Close Menu
  • Destpêk
  • Pirtûk
  • Kovar
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Şirove
  • Giştî
  • Firoşgeh
  • Türkçe
Facebook X (Twitter) Instagram
NA Blog
  • Destpêk
  • Pirtûk
  • Kovar
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Şirove
  • Giştî
  • Firoşgeh
  • Türkçe
Facebook X (Twitter) Instagram
NA Blog
Home»Nûçe»3 pirtûkên Eskerê Boyîk bi hev re çap bûn
Nûçe

3 pirtûkên Eskerê Boyîk bi hev re çap bûn

EdîtorBy Edîtor18 Hezîran, 2022Bêşirove3 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Diyarname

Weşanxaneya Na sê pirtûkên cur bi cur ên nivîskar Eskerê Boyik derxistin. Ji van yek pirtûka helbestan û her duyên din jî lêkolîn in.

Cegerxwîn û Evdalê Zeynikê

Pirtûka yekemîn li ser du karakterên girîng ên cîhana kurdan e. Cihê Evdalê Zeynikê di nav dengbêjiya kurdî, cihê Cegerxwîn jî di nav helbesta kurdî de gelek diyar e. Nivîskar Boyik pirtûka xwe li ser van her du karakteran saz kiriye. Pirtûk ji du beşan pêk tê. Ew di vê pirtûkê de li ser edebiyata wan, şexsiyet û jiyana wan rawestiyaye. Her wiha ne tenê kesayet û edebiyata wan, qala aliyê wan ê folklorîk jî kiriye. Cegerxwîn Dengê Gelê Kurd e, Cegerxwîn û Folklora Kurdî, Cegerxwîn û Zargotin, Cegerxwîn û Stranbêjî, Bilbilê Welatê Serhedê: Evdalê Zeynikê, Zargotina Kurdî û Berhevoka “Folklora Kurmanca” hin sernavên pirtûkê ne ku li ser xebitiye.

Berxwedana Êla Xalta, Mîrzikê Zaza

Pirtûka din a Eskerê Boyik “Berxwedana Êla Xalta, Mîrzikê Zaza” ye. Di vê lêkolînê de Boyik li ser Mîrzikê Zaza, Komkujiya Dela, Ridiwan Şerê Erenza Şêxan, Nameyên Mîrzikê Zaza ji Serleşkerê Rûs re, Kuştina Mîrzikê Zaza û Dawiya Mîrgeha Xalta sekiniye. Ev naverok wek beşên serbixwe hatine

lêkolandin û nivîsandin. Mîrzikê Zaza kê ye, komkujiya Dela çawa bibû, ev gund û Ridiwan li ku derê bûn, şerê Erenza Şêxan kengê û li ser çi bû… Boyik bersiva van tev pirsan bi vê pirtûkê, bi gelek çavkaniyan dide.

Êzdîxana Min

Pirtûka din a Boyik pirtûka helbestan e û navê “Êzdîxana Min”hatiye çapkirin. Êzdîxana Min ew helbest in ku Boyik di navbera salên 1967-2021’ê de nivîsandine. Ev pirtûk wekî berhevoka helbestên wî ye. Helbestkar cih daye 56 helbestên hestiyar. Bi giştî pirtûk xerîbî, koçerî, îmajên jiyanî, keser, dûrmayîna ji welêt, kuştin û sembol û naverokên her wekî van dihewîne.

Êzdiyatî û term û têgehên bi êzdiyatiyê re têkildar zêdetirîn bala mirov dikşîne di pirtûkê de. Laliş, komkujî, Çarşema Sor, Şengal…

Eskerê Boyik kî ye?

Nivîskar Eskerê Boyîk di sala 1941’ê de li gundê Qundexsazê (niha Riya Teze, nehiya Aparanê, Komara Ermenistanê) ji diya xwe bûye. Wî berê li gundê xwe dûre li gundên cîran xwendina xwe domandiye. Di sala 1966’an de înstîtûta bajarê Yêrêvanê ya Malhebûna Gundîtîyê xilas kiriye û li înstûta ulm-îzgerîyê ya Êkonomîka Malhebûna Gundîtiyê de xebitîye. Ji pey xwendina Aspîrantûra wê înstîtûtê re dîsêrtasya xwe kirîye û têza kandîdatê ulmê Êkonomîkayê (Aboriyê) standîye, bûye doktor. Heta sala 1991’ê di wê înstîtûtê de wekî serwêrê parê kar kiriye. Heta niha bi dehan pirtûkên wî derketine.

Diyarname

3 pirtûkên Eskerê Boyîk bi hev re çap bûn Eskerê Boyik Êzdiyatî na kitap Na Yayınları weşanên na
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Edîtor
  • Website
  • Facebook
  • X (Twitter)
  • Pinterest
  • Instagram

Related Posts

Ji Weşanxaneya Na: Du Pirtûkên Nû Derketin

27 Tîrmeh, 2025

‘Landayî Helbest û Stranên Jinên Peştonî’ bi kurdî hat weşandin

27 Tîrmeh, 2025

Şahesera Peter Handke ‘Kaspar’ êdî bi Kurdî ye

20 Tîrmeh, 2025
Leave A Reply Cancel Reply

Lêgerîn
Arşîv
  • Tîrmeh 2025
  • Rêbendan 2024
  • Sermawêz 2023
  • Cotmeh 2023
  • Îlon 2023
  • Tebax 2023
  • Tîrmeh 2023
  • Hezîran 2023
  • Gulan 2023
  • Nîsan 2023
  • Adar 2023
  • Sibat 2023
  • Rêbendan 2023
  • Cotmeh 2022
  • Tebax 2022
  • Tîrmeh 2022
  • Hezîran 2022
  • Gulan 2022
  • Nîsan 2022
  • Adar 2022
  • Sibat 2022
  • Rêbendan 2022
  • Hezîran 2021
  • Sermawêz 2021
  • Cotmeh 2021
  • Tîrmeh 2021
  • Hezîran 2021
Beş
  • Giştî
  • Gotar
  • Hevpeyvîn
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Pirtûk
  • Rexne
  • Şirove
  • Video
Diyarker
  • Têkeve
  • Şanderêza Şandîyan
  • Şandereza şiroveyan
  • WordPress.org
Facebook X (Twitter) Instagram Pinterest
  • Destpêk
  • Pirtûk
  • Kovar
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Şirove
  • Giştî
  • Firoşgeh
  • Türkçe
© 2026 ThemeSphere. Designed by ThemeSphere.

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.