Close Menu
  • Destpêk
  • Pirtûk
  • Kovar
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Şirove
  • Giştî
  • Firoşgeh
  • Türkçe
Facebook X (Twitter) Instagram
NA Blog
  • Destpêk
  • Pirtûk
  • Kovar
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Şirove
  • Giştî
  • Firoşgeh
  • Türkçe
Facebook X (Twitter) Instagram
NA Blog
Home»Gotar»Edebiyat an wêje?
Gotar

Edebiyat an wêje?

EdîtorBy Edîtor17 Nîsan, 2022Bêşirove7 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Yaşar EROGLU

Têgeha ‘wêje’yê di beşeke berfireh a derdorê ziman, wêje û çanda kurdî de nayê bikaranîn û ji bikaranîna wê tê imtinakirin. Reftareke ku neyê ferqkirin nîn e. Vê helwestê herî dawî di civata sohbet û îmzekirina pirtûkên niviskarekî de bala min kişand. Nivîskar bi israr heta dawiyê têgeha ‘edebiyat’ê bi kar anî. Piştî civatê ez fikirîm ku min ev pirs çima jê nepirsî. Mixabin ew mecal ji dest çû lê min hewce dît ku dîsa jî ez vê yekê bi nivîsekê bigirim dest.

Ev reftareke psikolojik e yan tiştekî din e lê mijara nîqaşê ye. Beşeke nekêm ji bikaranîna vê têgehê bi zanîn xwe dûr dixin. Hinceta wan a mirov tê digihîje yan jî bi xwe jî tînin ziman heye. Li gorî vê reftarê têgeha ‘wêje’yê nikare dewsa ‘edebiyat’ê bigire, ew bi sedan salan e di wêjeya klasik a kurdî de hatiye bikaranîn û ya ku beramberî ‘lîteratûr’a latînî (îngilîzî, fransizî û zimanên din ên rojava) ye ‘edebiyat’ e. Belkî ji aliyekî ve mafdar bin lê pê re gelek têgehên nû yên ji kurmancî-soranî û zaravayên din ketine zimanê kurdî dike nav nîqaşê. Helbet li gorî min nîqaşeke nerast. Têgeke herî zêde bê bîra mirov ‘çand’ e ku beramberî ‘kultur’ê tê bikaranîn. Dîsa ‘hevok’, ‘lêker’, ‘rêziman’ û gelek hêmayên ziman, wêje û çandê hene û di heyamên dawîn de nav hatine lêkirin. Di dewsa wan de divê têgehên erebî, farisî û latînî-rojavayî bên bikaranîn?

Bi min ev reftareke konzervatîf ango muhafazakar-parastinî ye. Ziman hêmayeke giyanewer e, li gorî her heyam û serdeman diguhere, hêmayên civakî yên zimên li gorî qada bikaranînê xwe diguherînin û peyv û têgehên nû tevî ferhenga kurdî dikin. Bikaranîna hinek peyv an têgehan qels dibe ya hinekên din jî wekî pêdivî derdikeve pêş. Em nikarin ne xwe bi edebiyat, ‘serf û nehw’a erebî ne ‘kultur’ an ‘information’a latînî ve girêdayî bihêlin.

Lê divê ji bo gotinên min baş bên têgihîştin jî ez hinekî li ser bisekinim, rave bikim. ‘Edebiyat’a ku beşek ji eleqedaran tercih dikin rayeka (kok) wê ji zimanê erebî edeb-terbiyeyê hatiye. Yanî terbiyekirin-edebkirina tiştekî yan jî hêmayekê. Dema ku em tînine ser mijara wêjeyê tê wateya terbiyekirina gotinan.

Têgeha ‘wêje’ di zaravayê soranî de xwe rasterast digihîne gotinê. Gotin= wîtin (soranî), vatin (zazakî), wêj- wêje (soranî), vazê, vaje (zazakî). Jixwe di kurmancî de tenê wekî peyv ‘bêje’ heye, bêj, dengbêj, stranbêj bigotinê re eleqedar e. Pê re em dikarin bi awayekî zelal bêjin têgeh an jî peyva ‘wêje’yê yekser gotin û eleqedariya gotinê bixwe ye. Yanî di morfoljiya wê de terbiye û tîmar tune ye.

WÊJE JI NÛ VE AFIRANDINA JIYANÊ YE

Yanî wêje rasterast bigotinê re dikare bê nirxandin. Madem bi têgeha gotinê hatiye hildan dest hingê têgeha ku ‘edebiyat’ê îfade dike û bi awayekî gelemperî gotina nivîskî tîne ziman em ê nirxandineke wiha lê bar bikin û nabe kêmasî; têgeha ‘wêje’ ji nû ve pêkanîna gotinê ye. Yanî herî zêde nêzî wateya her kes li ser hev dike ku ‘wêje bi awayekî bedewkarî ji nû ve afirandina jiyanê ye’ dibe. Bedewkarî karê hostatiya gotinê ye, xweşkirina gotinê ye, di nav de yekser gotin heye. wekî ‘edebiyat’ê lidorgerîna gotinê nîn e, peyama wê rasterast gotin e. Helbet terbiyekirina gotinê jî tê de heye lê terbiyekirin bixwe nîn e. Ew jî têgeha ku ‘edebiyat’ îfade dike bixwe ye. ‘Wêje’ ji ‘edebiyat’ê xurtir wateya zanistî diderbirîne.

Lê beşek ji eleqedarên wêjeyê ji ber çi jê direvin? Çima gotina wêjeyê xwemalî nakin? Gelo wêje ji edebiyatê zêdetir me îfade nake? Eger di ferhenga kurdî de berginda edebiyatê tune be, pêkan e ku em têgeha ‘edebiyat’ê her tim bi kar bînin. Lê heye. Hingê ne rast e ku em vê yekê bispêrine zimên. Bila ferhenga kurdî di riya xwe de biherike û ji bo pêdiviyên nû ziman li gorî mîrateya kurdî xwe nû û berfireh bike.

Divê em hinekî li ser ‘edebiyat’ê hûr bibin. Dema ku min ji bo têgeha ‘wêje’yê lêkolîneke piçûk kir dostekî hêja yê soranînas got, “têgeha wêjeyê zêdetir di devoka soraniya Sinê û Erdelanê de heye, aliyên din ji bo ‘wêj’ê ‘lê’ tê bikaranîn”. Erdelan wargeheke wêjeya kurdî ye dibe ku ev têgeh ji wir hatibe. Yanî koka pêkhatina wê xurt e û navendeke wêjeya kurd e. Em li ‘edebiyat’ê dinêrin dîmenekî cudatir derdikeve pêş me.

EDEBIYAT JI PEYVA EREBÎ EDEBÊ TÊ

Edebiyat ji peyva erebî edeb, terbiyeyê tê. Hin çavkanî koka wê heta Sumeran dibin. Li nîvgirava Erebistanê beriya Îslamê jî wêje hebû, nemaze jî helbest. Ebû Cehîl yek ji wan helbestristên berî Îslamê bû. Piştî ku pergala Îslamê serwer bû, seranser civak li gorî pergala nû hat dîzaynkirin. Ji pir hêlan ve civaka ereban bê ser û ber bû. Bi şerîeta Quranê ku ew jî metneke edebî ye û nivîsa erebî terbiye kiriye, civak bi riya wê ji nû ve dawetî rê, rêbaz û terbiyeya Îslam wehd dike kir. Yanî edeb û terbiye tenê ji bo wêjeyê na, civak bixwe jî hêmayê-elemanê wê terbiyeyê bû. Em dikarin koka ‘edebiyat’ê bigihînin vê serdem û qewmîna olî, civakî, pergalî. Yanî bi riya Îslamê hewce bû ku civaka ereb a bêserûber ji nû ve bê terbiyekirin. Nivîsa erebî, civaka ereb û gotina erebî bi riya Îslamê hatiye terbiyekirin. Gava mirov fêr dibe ku ji bo bênîzamiya civat û meclîsa eshabeyan û beredayîbûna êvarên Mekeyê ayet û hedîs hatine hingê edeb, edebiyat û terbiye ji ku hewce bûye û çawa veguheziye fêmbariya îro tê digihîje.

Edebiyata kokerebî serûveneke wiha derbas kiriye lê wekî ku me li jor jî got ‘wêje’ya kurdî rasterast ji gotinê derdikeve û gotinê ji nû ve pêk tîne. Watexurt e, etîmolojiya wê tam li gorî wateya têgeha wê ye. Gelek xurt hev temam dikin.

Beşek ji rewşenbîrên kurd çima di vê têgeha ‘edebiyat’ê de israr dikin û edebiyatê tercîhî wêjeyê dikin? Serdema ku rewşenbîriya kurdan li pêş nebû, rewşenbîriya civakên Rojhilata Navîn; zanist, tip, wêje û têkiliyên bi vî rengî gelemperî bi zimanê erebî û farisî pêk dihatin. Civakên neereb û faris jî bi van zimanên serwer rewşenbîrî û gelek têkiliyên din pêk dianîn. Ji ber wê termîlojiya wan bi kar dianîn. Gelek asayî bû, çawa ku zimanê latînî li Ewropayê heman rol dilîst. Rewşenbîrî û wêjeya klasik a kurd jî jê sûd wergirt.

ZIMANÊ KURDÎ TERMÎNOLOJIYA XWE PÊK ANIYE

Îro roj zimanê kurdî her çi bê dewlet be jî hatiye gihîştiye qonaxekê. Di gelek qadan de termînolojiya xwe pêk aniye. Wêje jî ji wan qadan yek e. Di nav rewşenbîrên kurd de dilbijîneke ji bo termînoljiya zimanên biyanî heye û di vî warî de kurdiya xwe bes nabînin.

Bi rastî arîşe ne ew e ku bila yekpare termînolojiya zimanên biyanî neyê bikaranîn. Arîşe besnedîtina termînolojiya kurdî ye. Rûyê wan tim li edebiyatê ye, wêje têgeheke çêkiriye û ji bo derbirînê têr û bes nayêdîtin. Termînolojiya ku têra derbirîna ziman nake helbet wê ji zimanên biyanî, cîran û hwd. alîkarî bê girtin. Bila ji kerema xwe qasî ku têgeha ‘edebiyat’ê bi kar tînin, têgeha ‘wêje’yê bo sedeqeyê bi kar bînin bes e. Em li dijî ‘edebiyat’ ê nîn in. Li wê derê ‘gihayê hewşê tehl û tirş’ tê dîtin. Yek jî hewayeke termînolojiya biyanî heye ku hin rewşenbîrên kurd dema bi kar tînin bi kêfxweşiya wê sermest dibin.

ENCAM

Termînolojiya kurdî di gelek qadan de wekî ‘wêje’yê têr û tije ye. Eger termînolojiya me ya têr û tije hebe lê em rûyê xwe lê venagerînin ew ne kêmasiya termînolojiyê ye, ev eyb e ku rewşenbîrên me lê venagerin. Bikaranîna ‘edebiyat’ê ne şerm e lê bikarneanîna ‘wêje’yê şerm e.

Ji Xwebûnê hatiye girtin

diyarname edebiyat wêje yaşar eroğlu
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Edîtor
  • Website
  • Facebook
  • X (Twitter)
  • Pinterest
  • Instagram

Related Posts

Ji bo hînbûna kurdî ‘Destpêka Kurdî’ derket

27 Hezîran, 2023

‘Çavqirpandina Bêriyê’ û ‘Şibake’ du pirtûkên nû derketin

18 Gulan, 2023

Di vê sedsalê de wateya “Romana Gerdûnî” çi ye?

12 Gulan, 2023
Leave A Reply Cancel Reply

Lêgerîn
Arşîv
  • Tîrmeh 2025
  • Rêbendan 2024
  • Sermawêz 2023
  • Cotmeh 2023
  • Îlon 2023
  • Tebax 2023
  • Tîrmeh 2023
  • Hezîran 2023
  • Gulan 2023
  • Nîsan 2023
  • Adar 2023
  • Sibat 2023
  • Rêbendan 2023
  • Cotmeh 2022
  • Tebax 2022
  • Tîrmeh 2022
  • Hezîran 2022
  • Gulan 2022
  • Nîsan 2022
  • Adar 2022
  • Sibat 2022
  • Rêbendan 2022
  • Hezîran 2021
  • Sermawêz 2021
  • Cotmeh 2021
  • Tîrmeh 2021
  • Hezîran 2021
Beş
  • Giştî
  • Gotar
  • Hevpeyvîn
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Pirtûk
  • Rexne
  • Şirove
  • Video
Diyarker
  • Têkeve
  • Şanderêza Şandîyan
  • Şandereza şiroveyan
  • WordPress.org
Facebook X (Twitter) Instagram Pinterest
  • Destpêk
  • Pirtûk
  • Kovar
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Şirove
  • Giştî
  • Firoşgeh
  • Türkçe
© 2026 ThemeSphere. Designed by ThemeSphere.

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.