Close Menu
  • Destpêk
  • Pirtûk
  • Kovar
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Şirove
  • Giştî
  • Firoşgeh
  • Türkçe
Facebook X (Twitter) Instagram
NA Blog
  • Destpêk
  • Pirtûk
  • Kovar
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Şirove
  • Giştî
  • Firoşgeh
  • Türkçe
Facebook X (Twitter) Instagram
NA Blog
Home»Nûçe»DANASÎNA ÇAPA TAYBET A AVESTA‘YÊ
Nûçe

DANASÎNA ÇAPA TAYBET A AVESTA‘YÊ

Gāthā û Avesta bingeha çanda Kurd ya herî kevin in, kaniya axa Kurdistan’ê û zimanê Kurdî ne, bingeha baweriya Kurdên Elewî, Êzdî û Yarsanan in. Bandora Avesta û Zarathushtra ya li Kurdistan, Îran, Rojhilata Navîn û Esye’ya Dûr ji sînorên hemî tarîfan derbaz dibe. Hemî dînên mezin yên cîhanê (Tewrat, Încîl û Qoran) di bin bandora Avesta û Zarathushtra’yiyê da mane, jê bê sînor îstîfade kirine, xwa pê ava kirine.
EdîtorBy Edîtor27 Sermawêz, 2021Bêşirove4 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Çandname-Îndo-cermenîst, îndo-îranolog, avestolog û kurdolog Beyhanî Şahîn piştî sî û yek salan beşek ji vekolînên xwa yên li ser Avesta’yê jibo çapê amade kir û me wekî Weşanxaneya Na’yê cîlda yekem “Avesta 1: Gāthā’yên Zarathuštra” çap kir. Ev beşa bi sernavê AVESTA ji dozdeh (12) cîldan pêk tê.

 

Çima Avesta? Çima destnivîsên orîjîn yên Avesta’yê, çima trenskrîpsiyona Avesta’yê û çima Avesta’ya bi fonda Avestî?

 

Her tiştê heeyî û jiyî di nav tovê xwa da veşartî ye. Jibo ku meriv hişk nebe û runexe, pêwistiya meriv bi tovên xwa yên destpêkê hee ye. Tiştê ku jiyanê dike jiyî û jînbar, tovê destpêkê ye. Millet jî weha ne. Milletên ku xwa di nav tovên xwa da hewandine, ji nav tovên xwa bişkivîne û pê geş bûne, ewqas bi hêsanî jiyana heeyî û dayî ji bîr nakin.

 

Gāthā û Avesta bingeha çanda Kurd ya herî kevin in, kaniya axa Kurdistan’ê û zimanê Kurdî ne, bingeha baweriya Kurdên Elewî, Êzdî û Yarsanan in. Bandora Avesta û Zarathushtra ya li Kurdistan, Îran, Rojhilata Navîn û Esye’ya Dûr ji sînorên hemî tarîfan derbaz dibe. Hemî dînên mezin yên cîhanê (Tewrat, Încîl û Qoran) di bin bandora Avesta û Zarathushtra’yiyê da mane, jê bê sînor îstîfade kirine, xwa pê ava kirine.

 

Me ev cîlda yekem diyarî Evdal’ê Zeynik’ê kiriye, û em dil dikin her cîldekê diyarî dengbêjekî/e din yê/ya Kurd bikin. Ligorî ragiyandina Beyhanî Şahîn: Jixwa Zarathushtra bi xwa manthra’yê (dengbêjê) destpêkê bûye loma jî em bi hêvî ne ku ew pireya poetîk ya destpêkê dîsan bikare bigêhije xwadiyên xwa yên îro, bigêhije dengbêjan.

 

Em ê wekî Weşanxaneya Na’yê di bin beşa “avestolojiyê” da pêşta dest bi weşandina van vekolînên dîrokî yên dozdeh (12) cîldî bikin. Cara yekem ewê li Kurdistan’ê bingeha “avestolojiyê” li ser bingeheke zimannasiyî bi awayekî akademîk were daynîn.  B. Şahîn divêje:Tevî ku li Kurdistan’ê çend wergerrên Avesta û Gāthā’yan hatine çap kirin jî, ti muhteveyeke wan ya zmannasiyî û akademîk tun e. Ew  werger wekî hewldanên ezoterîk in.

 

Gāϑā’yên Zarathushtra

 

Di vê cîlda yekem da B. Şahîn bi pêşgotinekê dest pê kiriye û înformesiyonên girîng yên dîrokî di derbarê Gāthā’yan da daye. Di destpêka pêşgotina xwa da dibêje: Gāthā’yên Zarathushtra piçekî dişibin deriyê ku bi sed û yek klîtên sihirkirî hatiye xwandin. Pêra hurgiliyên girîng di derbarê Ahuramazdā da daye.

 

Paşê di bin nivîsa “destpêk”ê da hurgiliyên din yên zimanî û elfebeya Avesta’yê bi tevî trenskrîpsiyona wan daye. Mesele peyva “gāthā-” kîjan wateyê dide, formên wê yên kevin di Proto-Arî û Îndo-Ewrupî da çawan bûn, yek bi yek ligorî metodên zimannasiyî yên fonolojîk zelal kiriye.

 

Pêra B. Şahîn Gāthā’yên Zarathushtra, ku di avestolojiyê da lawij/stran û helbestên herî girîng in, rêz kiriye.

 

Ev vekolîna di cîlda yekem da ji 3 beşan pêk tê:

 

  1. Destnivîsên orîjîn yên Gāthā’yan, ku di sala 1323yan da hatine nivîsîn ango kopye kirin, wekî wêne di cîlda yekem da yek bi yek hatine bi cî kirin.

 

  1. Di beşa duyem da îcarê tevayiya Gāthā’yan bi fonda Avestî hatiye nivîsîn.

 

  1. Di beşa sêyem da hemî Gāthā’yên Zarathushtra yek bi yek hatine trenskrîpte kirin, bi tevî nîşeyên zimanî yên girîng.

 

Piştî ku ew beşên di nav Gāthā’yan da rêz dike, paşê her sê lawijên/malikên herî pîroj yên di nav Gāthā’yan da vedibêje. Di dawiyê da belgeya herî kevin ya nivîskî ya ku tuşî heyama 9. ya piştî mîladê dike û tê da malikeke Avesta’yê bi elfebeya zimanê Sogdî hatiye nivîsîn, pêşkeşî me dide.

 

Cara yekem zimannasekî Kurd bi metodên akademîk yên zimannasiyî Gātā’yan û Avesta’yê amade dike û pêşkeşî neteweya Kurd dike.

 

  1. Şahîn di berdewamiya nivîsa xwa da ewa dibêje:

 

Bihayê Avesta’yê yê wêjeyî, hunerî, çandî, zmanî, felsefî, civakî, huquqî, astronomiyî, tibbî, dînî, sprîtuwel û dîrokî hew dikare bi tiştekî jiyî û nejiyî ra were pîvîn û muqeyese kirin.

ahura ahura mazda avesta Beyhanî ŞahÎn Gāthā’yên Zarathuštra Med medya weşanên na zerdeşt
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Edîtor
  • Website
  • Facebook
  • X (Twitter)
  • Pinterest
  • Instagram

Related Posts

Ji Weşanxaneya Na: Du Pirtûkên Nû Derketin

27 Tîrmeh, 2025

‘Landayî Helbest û Stranên Jinên Peştonî’ bi kurdî hat weşandin

27 Tîrmeh, 2025

Şahesera Peter Handke ‘Kaspar’ êdî bi Kurdî ye

20 Tîrmeh, 2025
Leave A Reply Cancel Reply

Lêgerîn
Arşîv
  • Tîrmeh 2025
  • Rêbendan 2024
  • Sermawêz 2023
  • Cotmeh 2023
  • Îlon 2023
  • Tebax 2023
  • Tîrmeh 2023
  • Hezîran 2023
  • Gulan 2023
  • Nîsan 2023
  • Adar 2023
  • Sibat 2023
  • Rêbendan 2023
  • Cotmeh 2022
  • Tebax 2022
  • Tîrmeh 2022
  • Hezîran 2022
  • Gulan 2022
  • Nîsan 2022
  • Adar 2022
  • Sibat 2022
  • Rêbendan 2022
  • Hezîran 2021
  • Sermawêz 2021
  • Cotmeh 2021
  • Tîrmeh 2021
  • Hezîran 2021
Beş
  • Giştî
  • Gotar
  • Hevpeyvîn
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Pirtûk
  • Rexne
  • Şirove
  • Video
Diyarker
  • Têkeve
  • Şanderêza Şandîyan
  • Şandereza şiroveyan
  • WordPress.org
Facebook X (Twitter) Instagram Pinterest
  • Destpêk
  • Pirtûk
  • Kovar
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Şirove
  • Giştî
  • Firoşgeh
  • Türkçe
© 2026 ThemeSphere. Designed by ThemeSphere.

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.