Close Menu
  • Destpêk
  • Pirtûk
  • Kovar
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Şirove
  • Giştî
  • Firoşgeh
  • Türkçe
Facebook X (Twitter) Instagram
NA Blog
  • Destpêk
  • Pirtûk
  • Kovar
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Şirove
  • Giştî
  • Firoşgeh
  • Türkçe
Facebook X (Twitter) Instagram
NA Blog
Home»Giştî»Ev Roman Pêncî û Heft Salî Ye
Giştî

Ev Roman Pêncî û Heft Salî Ye

revebirBy revebir23 Hezîran, 2021Updated:23 Hezîran, 2021Bêşirove3 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

KARMAMIZ
ELÎ HESENYANÎ
Ji Soranî: Muhsîn Özdemîr

Romana Eli Hesenyanî (Hawar)
Çîrokek temenê wê digîhîje pênc û heft sal berê.
Fermo serpêhatiya Karmamizê ji pênûsa Eli Hesenyanî bixwînin.

Xwendevanên xoşewîst!

Di sala 1343ê Havînî (1964ê Z. ) de, wê dema ku li zîndana Qizilqela ya Tehranê bi tawanê kurdîtiyê zîndanî bûm, min çîrokek bi zimanê farsî nivîsî bi navê “Ronak Ahuyê Kuhestan”ango “Ronak, Mamiza(Xezala) Zozanê” . Mixabin di ketin û rabûnên jiyanê de, tevî gelek helbest û nivîsar û çîrokên din ji destê min çûn û tunebûn. Lê çawaniya çîroka min her di bîra min de mabû; heta ku di sala 1358(1979 Z. )an de, li binê çiyayê Qendîlê rastî pêşmergeyekî hatim, me hev naskir.

Bîranînên xwe ji min re vegotin. Serpêhatiya wî gelekî dişibiya serpêhatiya lehengê çîroka min. Min bi wî re biryar da ku serpêhatiya rastteqîn ya wî pêşmergeyê qehreman bi serpêhatiya xeyalî ya lehengê çîroka xwe bikim yek û bikim çîrokek, min dest bi nivîsandina wê kir. Mixabin hêj nîvco bû bi min re ket nav çemê Kewlê, tevî hin nivîsarên din, ew jî di avê de çû.

Min ji nû ve dest pê kir. Ji ber jiyana pêşmergetiyê her bi kû ve biçûma min nivîsên xwe jî bi xwe re dibirin û ji bo nivîsandinê min ji her derfetekî sûd werdigirt. Heyanî şevekî li gundekî aliyê Hewşarê ku min danî odeyekî. Topeke dijmin li xênî dikeve û çîroka min jî dibe belagêraya we. Min dev jê berneda û sêyemîn car dîsa min nivîsand. Lê mala xwedê ava vê carê min di roja 20/8/1360 Havînî(1971ê Z. ) , li gundê Kavlanê ya navçeya Gewreka Mehabadê temam kir.

Her weke min destnîşan kirî Karmamiz pirek e di navbera ‘Hebû’ û ‘ Nebû’ de, lê beşa wê ya xeyalî zêdetir e.

Di Karmamiz de jiyana kurdewarî, bihurandina jiyana pêş-mergetî, dab û nerîtên paşveroyî, zilm û zora ku li keçan tên kirin, li pêş çavan hatiye raxistin.

Karmamiz yekemîn çîroka min a dirêj e ku deh sal berî niha min nivîsandiye, ji kêmaniyan ne dûr e û di wê hêlê de daxwaza lêborînê ji we dikim.

Di vê çîrokê de navê lehengan û deveran ne yê rastî ne, îca heke cihek yan kesek bi we hevnas were jî ew rasthatinek e.

Ji bo hin peyvên dibe ku xerîb werin, min ji zaravayên kurdî ferhengokek jî di dawiya pirtûkê de daniye û wate kiriye. Dibe ku hin peyv xwedî wateyeke din jî bin, lê wateya ku bi naveroka çîrokê re heye hatiye destnîşankirin. 1 Îca va hûn û wa Karma-miz.

Riataza

eli hesenyanî karmamiz weşanên na
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
revebir
  • Website

Related Posts

Ji Weşanxaneya Na: Du Pirtûkên Nû Derketin

27 Tîrmeh, 2025

‘Landayî Helbest û Stranên Jinên Peştonî’ bi kurdî hat weşandin

27 Tîrmeh, 2025

Şahesera Peter Handke ‘Kaspar’ êdî bi Kurdî ye

20 Tîrmeh, 2025
Leave A Reply Cancel Reply

Lêgerîn
Arşîv
  • Tîrmeh 2025
  • Rêbendan 2024
  • Sermawêz 2023
  • Cotmeh 2023
  • Îlon 2023
  • Tebax 2023
  • Tîrmeh 2023
  • Hezîran 2023
  • Gulan 2023
  • Nîsan 2023
  • Adar 2023
  • Sibat 2023
  • Rêbendan 2023
  • Cotmeh 2022
  • Tebax 2022
  • Tîrmeh 2022
  • Hezîran 2022
  • Gulan 2022
  • Nîsan 2022
  • Adar 2022
  • Sibat 2022
  • Rêbendan 2022
  • Hezîran 2021
  • Sermawêz 2021
  • Cotmeh 2021
  • Tîrmeh 2021
  • Hezîran 2021
Beş
  • Giştî
  • Gotar
  • Hevpeyvîn
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Pirtûk
  • Rexne
  • Şirove
  • Video
Diyarker
  • Têkeve
  • Şanderêza Şandîyan
  • Şandereza şiroveyan
  • WordPress.org
Facebook X (Twitter) Instagram Pinterest
  • Destpêk
  • Pirtûk
  • Kovar
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Şirove
  • Giştî
  • Firoşgeh
  • Türkçe
© 2026 ThemeSphere. Designed by ThemeSphere.

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.