Close Menu
  • Destpêk
  • Pirtûk
  • Kovar
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Şirove
  • Giştî
  • Firoşgeh
  • Türkçe
Facebook X (Twitter) Instagram
NA Blog
  • Destpêk
  • Pirtûk
  • Kovar
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Şirove
  • Giştî
  • Firoşgeh
  • Türkçe
Facebook X (Twitter) Instagram
NA Blog
Home»Nûçe»Ji bo lêkolîneran: Beşa yekem a Gathayên Zarathustra
Nûçe

Ji bo lêkolîneran: Beşa yekem a Gathayên Zarathustra

EdîtorBy Edîtor30 Sermawêz, 2021Bêşirove3 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Diyarname

Lêkolîner Beyhanî Şahîn ev bi dehan salan e li ser dixebite û di encama vê xebatê de “Avesta 1: Gathayên Zarathustra” çap kir. Pirtûk ji Weşanxaneya Nayê derket.

Îndo-cermenîst, îndo-îranolog, avestolog û kurdolog Beyhanî Şahîn ev demek dirêj e li ser kurdî dixebite. Di nav xebata wî de lêkolîna li ser gathayan jî hebû ku niha ew wekî pirtûk derket. Ev xebat niha wekî cilda yekemîn hatiye çapkirin û li gor agahiya weşanxaneyê dê 12 cild bê çapkirin.

PIRTÛKÊN PÎROZ JÊ SÛDE GIRTINE

Li gor nivîskar Gatha û Avesta bingeha çanda kurdan a herî kevn pêk tînin; ew kaniya axa Kurdistanê û zimanê kurdî ne, bingeha baweriya kurdên elewî, êzdî û yarsanan in. Bandora Avesta û Zarathushtra ya li Kurdistan, Îran, Rojhilata Navîn û Asyaya Dûr ji sînorên hemî tarîfan derbas dibe. Ew dibêje hemû dînên mezin ên cîhanê wekî Tewrat, Încîl û Quran di bin bandora Avesta û Zarathushtrayê de mane, jê bê sînor îstîfade kirine, xwe pê ava kirine. Loma jî ew zêde qîmetê dide vê xebatê.

DIYARÎ EVDALÊ ZEYNIKÊ KIRIN

Ev pirtûk diyarî Evdalê Zeynikê hatiye kirin. Weşanxaneyê li ser sedema vê yekê wisa gotiye, “Em dil dikin her cîldekê diyarî dengbêjekî/e din yê/a kurd bikin. Li gorî ragihandina Beyhanî Şahîn: Jixwe Zarathushtra bi xwe ‘Manthra’yê (dengbêjê) destpêkê bûye loma jî em bi hêvî ne ku ew pireya poetîk a destpêkê dîsa bikare bigihîje xwediyên xwe yên îro, bigihîje dengbêjan.”

Îdîaya vê xebatê ew e ku cara yekem bi vê xebatê ewê li Kurdistanê bingeha “Avestolojiyê” li ser bingeheke zimanasiyî bi awayekî akademîk were danîn. Li ser vê lêkolîner Şahîn jî wisa dibêje: “Tevî ku li Kurdistanê çend wergerên Avesta û Gathayan hatine çap kirin jî, tu muhteviyeke wan a zmannasiyê û akademîk tune. Ew werger wekî hewldanên ezoterîk in.”

DESTNIVÎSÊN GATHAYAN

Cilda yekem ji 3 beşan pêk tê ku ew jî ev in:

1. Destnivîsên orîjîn yên Gatha’yan, ku di sala 1323’yan de hatine nivîsîn ango kopye kirin, wekî wêne di cîlda yekem de yek bi yek hatine bi cî kirin.

2. Di beşa duyem de vê carê tevayiya Gatha’yan bi fonda Avestî hatiye nivîsîn.

3. Di beşa sêyem de hemî Gatha’yên Zarathushtra yek bi yek hatine trenskrîpte kirin, bi tevî nîşeyên zimanî yên girîng.

Weşanxaneya Na dibêje ku hemû kesên bixwazin li ser Avestayê lêkolînê bikin dê sûdeyeke mezin ji vê xebatê bigirin.

Lêkolîner Beyhanî Şahîn berî vê pirtûkên bi navê “Nîvîsarên Farisiya Kevin yên Dariyus -1” û “Bêjenasiya Zimanê Kurdî” jî çap kiribûn.

https://diyarname.com/news.php?Idx=52308

avesta Bêjenasiya Zmanê Kurdî Beyhanî ŞahÎn Die Sprache der Meder diyarname Gāthā’yên Zarathuštra Kürd Tarihi Med Na Yayınları Peyam Îhsan Weşanên Na weşanên na Weşanxaneya NAyê sê pirtûkên li ser dengbêjiyê weşandine
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Edîtor
  • Website
  • Facebook
  • X (Twitter)
  • Pinterest
  • Instagram

Related Posts

Ji Weşanxaneya Na: Du Pirtûkên Nû Derketin

27 Tîrmeh, 2025

‘Landayî Helbest û Stranên Jinên Peştonî’ bi kurdî hat weşandin

27 Tîrmeh, 2025

Şahesera Peter Handke ‘Kaspar’ êdî bi Kurdî ye

20 Tîrmeh, 2025
Leave A Reply Cancel Reply

Lêgerîn
Arşîv
  • Tîrmeh 2025
  • Rêbendan 2024
  • Sermawêz 2023
  • Cotmeh 2023
  • Îlon 2023
  • Tebax 2023
  • Tîrmeh 2023
  • Hezîran 2023
  • Gulan 2023
  • Nîsan 2023
  • Adar 2023
  • Sibat 2023
  • Rêbendan 2023
  • Cotmeh 2022
  • Tebax 2022
  • Tîrmeh 2022
  • Hezîran 2022
  • Gulan 2022
  • Nîsan 2022
  • Adar 2022
  • Sibat 2022
  • Rêbendan 2022
  • Hezîran 2021
  • Sermawêz 2021
  • Cotmeh 2021
  • Tîrmeh 2021
  • Hezîran 2021
Beş
  • Giştî
  • Gotar
  • Hevpeyvîn
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Pirtûk
  • Rexne
  • Şirove
  • Video
Diyarker
  • Têkeve
  • Şanderêza Şandîyan
  • Şandereza şiroveyan
  • WordPress.org
Facebook X (Twitter) Instagram Pinterest
  • Destpêk
  • Pirtûk
  • Kovar
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Şirove
  • Giştî
  • Firoşgeh
  • Türkçe
© 2026 ThemeSphere. Designed by ThemeSphere.

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.