
kujtin), narrî (ne naçî), nîvan (ne mêvan), standin (ne stendin), xwandin (ne xwendin).
Tu ê ji me ra hindekî behsa zimanê kurdî û dîroka wî bikî?
– Zmanê Kurdî ne ji zmanekî pêk tê. Bi dehan zmanê Kurdî hee ne. Kurdî hemî van
zmanan di nav xwa da dihewîne. Hemî zmanên Kurdî jî ji Proto-Kurdî tên. Proto-
Kurdî teqabulî 1.750 salên berî mîladê dike. Em vê yekê dikarin bi alîkariya
fonolojiya zmanê Kurdî û zmanên din yên Aryanî pesend bikin. Kurdiya kevin
teqabulî dema navbera 500 û 1.000 salên mîladê dike, ango tuşî serdema zmanên
Medî dike.
Wekî zimannas (îndocermenîst û îndoîranolog), tu dixwazî li ser zimanê kurdî çi
bibêjî? Tu rewşa zimên ya niha di rêziman û standardbûnê da çawan dibînî?
– Zmanê Kurdî zmanekî pirr bi hêz e, zengîn e. Lê mixabin Kurd ji vê zengînîyê bê
hay in. Kurdan nekarîn C. Berdirxan jî fam bikin. Bêguman Kurdan jiber nezaniyê
zirarekî mezin dan xwa û zmanê xwa. Tevî ku haya kesî ji xususiyetên zmanê Kurdî
tun e û tune bû jî, herkesî ligorî baweriya xwa “serrastkirineke şaş” kir, herkesî ji
hêlekê va zirareke mezin daa zmanê Kurdî. Herkesî xwa zmannas hesiband. Li
ciyê ku ti zmannasek tune be û herkes jî xwa zmannas bihesibîne, ev tiştekî pirr
normal û kambax e.
Tu dikarî hindekî jî qala pirtûka xwa ya li ser “Nivîsarên Farsiya Kevin Yên Dariyus”
bikî? Te çima xwest van nivîsarên Dariyus wergerînî kurdî, armanca te pê çi bû?
– Min ev nivîsar jiber bûyerên dîrokî yên di dema Medya’yê da wergerrandin. Zilma
ku doh hatiye kirin, îro jî berdewam dike. Doh Dariyus rêvabirên Kurdan li Hewler’ê
bi dar va kirî bû, îro jî heman qetlîem di nav gund û bajarên Kurdan da berdewam
dikin. Divêt Kurd vê yekê ti carî wekî qedera xwa qebûl nekin. Kurdan heta hîro
dest ji zmanê xwa bernedan, loma hîn jî hee ne. Lê rewşa îro ya zmanî bêbextiyeke
mezin ya Kurdan nîşan dide.
Darîyus 1. kî bû û jiyana wî çawa bû?
– Dariyus bi xwa dibêje ew Fars bûye. Lê navê bavê wî (Vištaspa) bi Medî bû.
Çima? Em nikarin bi zelalî vê yekê vebêjin. Gelo ev tenê tesîra zmanê Medî bû li ser
Farsan yan bi rastî jî ew bergîl Med bû? Heta ku belgeyên din peyda nebûne, meriv
hew dikare tiştekî bibêje, jixwa çi bûna wî ne girîng e, karê ku wî kiriye, girîng e.
Di derbarê jiyana wî da em tiştan nizanin, hemî înformasiyonên dîrokî yên
mewcud di nav wan nivîsaran da hatine tomar kirin. Hêdî şîrovekirina wan jî li
benda dîroknasan e.
*Dàrazava.us: xsàyaviya vazrka, xsàyaviya: xsàyaviyànàm xsàyaviya dahyunàm,
xsàzaviya ahyàyà bumiyà Vistàspahyà puça, Haxàmanisiya.
“Ez im Dàrayava.us, keyê/şaxê mezin, keyê keyan, keyê welatan, keyê vê herdê,
lawê Vistàspa, yekî Haxàmanis.”
*Vasnà A.uramazdàha adam xsàyaviya abavam.
“Li ser niyaza/daxwaza Açuramazdà ez bûm key.»
Ew nivîsarên Dariyus tenê bi farsîya kevin hatibûn nivîsîn yan bandora zimanên
din jî li ser wî hebûn?
– Herê, bi zmanê Farsiya kevin hatine nivîsîn. Lê di nav van nivîsaran da meriv li
gelek ciyan peyvên Medî jî dibîne. Jixwa ev pirr normal e, jiber ku demeke pirr drêj
Fars di bin desthilatdariya Medan da bûn, Medbûn şanaziyeke pirr mezin bû di
dema xwa da.
bîrnebûn hejmar 81 77
Di van nivîsaran da mexseda Dariyus çi bû, dema te wegerrand, te kîjan mesaj tê
da ditîn?
– Bi van nivîsaran Dariyus dixwaze tenê xwa nemir bike. Meriv nikare înkar bike,
heta astekê kir jî. Hêdî em çi dikin bikin, ev nivîsar hee ne û girîng in jibo serdema
hê bihata nîqaş kirin.
Bandora medan li ser farsan û xelkên din yên li dorhêlê çi bû, di warê zimên û
mijarên din da?
– Medan li ser hemî xelkên li Rojhilata Navîn tesîreke mezin kirin. Ne tenê zmanî,
mesele siyasî, dînî, ekonomîk, zanyariyî, leşkerî, çandî û perwerdeyî. Di nav hemî
zmanan da tesîra zmanê Medî mewcud e, mesele Medî *pari-dayza- “bihişt” (ku îro di
Kurdî da wekî parîz/parêz e), him derbazî zmanên Rojhilatî bûye (Îbranî partêz,
Erebî Firdews) û him jî Yunaniya kevin paradeis, û jê pê va jî derbazî hemî zmanên
din yên Ewrupî bûye. Yan jî Medî *magu- “sêrbaz”, ku îro di nav hemî zmanan da tê bi
kar hanîn, peyveke Medî bû.
Mesele hemî sîstemên perwerdeyiyê
yên li Rojhilata Navîn û Ewrupê, li ser
sîstema perwerdeyiya Zerdeştî hatine ava kirin. Cihu bi xêra vê sîstemê henda nebûn
û piştî du hezar û pênc sed salan vergerriyan welatê xwa. Heger Talmud’a Cihuyan ya
ku li Babîl’ê hatî bû hafirandin, nebûya (ku hingê Babîl di bin desthilatdariya medan
da bû), aniha me yê qet behsa Cihuyan nekira.
Gelo debîrên ku ew nivîsar nivîsî bûn med bûn?
– Di nav wan debîran da him Med û him jî debîrên ji milletên din hee’bûn, wm.
Yunan, Asur, Akad, Aram û hwd. Lê ev sîstema nivîs nivîsînê ji Medan hatî bû girtin.
Pîşeya nivîs nivîsînê di dema desthilatdariya Medan da hee’bû û wekî pîşeyeke esasî
di nav sîstemê da cî girtî bû.
Ma farsan ji medan elfebe û nivîs wergirtî bûn û ji medan hînî nivîsîn û xwandinê bûn?
– Farsan di nav hemî nivîsaran da peyva Medî ni-pišta- “yê/ya nivîsî” (Kurdî nivişt)
û ni-pays- “nivîsîn” bi kar anîne. Peyva Farsiya kevin ya jibo xwandinê jî peyveke
Medî ye, ango wekî pati-fras-“xwandin” e. Lê di eslê xwa da ev peyîv ji peyva fras-
“pirsîn” hatiye hafirandin, kiryara Kurdî pirsîn heman peyv e. Di vir da menteliteyeke
pirr girîng xwa dide der, ango hînbûna xwandinê bi pirsan va girêdayî bûyî …
78 bîrnebûn hejmar 81
Te him di pirtûka xwa ya li ser nivîsarên Darîyus da û him jî di ya li ser “bêjenasîyê
zimanê kurdî ya dîrokî” da qala pêwendîya kurdan û medan kirîye. Wek mînak
te gotîye,“Di dema desthilatdariya împeratorîya Medan da li Medyayê bi dehan
zman û zarave û devokên Kurdîya kevin hebûn.” Di pirtûka xwa ya li ser nivîsarên
Dariyus da jî te gotîye, “Ew nivîsar bi qasî sê kîlomêtroyan dûrî bajarê Kermanşah’ê,
li navçeya/gundê Behistên ê ne. Di dema desthilatdarîya Darîyus da ev der herêm û
nişteciyeke xelkê Med bû. Wekî wê demê, hîro jî med, ango kurd, li vê herêmê niştecî
ne”. Med kurd in yan kurd jî wekî gelên din xelkekî di nav medan da bûn? Wekî ku tu
jî dizanî hindek kes jî dibêjin, med ne kurd bûn, yan jî eleqeya kurdan û medan bi hev
ra tunebû. Te di van pirtûkên xwe da xwestîye hindekî bersivên wan jî bidî yan na?
Tu ê bikarî vê mijarê ji bo me hindekî berfirehtir bikî?
– Na, min nexwast ez bersîva kesekî bidim. Ev karên akademîk yên zmannasiyî ne. Di
vê mijarê da bawer nakim ku bi kesên ku haya wan ji zmannasiyê, ji zmanên dema
Îraniya kevin, ji zmanên Aryanî u Hîndî-Ewrupî hee’be, ez bikevin nav axaftinên vik
û vala. Jibo axaftinekê, kêm be jî, divêt zanîneke esasî hee’be. Med Kurd bûn û Kurd
jî Med bi xwa ne. Ez mînakeke pirr, pirr piçuk bidim. Mesele di pirtuka Kârnamag ya
bi zmanê Pehlevî (ango Frasiya navîn) da weha tê gotin: “Prensê Kurd Madîg”. Yanî
navê prensê Kurd Madîg e û ev peyv jî rasterast mahneya “yê Med-î” dide, ji Mediya
kevin Mâda-ya-ka- “yê Med-î” tê.
Med ango Kurd milletekî Hîndî-Ewrupî bûn û Hîndî-Ewrupî ne. Divêt Kurd
rê nedin ku hindek xêrnexwaz di serê Kurdan da mebestên xwa yên fêlbaz cî bikin.
Ez hêvîdar im ku ewê bi lêkolîna min ya bi sernavê “Zmanên Medan” ev
sefseteyên li ser kuçe û kolanan werin safî kirin.
Di dawîya sohbeta me da dixwazî çi bibêjî?
– Heger haya Kurdan ji zengîniyên wan yên dîrokî, zmanî, çandî, dînî, civakî,
siyasî, leşkerî û zanyariyî hee’bûya, ewê Kurd ti carî di nav vê sefeletê da nebûna,
Kurdan ewê ti carî ev sefeletî qebûl nekira.
Pêwistiya Kurdan bi çîrokên Kurdî hee ye. Pêwistiya Kurdan bi zmanê Kurdî
hee ye. Ti milletekekî ku bê zman hee’be, tun e. Bê zman ti millet nikare hee’be.
Yê ku milletekî dike millet, tenê û tenê zman e. Azadî û xelasiya kurdan ne bi
îdyolojiyên heebû-tunebû va, lê bi axaftina zmanê Kurdî va girêdayî ye. Ji derî
axaftina bi zmanê Kurdî Kurd ti carî nikarin ji tunebûnê xelas bibin. Ti berxwadan
bîrnebûn hejmar 81 79
nikare ji axaftina bi zmanê Kurdî mezintir û girîngtir bibe. Tenê şensekî Kurdan
hee ye jibo ku tune nebin, ew jî bi rik û kîn axaftina bi zmanê Kurdî ye. Axaftina bi
zmanê Kurdî ne luks e, bîlakîs zeruriyeteke dîrokî, însanî û wîcdanî ye. Divêt Kurd
ti carî tiştekî tecawîzkarên xwa (psîkolojîk, fîzîkî û ruhî) qebûl nekin, meşru nekin
di nav xwa û mala xwa da. Azadiya herî rewa û mezin di zmanê meriv da veşartî ye.
Beyhanî Şahîn kî ye?
Beyhanî Şahîn di sala 1969an da
li Bakurê Kurdistan’ê, li Orçil’a
herêma Qoçgirî’yê (Erzingan)
hatîye dinê. Di sala 1988an
derketîye der, çûye Ewrupe’yê. Li
Swîsre’yê li ba Zangeha Zürich’ê
beşa zmanên Îndo-Ewrupî,
Îndolojî û li ba Zangeha Bern’ê jî
Fîlolojîya Îndo-Îranîyê xwandîye,
ango zimanê Avestî, Farsiya
kevin, Partî, Pehlevî, Farsiya nuh,
Sogdî, Khotansakîya navîn, Vedî,
Sanskrîtî, Palî, Prakrîtî, zmanên
Nuristanî, Hîtîtî, Mîtannî, Lîdî, Yunanîya kevin, Latînî û Gotî.
Di sala 2004an da têza xwa li ser zmanê Medî nivîsîye (bi Elmanî: Die Sprachen
der Meder, Zmanên Medan).
Pirtûkên Beyhanî Şahîn:
1. Lêkolîneke Qicik Li Ser Zmên, 1995, Weşanên Firat, Stembol
2. Bêjenasîya Zmanê Kurdî -1- Ya Dîrokî, 2020, Weşanên NA, Îzmîr
3. Nivîsarên Farsîya Kevin -1- Yên Darîyus, 2020, Weşanên NA, Îzmîr
4. Die Sprachen der Meder (bi Elmanî: “Zmanên Medan“ 2021, Weşanên NA, Îzmîr
Beyhanî Şahîn
