Hewlêr (Rûdaw) – Di demekê de ku kampanyayeke berfireh ji bo hilbijartina dersa Kurdî birêve diçe, kovareke din jî bi Kurdî belav dibe ku bo gotina amadekarên wê, tevî ku pêşketinek di kovargeriya Kurdî de heye, lê “kêmasiya kovareke felsefî ya xwerû bi zimanê Kurdî” berbiçav bû. Philosophia ku dest bi weşanê dike, dê hewl bide vê kêmasiyê ji holê rake.
Rêveberê Kovara Philosophia, civaknas û felsefezan Ali Gurdilî ye, editoria kovarê jî fîlolog û nivîskar Raif Yaman û Berpirsê Weşanê jî Berfo Barî ye.
Armanc û hêvî
Armanca sereke ya Philosophia “berdestiya zarûzimanê Kurdî ye di hinek warên felsefî de” û hêvî jî ew e “xwe bigihînin terminologiayek baş a felsefê. Hejmara destpêkê dê taybet be û pişt re dê hejmara pêşîn were weşandin.”
Li gor daxuyaniyê, Kovara Philosophia dê li ser hinek prensîpan were weşandin û “nivîsên dê werin divê xwedî guncawtiyek felsefî bin, ji aliyê zimên ve sade û zelal bin. Nivîsên ku ji bo weşanê hatibin şandin, li nivîskaran nayên vegerandin û biryara weşanê dê redaksiyon bide.”
Daxuyaniya Desteya Rêveberiya Kovara Philosophia û Weşanên NA li ser Kovara Philosophia:
Wekî dihate zanîn van çend salên dawî, di kovargeriya Kurdî da pêşketinên baş pêk hatin û niha gelek kovar bi formatên cihê tên weşandin. Lêbelê, kêmasiya kovareke felsefî ya xwerû bi zimanê Kurdî, gelekî berbiçav e. Berî 6 salan me bi navê ‘Felsefevan’ dest bi weşandina kovareke felsefî kiribû, lê mixabin ji ber hinek kêmasiyan temenê kovarê dirêj nebû. Tenê sê hejmarên Kovara Felsefevan hatin weşandin, û çend hejmar jî li ser internetê bi formata Pdf hatin weşandin.
Piştî şeş 6 salan wek weşanxaneya NAyê û deste rêveberiya kovara Philosophîa me dîsa biryara xwe daye ku em kovareke felsefî a xwerû bi Kurdî biweşînin. Kovar wê çarmehane be. Em ê hewl bidin di kovarê da cih bidin zarê (dialect) kirmanckî (zazakî) û şêwezarê (subdialect) soranî jî. Ji bo vê yekê jî, em ê têkiliyê bi felsefeperwerên soranîaxêv û kirmanckîaxêv ra dahînin. Bireveberê kovarê, sociolog û felsefezan Ali Gurdilî ye, editoria kovarê jî philolog û nivîskar Raif Yaman û gerînendeyê weşanê jî Berfo barî ye. Armanca me a sereke di hinek warên felsefî da berdestiya zarûzimanê Kurdî ye, Ji bo me a giring ewê qualita guncawtiya (content) metnan û xwegihandina xwendevanên felsefeperwer be. Hêviya me heye em dê bikanibin weke komeke xebatê karê xwe bikin û xwe bigihînin terminologiayek baş a felsefê. Hejmara destpêkê dê taybet be û pişt ra dê hejmara pêşîn were weşandin.
Kovar dê li ser hinek prensîpan were weşandin. Nivîsên werin divêt xwedî guncawtiyek felsefî bin, ji aliyê zimên ve sade û zelal bin. Nivîs, divê bi programa ‘Word û bi kertên (letters) ‘Times New Roman hatibin nivîstin û çavkaniyên wan jî zelal bin. Nivîsên ku ji bo weşanê hatibin şandin, li nivîskaran nahên vegerandin û biryara weşanê dê redaction bide.
Ji bo navê kovarê jî, em li ser gelek navan fikirîn. Wekî ‘Philosophy Kurdî’, ‘Philosophia Kurdî’, ‘Feylesofiya Kurdî’ û ‘Philosophia’. Ji ber ku peyveke resen e û baş dihata zanîn, me biryar da ku navê kovarê ‘Philosophia’ be. Em ê hewl bibin ku bikanibin salê hejmarekê jî ‘Philosophia Werger’ biweşînin û tê da tenê cih bidin wergerên ji zimanên resen. Bi hêviya rojên xweş û geş, her şad û bextewar bin.
Desteya Rêveberiya Kovara Philosophiayê – Weşanên NA
Têkilî, e mail: kovaraphilosophia@gmail.com”
