Close Menu
  • Destpêk
  • Pirtûk
  • Kovar
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Şirove
  • Giştî
  • Firoşgeh
  • Türkçe
Facebook X (Twitter) Instagram
NA Blog
  • Destpêk
  • Pirtûk
  • Kovar
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Şirove
  • Giştî
  • Firoşgeh
  • Türkçe
Facebook X (Twitter) Instagram
NA Blog
Home»Nûçe»Pirtûkeke nû: ‘Rastiya Tawûsê Melek û çend rastiyên Êzdiyatiyê’
Nûçe

Pirtûkeke nû: ‘Rastiya Tawûsê Melek û çend rastiyên Êzdiyatiyê’

EdîtorBy Edîtor6 Hezîran, 2022Bêşirove2 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Diyarname /

Heta niha li ser êzîdîtî gelek pirtûk hatin nivîsandin, her yekê ji aliyê xwe ve li meseleyê nêrî. Niha yeka din li wan zêde bû. Pirtûka bi navê “Rastiya Tawûsê Melek û çend rastiyên Êzdiyatiyê” ji aliyê Cevdet Tutku ve hatiye nivîsandin. Pirtûk ji Weşanxaneya Na derketiye.

Weşanxaneya Na ev demek e hinek pirtûkên li ser êzîdîtî wekî rêze pirtûk çap dike. Pirtûka nivîskar Tutku jî di vê rêzê de gihîştiye xwendevanan. Pirtûk li ser sê mejarên sereke hatiye sazkirin. Di beşa yekem de berê xwe dide ser çanda Mezopotamyaya kevnare û li ser  vê ҫanda kevnare a ku bandor li olên mezin (Cihû, Xiristiyan, Îslam) jî kiriye sekiniye.  Di vî warî de nivîskar vê derdixe pêş: “Ev olên mezin mîtolojî û bawerî ji ҫanda Mezopotamyayê ya kevn girtine. Elementên çanda Mezopotamyayê yên kevn di nav ola êzîdiyan de jî hene, wan wek olên mezin ji Mezopotamyayê negirtine, êzîdî parҫeyek ji wê çanda kevn bi xwe ne. Ew domdarê wê ҫanda kevn in.”    

Ligel agahiyên kevnare, nivîskar di vê beşê de li ser Tawûsê Melek jî sekinîye. Ew pirsên wekî “Tawûsê Melek berê kî bû?” Çima bawermendên olên din Tawûsê Melek xirab nîşan didir?” dipirse û dikeve dû bersivên van pirsan û hin pirsên din.

Di beşa duyemîn de ew li ser malbata Mala Misto sekinîye, ew malbateke êzîdî bû ye, ku ji alî misilmanan ve hatine qirkirin.

Di beşa sêyemîn li ser Austen Henry Layard sekiniye. Nivîskar li ser vê babetê li bajarê Oldenburgê di konferensa sala 2019’an de gotarek pêşkêş kiriye ku ev gotar xistiye vê pirtûkê jî. Li gor nivîskar ji bo dîroka êzîdiyan Layard ҫavkaniyeke mezin e û bi vê xwestiye xwendevan baştir Layardî binasin.

Dr Eskerê Boyîk ku ji bo pirtûkê tiştin nivîsine, dibêje: “Bi texmîna min ev lêkolînên ji aliyê nivîskar ve hatine kirin, ji bo lêkolînvanên pêşerojê karibin bibin bingeha zanyariya Êzdînasiyê ya xurt.”

– Rastiya Tawûsê Melek û çend rastiyên Êzdiyatiyê / Cevdet Tutku / Weşanên Na / Lêkolîn / 184 rûpel / 2022

Diyarname

cevdet tuku Êzdî Êzdiyatî kurdî rastiya tawûsê melek û çend rastiyên êzdiyatiyê weşanên na
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Edîtor
  • Website
  • Facebook
  • X (Twitter)
  • Pinterest
  • Instagram

Related Posts

Ji Weşanxaneya Na: Du Pirtûkên Nû Derketin

27 Tîrmeh, 2025

‘Landayî Helbest û Stranên Jinên Peştonî’ bi kurdî hat weşandin

27 Tîrmeh, 2025

Şahesera Peter Handke ‘Kaspar’ êdî bi Kurdî ye

20 Tîrmeh, 2025
Leave A Reply Cancel Reply

Lêgerîn
Arşîv
  • Tîrmeh 2025
  • Rêbendan 2024
  • Sermawêz 2023
  • Cotmeh 2023
  • Îlon 2023
  • Tebax 2023
  • Tîrmeh 2023
  • Hezîran 2023
  • Gulan 2023
  • Nîsan 2023
  • Adar 2023
  • Sibat 2023
  • Rêbendan 2023
  • Cotmeh 2022
  • Tebax 2022
  • Tîrmeh 2022
  • Hezîran 2022
  • Gulan 2022
  • Nîsan 2022
  • Adar 2022
  • Sibat 2022
  • Rêbendan 2022
  • Hezîran 2021
  • Sermawêz 2021
  • Cotmeh 2021
  • Tîrmeh 2021
  • Hezîran 2021
Beş
  • Giştî
  • Gotar
  • Hevpeyvîn
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Pirtûk
  • Rexne
  • Şirove
  • Video
Diyarker
  • Têkeve
  • Şanderêza Şandîyan
  • Şandereza şiroveyan
  • WordPress.org
Facebook X (Twitter) Instagram Pinterest
  • Destpêk
  • Pirtûk
  • Kovar
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Şirove
  • Giştî
  • Firoşgeh
  • Türkçe
© 2026 ThemeSphere. Designed by ThemeSphere.

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.