Close Menu
  • Destpêk
  • Pirtûk
  • Kovar
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Şirove
  • Giştî
  • Firoşgeh
  • Türkçe
Facebook X (Twitter) Instagram
NA Blog
  • Destpêk
  • Pirtûk
  • Kovar
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Şirove
  • Giştî
  • Firoşgeh
  • Türkçe
Facebook X (Twitter) Instagram
NA Blog
Home»Nûçe»Weşanxaneya NAyê sê pirtûkên Eskerê Boyik çap kirin
Nûçe

Weşanxaneya NAyê sê pirtûkên Eskerê Boyik çap kirin

EdîtorBy Edîtor17 Hezîran, 2022Updated:17 Hezîran, 2022Bêşirove3 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Riataza /Ji Weşanxaneya NAyê sê pirtûkên Eskerê Boyik

”Êzdîxana Min”, 

”Berxwedana Êla Xalta, Mîrzikê Zaza”,

”Du Lêkolîn Li Ser Du Mezinan: Cegerxwîn, Evdalê Zeynikê”

 

Êzdîxana Min 

Weşanxaneya me sê pirtûkên nivîskar û lêkolînerê Kurd Eskerê Boyik çap kirin. Ev sê pirtûkên ku bi du cureyên cuda hatine nivîsandin di heman demê de ketin arşîva edebiyata Kurdî. Her wekî ku tê zanîn Boyik, gelek pirtûkên pexşanî, helbest û lêkolînê diyarî lîteraturê kiribû.

Pirtûka Eskerê Boyik ya helbestê “Êzdîxana Min” e. Êzdîxana Min ew helbest in ku Boyik di navbera salên 1967-2021’an de nivîsandiye. Ev pirtûk wek ku di rûpela nasandina pirtûkê de jî hatiye diyarkirin “Berhevoka Helbestan” e. Helbestkar cî daye 56 helbestên hestiyar. Bi giştî pirtûk xerîbî, koçerî, îmajên jiyanî, keser, dûrmayîna ji welêt, kuştin û sembol û naverokên her wekî van dihewîne. Êzdiyatî û term û têgehên bi Êzdiyatiyê re têkildar zêdetirîn bala mirov dikşîne di pirtûkê de. Laliş, komkujî, Çarşema Sor, Şengal… Eskerê Boyik di “Êzdîxana Min” de dibe ahengeke nû ji bo dengekî qedîm.

“Kesera kal û bavan î tu,
Dîroka fermanan î tu,
Rȇya xerîbiya dirêj î tu,
Nalîna dengê dengbêj î tu,
Kilama bi jan – êș î tu…

Tiberka nav piyê sa da nî tu,
Qurbana xwefiroș-ceșan î tu,
Cangoryê derewa weșan î tu,
Êzdîxana min…”

                      Berxwedana Êla Xalta, Mîrzikê Zaza

Pirtûka din a Eskerê Boyik “Berxwedana Êla Xalta, Mîrzikê Zaza” ye. Cureyê vê pirtûkê lêkolîn e. Boyik bi vê pirtûkê behsa Mîrzikê Zaza, Komkujiya Dela, Ridiwan Şerê Erenza Şêxan, Nameyên Mîrzikê Zaza ji Serleşkerê Rûs ra, Kuştina Mîrzikê Zaza û Dawiya Mîrgeha Xalta kiriye. Ev naverok wek beşên serbixwe hatine lêkolandin û nivîsandin. Mîrzikê Zaza kê ye, komkujiya Dela çawa bibû, ev gund û Ridiwan li ku derê bûn, şerê Erenza Şêxan kengê û li ser çi bû… Boyik bersiva van tev pirsan bi vê pirtûkê, bi gelek çavkaniyan dide.

                      “Ew komkujî seba çi bûye, sebeb yan nakokî di navbera herdu aliyan da hebûne yan na, îzbatî negihîştine me. Di kilam û melûmetiyên nivîskî da jî wê di derheqê de tu menî nayê gotin. Min jî çiqas ew bûyer kolan û pirsîn, tu sebebekî wisa yê girîng nedît. Ji rû va tê xuyanê ku sebebê komkujiyê dîndijminatî ye; hev qebûlnekirin, tehemûlnekirin e; şerê dijîtiya baweriyê û fanatîzma olê bûye.”

                      Du Lêkolîn Li Ser Du Mezinan: Cegerxwîn, Evdalê Zeynikê

Pirtûka duyem a lêkolînê a Eskerê Boyik “Du Lêkolîn Li Ser Du Mezinan: Cegerxwîn, Evdalê Zeynikê” ye. Boyik bi vê pirtûkê behsa dengbêjê mezin Evdalê Zeynikê û helbestkarê mezin Cegerxwîn kiriye; li ser edebiyata wan, şexsiyet û jiyana wan rawestiyaye. Nivîskar bi tenê behsa kesayet û edebiyata nekiriye, herwiha behsa naverokên folklorîk jî kiriye. Wekî ku diyar e ev pirtûk ji du beşan pêk tê. Sernavên di naveroka pirtûkê de ev in: Cegerxwîn Dengê Gelê Kurd e, Cegerxwîn û Folklora Kurdî, Cegerxwîn û Zargotin, Cegerxwîn û Stranbêjî, Bilbilê Welatê Serhedê: Evdalê Zeynikê, Zargotina Kurdî û Berhevoka “Folklora Kurmanca”.

                      “Zarbêjî, çîrokbêjî, dengbêjî bi jiyana gel va girêdayî ne û bawer bike wek hewa, nan û avê her dema jê ra pêwîst in. Gelê Kurd çîrokbêj û dengbêj e. Dîwanên mîr û hakiman, odeyên gundan tim cîyê çîrokbêj, dengbêj, aşîq û dewrêşan bûne. Ne şînê Kurdan bê zarbêjî dibin, ne jî şahî… Dema tenêbûnê kilam bi Kurdan ra heval e. Civaka Kurdî bê kilam û dîlan, mesele û metelok, laqirdî û henek nameşe… Dema evîntiyê, dilxweşiyê hogirê herî dilsoz kilam e, dema bêgumaniyê kilam guman e.”

Riataza

çÎrok Eskerê Boyik Êzdî Êzdîxana min na kitap Roma weşanên na
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Edîtor
  • Website
  • Facebook
  • X (Twitter)
  • Pinterest
  • Instagram

Related Posts

Ji Weşanxaneya Na: Du Pirtûkên Nû Derketin

27 Tîrmeh, 2025

‘Landayî Helbest û Stranên Jinên Peştonî’ bi kurdî hat weşandin

27 Tîrmeh, 2025

Şahesera Peter Handke ‘Kaspar’ êdî bi Kurdî ye

20 Tîrmeh, 2025
Leave A Reply Cancel Reply

Lêgerîn
Arşîv
  • Tîrmeh 2025
  • Rêbendan 2024
  • Sermawêz 2023
  • Cotmeh 2023
  • Îlon 2023
  • Tebax 2023
  • Tîrmeh 2023
  • Hezîran 2023
  • Gulan 2023
  • Nîsan 2023
  • Adar 2023
  • Sibat 2023
  • Rêbendan 2023
  • Cotmeh 2022
  • Tebax 2022
  • Tîrmeh 2022
  • Hezîran 2022
  • Gulan 2022
  • Nîsan 2022
  • Adar 2022
  • Sibat 2022
  • Rêbendan 2022
  • Hezîran 2021
  • Sermawêz 2021
  • Cotmeh 2021
  • Tîrmeh 2021
  • Hezîran 2021
Beş
  • Giştî
  • Gotar
  • Hevpeyvîn
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Pirtûk
  • Rexne
  • Şirove
  • Video
Diyarker
  • Têkeve
  • Şanderêza Şandîyan
  • Şandereza şiroveyan
  • WordPress.org
Facebook X (Twitter) Instagram Pinterest
  • Destpêk
  • Pirtûk
  • Kovar
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Şirove
  • Giştî
  • Firoşgeh
  • Türkçe
© 2026 ThemeSphere. Designed by ThemeSphere.

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.