Close Menu
  • Destpêk
  • Pirtûk
  • Kovar
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Şirove
  • Giştî
  • Firoşgeh
  • Türkçe
Facebook X (Twitter) Instagram
NA Blog
  • Destpêk
  • Pirtûk
  • Kovar
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Şirove
  • Giştî
  • Firoşgeh
  • Türkçe
Facebook X (Twitter) Instagram
NA Blog
Home»Hevpeyvîn»Li Îzmîrê Weşanxaneyek Kurdî: Weşanên Na
Hevpeyvîn

Li Îzmîrê Weşanxaneyek Kurdî: Weşanên Na

EdîtorBy Edîtor26 Hezîran, 2022Bêşirove9 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Çandname / Sema Mîran /
Ev ji dozdeh sale kû weşanxaneyê Na dest bi xebatê xwe kiriye. Li Îzmîrê karên baş daye peşiya xwe û ji bû xebatên Kurdî hewl dane. Bi dil germahîyê xwe peşvazîyê me kirin. Me pirsên xwe ji weşanger, birêz Berfo Barî kir û wî jî bersiv da pirsên me.

Gelo we çima navê weşanxaneyê NA daniye?
Na refleksa ku erenîye li hemberî tiştî nebaş e, li hemberî paşverûtîyê refleksa anarşîstî ye. Ji bo vê yekê me navê weşanxaneyê “NA” danî.

NA kengî ji alîyê çend kesan ve ava bû? Hûn dikarin ji me ra behsa çîroka wê bikin?
Girseyek pir zêde li Îzmîrê heye ku bi Kurdî dijîn. Lê sazîyeke ku bersivê bide xebatên rewşenbîrên Kurdan li Îzmîrê tune bû. Kesê vî karî bide milê xwe û rêyek nû veke tune bû. Berê Kurdên Îzmîrê hem li Stenbolê bûn û li Amedê bûn. Em jî fikirîn gelo em ê karibin deriyêkî ji bû Kurdî li vê derê vekin? Berya wê ji xwe xebatên me di nava komeleya Kurdî-Derê hebû. Piştî ew xebat dewam kirin me li vê derê dest bi kovargerîyê kir. Me kovara Hinarê derxist pîştî wê me Hinarê da sekinandin me dest bi weşangerîyê kir. Wê demê em çar kes bûn li Îzmîrê. Bi çar kesan me dest bi vî karî kir. Lê vê ga em du kes karên weşangerîyê berdewam dikin.

Çi cûdahî di navbera NA û weşanxaneyên di de heye?
Bi rastî em jî wekî wan karê weşangerîyê dikin lê em dikarin bêjin em hewl didin karê baştir bikin. Em dixwazin giringîyê bidin wergerê û pêşîya nivîskarên nû vekin. Her wiha weşanxaneya me navenda çandêye jî û li ser çandê disekine. Her wext weşanxanêyê me piştgirî daye komê çand û hunerê. Her wiha me çend rêzepirtûk daye pêşîya xwe ku di nav weşanxaneyên Kurdan da weşanxaneya NAyê baştir bidin xuya kirin.

Niha çi projeyên we hene û ji bû peşerojê hûn çi difikirin?
Ji xwe gava meriv karekî bike bê proje û bê hevî nabe. Ji bo ku em wan projeyan pêk bînin em bi hêvîne. Em dixwazin her sal “Xelata Wêjeyê” bidin kesên serkeftî. Em dixwazin pêşbazîyên wêjeyê çê bikin. Ev zû de ye em vêya dixwazin lê ti cara me hewl da pirsgirêkek derket. Wekî dinê Me çend rêzepirtûk dane pêşîya xwe ji wana rêzepirtûkên felsefe, rêzepirtûkên ezîdîyatîyê, rêzepirtûkên dengbêjîyê û çend projeyên me yên din hene lê em naxwazin wan eşkere bikin. Weşanxaneya me dixwaze di nava wan mijaran de hûr û kûr bibe.

Gelek weşanxane ji bilî weşangerîyê kovaran jî derdixin an jî sponsorîya kovaran dikin. Di nav projeyên we da derxistina kovarê heye?
Ji xwe berê jî me wî karê dikir. Wek weşanxaneya NAyê me kovara “Hinarê” derxis û pişt re me ew da seknandin. Me dest bi kovara “Heterotopyayê” kir. Hem bi nivîsên xwe em beşdarîyê wê bûn hem me sponsorîya wê diker û me di rêveberîya wê de cî da ciwanên Kurd. Bi xêra wê kovarê gelek nivîskar derketin. Kovara “Felsefevan” koma xebatkarê me me bi hevra derxist. Temenê wê pir dirêj nebû. Du hejmar cem me derketin, piştî wê ji xwe sekînî îca niha em sponsorîya kovara “Philosophia” dikin. Hejmara taybet a kovarê derket. Roja îroyîn jî derîyê mekana me ji bo xortên Kurdanvekirîye. Ji xwe derdorome ciwan û xort kom bûne bi navê û bi navê “komHinarê” xebatêkî didin meşandin. Çi ji wêjeyê, çi ji beşên hunerê û xebatên dîrokî tev dane pêşîya xwe û em piştgrî didin wan. Gelek kes hene em piştgrî didin wan û em dixwazin em alîkariya wan bikin.

Di nava avakarina nasnameya netewî de pirtûk karek çawa dilîze?
Di avakirina çanda netewî de bê guman rola pirtûkan pir girîng e. Bi xêra berheman çand derbasî nifşên nû dibe. Di nava berheman de ya sereke herî ber bi çav jî pirtûk in. Pirtûk komkirina hişê civakî ye. Hişê civakî gava ji doh bigihîje roja îroyîn civat her tim zindî dimînê.

Wekî weşanxane hûn li ser meseleya ziman çi difikirin?
Ji bo me di karê weşangarîyê de sedema yekem ziman e û sedema duyem jî wêje ye. Hezkirina weşanger li ser wan her duyan tune be rastî meriv nikare wî karî bike an bike jî nikare bi ser bikeve. Bê guman ji bo civaka me ziman pir girîng e. Ji bo her civakê ziman pir girîng e. Bingeha civakê li ser ziman tê avakirin. Çawa problemê zimanê me hene, problemê civaka me jî hene. Bi rastî gava ew problem çareser bibin wê çaxê em ê bibînîn jî civakê me hatîye asta dinê. Ji xwe gava tu ziman nav jîyanê derxînê ew ê jîyan bisekine. Jîyan bê tehm û bê nav dimîne. Gava her tişt bê tehm û bê nav bimîne hêdî hêdî em ê ber bi mirinê herin. Ji bo wê ziman gelek girîng e û li ser wê giringîyê me dest bi weşangerîyê kirîye. Em dixwazin zimanê xwe xurttir bikin.

Gelo di nava projeyên we de hûn ê cih bidin niviskarên Rojava, Bakur û Rojhilat jî?
Ji xwe hindî ew sînor nemane. Îro hemû weşangerên Kurd, hemû weşanxaneyên Kurd em jî di nav da cî didin çar perçeyê niviskarê tê de dijîn. Ne tenê çar perçeyê Kurdistanê li Amerîka, li Avrûpa û li kû derê bijîn berhemên wan tên û em çap dikin. Di vê mijarê de berhema me ya herî balkeş “Antolojiya Êşên Jinan Bîst Çîrok Bîst Jin” me derxist. Di pirtûkê de bîst jin hene. Ji çar perçeyê Kurdistanê jin hene, ji du zaravayên Kurdî çîrok tê de hene û gelek ji wan nivîskaran li dinyayê belav bûne. Berhemên me yê li ber çapê jî gelek jê dîsa niviskarên Başûr, Rojava û Kurdên Avrûpayê ne.

Heta niha we çend berhem çap kirine û eleqaya xwendavanan çawa ye?
Heta niha weşanxaneyê me nêzîkî du sed û pêncî berhem çap kirîye. Rê jî her ku diçe zêde dibe, kalîte jî zêde dibe. Gava tecrûbeyên nifşekî digihîjî nifşên dinê, nifşê dinê jî bi zanîna tiştên nû li ser berhama û li ser wêjeyê zêdebûnê dike. Îca em ê pirtûkên cur bi cur bi qalîte û ku berhemê pêşîya wêjeya Kurdî çap bikin. Helbet em nagihîjin wekî weşangarîya Kurdî li alîyê hejmaran lê belê berê bîst pirtûkên derdiketin a niha salê sêsed û pêncî pirtûkên Kurdî derdikevin. Heta niha wekî weşanxaneya NAyê du sed û pêncî pirtûkên me derketîye. Eleqaya xwendavanan bi taybetî îsal baştir e. Gelek xwendevan tên serî li me didin em bi hev re sohbet dikin, beşdarîyê bernameyên me dibin. Bi awayekî bi Kurdî re mijul in. Wexta pêvajoya aşitîyê hebû pirtûk zêde dihatin firotin. Weşangerên Kurd bi hevî bûn lê pîştî pêvajoya aşitîyê têk çû mixabin kirîna pirtûkên Kurdî jî hindik bûn. Di wê krîza koronayê de zêdetir gelê Avrûpayê pirtûkên Kurdî kirîn. Ew hindik be jî valahî tije kirin. Bi wan re weşangerîya Kurdî li ser pîya ma. Lê wekî din eleqaya xwendevana baş e lê li alîyê kirîn re pirsgirêk dewam dike.

Kesên kû bixwazin berhemên wan ji nav weşanxaneya we derkevin divê çi bikin?
Pêşî berhamê xwe dişîne maîla me. Piştî wê em berhama wê di ber çavan re derbas dikin, dixwînin dû re lê vedigerin. Kite kitê li ser berhemê diaxivin. Eger me ecibandîye em dibêjin me pirtûka te ecibandiye. Her pirtûk jî ne wek heve, nêzîkatîya weşangariyê ji bo her pirtûkê ne eynî ye. Pirtûk heye ku tu pir kêfxweş dibî ji bo te hatîye ku tu derxînî. Carna pirtûk heye ku tu mecburî vedigerînî. Gava ku me pirtûk eciband em bi nivîskarê wê re dikevin tekilîyê, peymanê jê re dişînin. Eger peymanê qebûl bike pîştî wê ew pirtûk dikeve dorê. Em ji nivîskarî re wexttekî dibêjin ke wê wextê xwe de ew pirtûk werê çapkirin dû re jî bi karê teknîkî re berdewam dike. Herî dawî tu pirtûkê bi niviskarî re parve dikî ew jî li ber çavan derbas dike piştî wê em dişînin çapxanê û amadekirîye çapkirinê dikin.

Gelo li Îzmîrê çapkirina berhemên Kurdî zehmet e?
Weşangerîya Kurdî li Îzmîrê helbet zehmet e. Wek Stenbol û Amedê nîn e, wek Avrûpa jî nîn e. Berhema tu çap dikî, karê tu dikî ji alîyê civata te ji nayê dîtin. Li Îzmîrê milyonek Kurd hene elbette lê em li benda milyonek nîn in ku hay ji xebata me hebe. Lê Kurdperwerên Îzmîrê, kes û rêxistinên ku dibêjin em ji bo mafên Kurdî têdikoşin jî mixabin karê em dikin nabînin. Weşanxaneya NAyê nêzîkî donzdeh sal e li Îzmîrê xebatan dike. Helbet me dixwest ku rojekî ji alîyê rêxistinan û ji alîyê gelê me bihatana û bigotana; “Hûn karekî baş dikin, mala we ava. Em ji bo wê hatin da em sohbet bikin. Em bi pirsin ka hûn çi dikin? donzdeh sal e hûn li Îzmîrê ne û vî karî dikin em jî ji xwe ji bû vî karî, ji bo mafên Kurdan, çanda Kurdan têdikoşin.” Ka bila bigotana em we guhdarî bikin ne piştgrî jî. Heta niha îro rêjeyêk pir hindik ku evîndarê zimanê Kurdî ne. Ji xwe em li bendê nînîn ku derdor (wêjeya Tirkî, medyaya Tirkî) me bibîne. Lê dev jê berde sîyasetmedarê Kurda, dezgehên Kurda ku bi wî karî re mijûl in ew jî me nabînin.

Rewşa weşangarîyê Kurdî çawa ye û berê wê li kû derê ye?
Pêşîya her tiştî em bi hêvî ne. Berê weşangarîya Kurdî ber bi başîyê ve ye. Berîya salên 90î weşanxaneyên Kurda weşanxaneyên sîyasî bûn. Weşanxaneyên kesan nîn in. Wan jî di nava zehmetîya de karê xwe dikir lê giranîya wan li ser Tirkî bû. Berhemên wan Tirkî bûne pir hindik Kurdî çap kirine. Îca piştî salên 90î hêdî hêdî heqên weşangarîyê didin. Me digot salê deh pirtûk, panzdeh pirtûk diweşandin lê îro salê sê sed û pêncî pirtûk tê weşandin. Weşangarîya Kurdî ber diçe baştir dibe. Weşanger qalîteya karê xwe zêde dike, li gorî xwe derfeta çê dike û dixwaze xwe zêde bigihîjinê xwendevanan. Mesela îro tu li welat û cihê kû Kurd lê dijî lê dinerî tevgara wêjeya Kurdîyê bi saya weşanxaneya Kurdî heye. Mesela hefteyekî li deh cîyan de civîn, şahî, bername çê dibin; Ji sedî not bi saya weşnaxaneya Kurdî çê dibin. Em bi hêvî ne ku sal bi sal li xwe zêdetir bikin. Em ê derîyê nû ji xwe re û ji Kurdîhezan re vekin. Em ê xwe zêde bigihîjînin xwendekaran…

Çandname

Berfo Barî çandname çÎrok kurdî KurdÎstan Kurmancî Kürtçe kürtçe yayıncılık Li Îzmîrê Weşanxaneyek Kurdî: Weşanên Na na kitap Sema Mîran weşanên na Weşanxaneya Na ziman
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Edîtor
  • Website
  • Facebook
  • X (Twitter)
  • Pinterest
  • Instagram

Related Posts

Ji Weşanxaneya Na: Du Pirtûkên Nû Derketin

27 Tîrmeh, 2025

‘Landayî Helbest û Stranên Jinên Peştonî’ bi kurdî hat weşandin

27 Tîrmeh, 2025

Şahesera Peter Handke ‘Kaspar’ êdî bi Kurdî ye

20 Tîrmeh, 2025
Leave A Reply Cancel Reply

Lêgerîn
Arşîv
  • Tîrmeh 2025
  • Rêbendan 2024
  • Sermawêz 2023
  • Cotmeh 2023
  • Îlon 2023
  • Tebax 2023
  • Tîrmeh 2023
  • Hezîran 2023
  • Gulan 2023
  • Nîsan 2023
  • Adar 2023
  • Sibat 2023
  • Rêbendan 2023
  • Cotmeh 2022
  • Tebax 2022
  • Tîrmeh 2022
  • Hezîran 2022
  • Gulan 2022
  • Nîsan 2022
  • Adar 2022
  • Sibat 2022
  • Rêbendan 2022
  • Hezîran 2021
  • Sermawêz 2021
  • Cotmeh 2021
  • Tîrmeh 2021
  • Hezîran 2021
Beş
  • Giştî
  • Gotar
  • Hevpeyvîn
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Pirtûk
  • Rexne
  • Şirove
  • Video
Diyarker
  • Têkeve
  • Şanderêza Şandîyan
  • Şandereza şiroveyan
  • WordPress.org
Facebook X (Twitter) Instagram Pinterest
  • Destpêk
  • Pirtûk
  • Kovar
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Şirove
  • Giştî
  • Firoşgeh
  • Türkçe
© 2026 ThemeSphere. Designed by ThemeSphere.

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.