Di çarçoveya projeyekê de 20 jinan 20 çîrok nivîsandin û weke pirtûk çap kirin.
Di çarçoveya projeyekê de 20 jinan bi pêşengiya nivîskar Yasemîn Elban 20 çîrok nivîsandin. Jinan çîrokên xwe bi navê “20 Jin 20 Çîrok – Antolojiya Êşên Jinan” weke pirtûk ji Weşanxanxaya Na’yê çap kirin. Di hemû çîrokan de lehengê êşkişandî jin e.
‘JIN STÛNA ÇÎROKÊ YE’
Li ser bergê pirtûkê ev tişt hatiye nivîsandin: “Her jinekê çîrokeke xwe heye; tu li serborî û jiyana kîjan jinê binêrî, bêguman wê tê de êş xuya bike. Di Çîrokan de lehengê êş kişandî hertim jin e. Jin stûna çîrokê ye, stûna çîroka jiyanê. Loma jinên nivîskar bi van berheman vê stûnê zexmtir kirine û jiyanê xweşiktir.”
KURMANCÎ, SORANÎ, KIRMANCKÎ
Ji çîrokan yek ji bi soranî yek ji bi kirmanckî û 18 jê jî bi kurmancî ne.
JIN Û ÇÎROKÊN XWE
Jinên ku bi çîrokên xwe beşdarî vê projeyê bûne, navê wan û navê çîrokên wan wiha ne:
z, Baran û Pira As – Amîne Pîrozxan
Perîqa Qaqlîbazê – Laleşa Ûsiv
Qêrîniya Bêdeng – Sewda
Nikulê Beytikê – Berfîn Dîcle
Vanêlya – Merwa Birîm
Ji Vî Welatî Dernakevim – Vejîna Kurd
Aqilê Wê Jê Nebirî – Evîn Hesen
Mirîstan – Gulgeş Deryaspi
Bêxîreto! – Gula Almastê
Qolinc – Nerîman Yagiz
Egît – Umît Fatma Firat
Jana Perperokê – Nesrîn Rojkan
Gundê Dînan – Kurdiye Irgat
Kevirê Heneyê – Yasemîn Elban
Bextan Reş Nekin – Hind Ebdelo
Dora Desmalê – Mîdiye Berekat
Şeva Penaberiyê – Narîn Omer Seyfedîn
Gola Meyandî – Leyla Mexso Berazî
Gullan- Leyla Qadirî
Bextê Reş – Sultan Yaray
Nameya xwe Kuştinê – Şîlan Doskî
