Close Menu
  • Destpêk
  • Pirtûk
  • Kovar
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Şirove
  • Giştî
  • Firoşgeh
  • Türkçe
Facebook X (Twitter) Instagram
NA Blog
  • Destpêk
  • Pirtûk
  • Kovar
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Şirove
  • Giştî
  • Firoşgeh
  • Türkçe
Facebook X (Twitter) Instagram
NA Blog
Home»Nûçe»Ji weşanxaneya ”NA”yê pirtûkek nû
Nûçe

Ji weşanxaneya ”NA”yê pirtûkek nû

“HÊMA – Rasterast evîn e ev…” derket
EdîtorBy Edîtor12 Gulan, 2022Bêşirove2 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
hêma
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

“HÊMA – Rasterast evîn e ev…” derket

Riataza Berhema ku cureyê wê helbest e, ji helbesteke dirêj a pexşanî pêk tê. Pexşan bi alîterasyon û asonansan, bi dubarekirina peyv û hevokan tehmeke ji helbestê jî helbesttir dide xwendevanan. Di pirtûkê de sê beş hene lêbelê her sê beş jî li ser esaseke helbestekê amade bûne. Naverok bi temamî evîn e lêbelê di nav vê evînê de hesret, feqîrî, bêriya zarokiyê, bajarên cuda, jiyanên ji rêzê, modernîteya hemdem û gelek îmajên din ketiye nav rêzikan. Helbest ji çar beşan pêk tê: “rasterast evîn e ev”, “rasterast birîn e ev”, “rasterast nalîn e ev”, “çend zêmarên ji bo porên Hêmayê”. Bi van beşan Demir behsa destpêk û dawiya eşqeke dirêj dike. Di pirtûkê de Hêma navê keçeke Soran e. Ji ber ku di rûpelên pêş de jî hatiye nivîsandin, diyar e ku ev helbest di navbera salên 2013-2021’an de hatiye nivîsandin.

Demir bi vê pirtûkê îmajên cuda bikar aniye û helbest bi şêwazeke nû afirandiye. Di vê berhemê de helbest car caran bi terzeke îronîk, car caran bi îfadeyên şîzofrenîk hatiye nirxandin. Herwiha Demir di gelek beşên helbestê de bi zimanekî “dînan” gotina xwe honandiye. Tiştekî cuda jî ev e ku di rêzikan de peyvên herêmî yên Serhedê derdikevin  pêş me. Helbestkar; ne zimanekî ku di wêjeyê de “serdest”, zimanekî ku term û gotinên Serhedî dihewîne bikar aniye. Hêma di hin beşan de bi qasî gotina dengbêjekî sade û sivik, di hin beşan de jî bi zimanekî giran hatiye nivîsandin lêbelê helbestkar ji bo helbest herikbar be gelekî xem xwariye.

Ji pirtûkê;

Ez ku birevim ez ê çiya bi çiya ber bi te va werim! Ez ê bi dengê xwe ‘ezmên biqelişînim li te bigerim Hêma! Ez ê porê xwe verojim, ez ê jehran bikojim, bikujim ez ê Hêma, ez ê behran bikujim!

Lê ez êdî ne mêr im. Êdî baskên min bi min ve dizeliqin. Kenogirî dibim gava libên hinareke sor belav dibin. Li tev deveran belqitiyê kulê me ez. Dergistiya min a mirinê ye êdî jiyana li ser milên min.

Tûûû tûûûû!
Min heft salan da bûkekê
Ew jî çû bû yara xelkê…
Divê vebêjî Hêma
Ji bo min wê çîrokê;
rasterast nalîn e ew.         

Hêma

Helbest

Nivîskar: Kamuran Demîr

54 rûpel

2022

Weşanên NA

Riataza

helbest helbesta kurdî Hêma kamuran demir nivîskar şair weşanên na ziman
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Edîtor
  • Website
  • Facebook
  • X (Twitter)
  • Pinterest
  • Instagram

Related Posts

Ji Weşanxaneya Na: Du Pirtûkên Nû Derketin

27 Tîrmeh, 2025

‘Landayî Helbest û Stranên Jinên Peştonî’ bi kurdî hat weşandin

27 Tîrmeh, 2025

Şahesera Peter Handke ‘Kaspar’ êdî bi Kurdî ye

20 Tîrmeh, 2025
Leave A Reply Cancel Reply

Lêgerîn
Arşîv
  • Tîrmeh 2025
  • Rêbendan 2024
  • Sermawêz 2023
  • Cotmeh 2023
  • Îlon 2023
  • Tebax 2023
  • Tîrmeh 2023
  • Hezîran 2023
  • Gulan 2023
  • Nîsan 2023
  • Adar 2023
  • Sibat 2023
  • Rêbendan 2023
  • Cotmeh 2022
  • Tebax 2022
  • Tîrmeh 2022
  • Hezîran 2022
  • Gulan 2022
  • Nîsan 2022
  • Adar 2022
  • Sibat 2022
  • Rêbendan 2022
  • Hezîran 2021
  • Sermawêz 2021
  • Cotmeh 2021
  • Tîrmeh 2021
  • Hezîran 2021
Beş
  • Giştî
  • Gotar
  • Hevpeyvîn
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Pirtûk
  • Rexne
  • Şirove
  • Video
Diyarker
  • Têkeve
  • Şanderêza Şandîyan
  • Şandereza şiroveyan
  • WordPress.org
Facebook X (Twitter) Instagram Pinterest
  • Destpêk
  • Pirtûk
  • Kovar
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Şirove
  • Giştî
  • Firoşgeh
  • Türkçe
© 2026 ThemeSphere. Designed by ThemeSphere.

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.