Close Menu
  • Destpêk
  • Pirtûk
  • Kovar
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Şirove
  • Giştî
  • Firoşgeh
  • Türkçe
Facebook X (Twitter) Instagram
NA Blog
  • Destpêk
  • Pirtûk
  • Kovar
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Şirove
  • Giştî
  • Firoşgeh
  • Türkçe
Facebook X (Twitter) Instagram
NA Blog
Home»Nûçe»Ji jineke kurd romaneke bêsinor; xeleka xeyalen bê ezman
Nûçe

Ji jineke kurd romaneke bêsinor; xeleka xeyalen bê ezman

EdîtorBy Edîtor9 Rêbendan, 2022Bêşirove2 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Xwebûn /

Pirtûka nivîskara Xwebûnê Gula Almastê ji weşanxaneya NA’yê derçû. Weşanxaneya NA’yê pirtûka Gula Almaste wekî “Ji jineke kurd romaneke bê sînor” pênase kir. Ji romana nivîskar Gula Almastê ku ji 254 rûpelan pêk tê, Hezar heb çap bûn. Pirtûk di kanûna 2021’an de çap bû û di 2022’an li benda xwînerê xwe ye.

Nivîskar bi zimanekî wêjeyî û hunerî û bi gotinên weke “Dengê pê re diaxivî, bi qijeqij bû, wek kemaneke bêakord bi rexneyan ser û guh lê dirûçikand. Dixeniqî… Gavbigav di hinavê xwe de dikizkizî. Paşê ew kizîn li gewrîyê asê dibû, du qirçîna ewr û ezmanê hestiyar, wê ba¬rana di kortikan de digewimî bi xwişînî pêşî lê berdida. Hêsirên wê, ew dilopên kirîstal, biriqandin li xwe wenda kiribûn. Di¬şibîyan çilkên ji cihokan bipekin…” kesa li hemberî xwe pênase dike.

Nivîskar, dilê xwe berdaye navenda hişê xwe û hişê xwe tev li hev kom kirîye, berdaye dilê xwe, wisa her duyan bi hev re, li nav hev hevdayî bi hev re diherikîne. Loma, peyv, nola çilkên cihokan dipekin, dikevine ser kaxezê, loma ne bi zimanekî hişk, ne bi zimanekî nerm û ne jî bi zimanekî maskûlen çîrokê vedibeje.

Nivîskar vegotina çîrokeke bi kronolojîyekê, bi teşeyekê ve grêdayî ji xwe re nekirîye xem sereleheng, bûyer, dem û dewran neafirandîye, eynikeke neşkestî danîye pêşberî civaka xwe û bi realîzmeke realist çîroka “keçikeke dê û bavekî bê kur” bi dêwilan ji bîrê kişandiye û berdaye cohikên xwe berdide çemê nivîsbêjîya kurdî.

Roman, her çi qasî gelek teybetmendîyan bihewîne jî li ser wan teybetmendîyan gêre nake. Hêmayên klasîzmê, yên modern û heta yên postmodern digire dest. Ji bikaranîna biwêjan heya gotinên pêşîyan, termînolojîya gund û bajêr bi hev re distire û nane romanê li tenûreke dadayî, wî hevîrê bi haveyn tirş dike, dipêje. Belkî çîrok xwendeyan zû nekêşe nava xwe lê belê çirok xwe bi hesanî berdide hiş û dilê xwendeyan.

Xwebûn

Gula Almastê jin na kitap nûdem pirtÛk hezex Roman weşanên na xeleka xeyalên bê ezman
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Edîtor
  • Website
  • Facebook
  • X (Twitter)
  • Pinterest
  • Instagram

Related Posts

Ji Weşanxaneya Na: Du Pirtûkên Nû Derketin

27 Tîrmeh, 2025

‘Landayî Helbest û Stranên Jinên Peştonî’ bi kurdî hat weşandin

27 Tîrmeh, 2025

Şahesera Peter Handke ‘Kaspar’ êdî bi Kurdî ye

20 Tîrmeh, 2025
Leave A Reply Cancel Reply

Lêgerîn
Arşîv
  • Tîrmeh 2025
  • Rêbendan 2024
  • Sermawêz 2023
  • Cotmeh 2023
  • Îlon 2023
  • Tebax 2023
  • Tîrmeh 2023
  • Hezîran 2023
  • Gulan 2023
  • Nîsan 2023
  • Adar 2023
  • Sibat 2023
  • Rêbendan 2023
  • Cotmeh 2022
  • Tebax 2022
  • Tîrmeh 2022
  • Hezîran 2022
  • Gulan 2022
  • Nîsan 2022
  • Adar 2022
  • Sibat 2022
  • Rêbendan 2022
  • Hezîran 2021
  • Sermawêz 2021
  • Cotmeh 2021
  • Tîrmeh 2021
  • Hezîran 2021
Beş
  • Giştî
  • Gotar
  • Hevpeyvîn
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Pirtûk
  • Rexne
  • Şirove
  • Video
Diyarker
  • Têkeve
  • Şanderêza Şandîyan
  • Şandereza şiroveyan
  • WordPress.org
Facebook X (Twitter) Instagram Pinterest
  • Destpêk
  • Pirtûk
  • Kovar
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Şirove
  • Giştî
  • Firoşgeh
  • Türkçe
© 2026 ThemeSphere. Designed by ThemeSphere.

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.