Close Menu
  • Destpêk
  • Pirtûk
  • Kovar
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Şirove
  • Giştî
  • Firoşgeh
  • Türkçe
Facebook X (Twitter) Instagram
NA Blog
  • Destpêk
  • Pirtûk
  • Kovar
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Şirove
  • Giştî
  • Firoşgeh
  • Türkçe
Facebook X (Twitter) Instagram
NA Blog
Home»Nûçe»‘Çavqirpandina Bêriyê’ û ‘Şibake’ du pirtûkên nû derketin
Nûçe

‘Çavqirpandina Bêriyê’ û ‘Şibake’ du pirtûkên nû derketin

EdîtorBy Edîtor18 Gulan, 2023Updated:18 Gulan, 2023Bêşirove2 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Diyarname/

Weşanxaneya Na yek jê çîrok, yek novel du pirtûkên nû pêşkêşî xwendevanên kurdî kirin.

“ÇAVQIRPANDINA BÊRIYÊ”

“Çavqirpandina Bêriyê” pirtûka Mahîr Bagok e. Novela Mahîr Bagok li ser jiyana rojane û li ser takekesiya Jîrzanî, Gulbêrî û Bozê hatiye honandin. Di paşperdeya novelê de têkoşîna salên nodî jî xwe nîşan dide. Bêrîkirin, bêrikirina welatekî, welatê ku van ciwanan wextekî piçûkên wê bûn mijara sereke ya novelê ye.

Nivîskar wisa dinivîse: 

“Cihê zaroktiya mirov li wir bihurîbe ya rastî rihê mirov li wir veşartî ye. Her tim ji bo çi qala wir dikim, ji ber min li wir ava xeyalên xwe veşartiye. Bêrîkirina demên bihurî di tûrikê dilê mirovî de veşartiye mîna dîrokekê. Dema qala cihê zaroktîya mirovî tê kirin janên dilê mirovî ji nav lêvan dibarin.”

Nivîskar Mahîr Bagok di sala 1981’ê de li Nisêbîna Mêrdînê hatiye dinê. Ev nêzî 10 salan e eq girtî ye. Heta niha helbest, roman, çîrok, nêzî 10 pirtûkên wî derketine.

“ŞIBAKE”

“Şibake” navê pirtûka çîrokan a Serdar Komurcu ye. Şibake navê çîrokek e ku di 11’emîn Pêşbaziya Çîrokan a Şerzan Kurt de xelat girtibû. Navê çîrokê li pirtûkê jî kirine. Wî, du salan ser hev de bi çîrokên xwe di vê pêşbaziyê de xelat girtine, loma jî ev pirtûk diyarî Şerzan Kurt kiriye. 

Di pirtûkê de 10 çîrokên ji aliyê teknikê û mijarê ve ji hev cuda hene; çîrokên kesên ji rêzê, mijarên ku têne zanîn lê bi tevneke xurt wan bi xwendevan bide xwendin.

Serdar Komurcu di sala 1986’an de li gundê Germika Jor a Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê hatiye dinê. Dibistana seretayî li “Germika Jor” xwendiye û dibistana navîn li gundê “Tilbisim” berdewam kiriye. Wî lîse li Dêrikê û zanigîngeh jî li Zanîngeha Mêrsînê Mamostetiya Kompîturê xwendiye û bûye mamoste.

Heta niha wî 4 roman bi tirkî û 2 du pirtûkên çîrokan jî bi kurdî, 6 pirtûkên wî derketine.

– Çavqirpandina Bêriyê / Mahîr Bagok / Weşanên Na / Novel / 84 Rûpel / Gulan 2023

– Şibake / Serdar Komurcu / Weşanên Na / Çîrok / 94 Rûpel / Gulan 2023

www.diyarname.com

Berhem çavqirpandina bêriyê çîrrokên kurdi diyarname mahir bagok pirtûk pirtûka kurdî serdar komurcu şibake Weşanxaneya Na
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Edîtor
  • Website
  • Facebook
  • X (Twitter)
  • Pinterest
  • Instagram

Related Posts

Ji Weşanxaneya Na: Du Pirtûkên Nû Derketin

27 Tîrmeh, 2025

‘Landayî Helbest û Stranên Jinên Peştonî’ bi kurdî hat weşandin

27 Tîrmeh, 2025

Şahesera Peter Handke ‘Kaspar’ êdî bi Kurdî ye

20 Tîrmeh, 2025
Leave A Reply Cancel Reply

Lêgerîn
Arşîv
  • Tîrmeh 2025
  • Rêbendan 2024
  • Sermawêz 2023
  • Cotmeh 2023
  • Îlon 2023
  • Tebax 2023
  • Tîrmeh 2023
  • Hezîran 2023
  • Gulan 2023
  • Nîsan 2023
  • Adar 2023
  • Sibat 2023
  • Rêbendan 2023
  • Cotmeh 2022
  • Tebax 2022
  • Tîrmeh 2022
  • Hezîran 2022
  • Gulan 2022
  • Nîsan 2022
  • Adar 2022
  • Sibat 2022
  • Rêbendan 2022
  • Hezîran 2021
  • Sermawêz 2021
  • Cotmeh 2021
  • Tîrmeh 2021
  • Hezîran 2021
Beş
  • Giştî
  • Gotar
  • Hevpeyvîn
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Pirtûk
  • Rexne
  • Şirove
  • Video
Diyarker
  • Têkeve
  • Şanderêza Şandîyan
  • Şandereza şiroveyan
  • WordPress.org
Facebook X (Twitter) Instagram Pinterest
  • Destpêk
  • Pirtûk
  • Kovar
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Şirove
  • Giştî
  • Firoşgeh
  • Türkçe
© 2026 ThemeSphere. Designed by ThemeSphere.

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.