Close Menu
  • Destpêk
  • Pirtûk
  • Kovar
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Şirove
  • Giştî
  • Firoşgeh
  • Türkçe
Facebook X (Twitter) Instagram
NA Blog
  • Destpêk
  • Pirtûk
  • Kovar
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Şirove
  • Giştî
  • Firoşgeh
  • Türkçe
Facebook X (Twitter) Instagram
NA Blog
Home»Nûçe»Weşanxaneya Nayê sê pirtûkên Eskerê Boyikî çap kirine
Nûçe

Weşanxaneya Nayê sê pirtûkên Eskerê Boyikî çap kirine

EdîtorBy Edîtor17 Hezîran, 2022Bêşirove2 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email
Weşanxaneyê, pirtûkeke helbestan û du jî lêkolînên nivîskar Eskerê Boyikî çap kirine.
Stenbol – Navenda Nûçeyan a BIAyê 17 Hezîran 2022, În 10:44

Weşanxaneya Nayê sê pirtûkên nivîskar û lêkolîner Eskerê Boyikî çap kirine.

Pirtûkek ji berhevoka helbestên Boyikî pêk hatiye yek jê derbarê “Berxwedana Êla Xalta, Mîrzikê Zaza”de ye, ya din jî li ser Evdalê Zeynikê û Cegerxwînî ye.

“Êzdîxana Min”

“Êzdîxana Min” pirtûka helbestan e. Boyikî ev helbest di navbera salên 1967-2021ê de nivîsandine. Helbestkar cî daye 56 helbestan. Bi giştî pirtûk xerîbî, koçerî, îmajên jiyanî, keser, dûrmayîna ji welêt, kuştin û sembol û naverokên her wekî van dihewîne. Êzdiyatî û term û têgehên bi Êzdiyatiyê re têkildar zêdetirîn bala mirov dikşîne di pirtûkê de. Laliş, komkujî, Çarşema Sor, Şengal û hinên din.

“Berxwedana Êla Xalta, Mîrzikê Zaza”

Pirtûka din a Eskerê Boyikî “Berxwedana Êla Xalta, Mîrzikê Zaza” ye. Cureyê vê pirtûkê lêkolîn e. Boyik bi vê pirtûkê behsa Mîrzikê Zaza, Komkujiya Dela, Ridiwan Şerê Erenza Şêxan, Nameyên Mîrzikê Zaza ji Serleşkerê Rûs re şandine, Kuştina Mîrzikê Zaza û Dawiya Mîrgeha Xalta kiriye. Ev naverok wek beşên serbixwe hatine lêkolandin û nivîsandin. Mîrzikê Zaza kî ye, komkujiya Dela çawa bibû, ev gund û Ridiwan li ku derê bûn, şerê Erenza Şêxan kengê û li ser çi bû? Boyik bersiva van pirsan di pirtûkê de daye.

Cegerxwîn û Evdalê Zeynikê

Pirtûka sêyem jî bi navê “Du Lêkolîn Li Ser Du Mezinan: Cegerxwîn, Evdalê Zeynikê” hatiye weşandin. Boyikî bi vê pirtûkê behsa dengbêjê mezin Evdalê Zeynikê û helbestkarê mezin Cegerxwînî kiriye. Li ser wêjeya wan, şexsiyet û jiyana wan rawestiyaye. Dîsa behsa naverokên folklorîk jî kiriye.

Pirtûk ji du beşan pêk hatiye. Sernavên di naveroka pirtûkê de ev in: Cegerxwîn Dengê Gelê Kurd e, Cegerxwîn û Folklora Kurdî, Cegerxwîn û Zargotin, Cegerxwîn û Stranbêjî, Bilbilê Welatê Serhedê: Evdalê Zeynikê, Zargotina Kurdî û Berhevoka “Folklora Kurmanca”. (FD)

Stenbol – Navenda Nûçeyan a BIAyê 17 Hezîran 2022, În 10:44

Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Edîtor
  • Website
  • Facebook
  • X (Twitter)
  • Pinterest
  • Instagram

Related Posts

Ji Weşanxaneya Na: Du Pirtûkên Nû Derketin

27 Tîrmeh, 2025

‘Landayî Helbest û Stranên Jinên Peştonî’ bi kurdî hat weşandin

27 Tîrmeh, 2025

Şahesera Peter Handke ‘Kaspar’ êdî bi Kurdî ye

20 Tîrmeh, 2025
Leave A Reply Cancel Reply

Lêgerîn
Arşîv
  • Tîrmeh 2025
  • Rêbendan 2024
  • Sermawêz 2023
  • Cotmeh 2023
  • Îlon 2023
  • Tebax 2023
  • Tîrmeh 2023
  • Hezîran 2023
  • Gulan 2023
  • Nîsan 2023
  • Adar 2023
  • Sibat 2023
  • Rêbendan 2023
  • Cotmeh 2022
  • Tebax 2022
  • Tîrmeh 2022
  • Hezîran 2022
  • Gulan 2022
  • Nîsan 2022
  • Adar 2022
  • Sibat 2022
  • Rêbendan 2022
  • Hezîran 2021
  • Sermawêz 2021
  • Cotmeh 2021
  • Tîrmeh 2021
  • Hezîran 2021
Beş
  • Giştî
  • Gotar
  • Hevpeyvîn
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Pirtûk
  • Rexne
  • Şirove
  • Video
Diyarker
  • Têkeve
  • Şanderêza Şandîyan
  • Şandereza şiroveyan
  • WordPress.org
Facebook X (Twitter) Instagram Pinterest
  • Destpêk
  • Pirtûk
  • Kovar
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Şirove
  • Giştî
  • Firoşgeh
  • Türkçe
© 2026 ThemeSphere. Designed by ThemeSphere.

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.