Close Menu
  • Destpêk
  • Pirtûk
  • Kovar
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Şirove
  • Giştî
  • Firoşgeh
  • Türkçe
Facebook X (Twitter) Instagram
NA Blog
  • Destpêk
  • Pirtûk
  • Kovar
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Şirove
  • Giştî
  • Firoşgeh
  • Türkçe
Facebook X (Twitter) Instagram
NA Blog
Home»Nûçe»Lîstika Turrini ‘Dawiya Dawî’ bi kurdî çap bû
Nûçe

Lîstika Turrini ‘Dawiya Dawî’ bi kurdî çap bû

EdîtorBy Edîtor29 Hezîran, 2022Bêşirove2 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Diyarname /

Peter Turrin yek ji nivîskarên şanoyê yê ji Avusturyayê ye ku li dinyayê tê nasîn. Niha teksta lîstika wî ya bi navê “Dawiya Dawî” bi kurdî wekî pirtûk hat çapkirin. Nivîskar û werger Asya Xerzan tekst wergerandiye û pirtûk ji Weşanxaneya Na derketiye.

Peter Turrini nivîskarekî ji Avusturyayê ye. Lê ew bi almanî nivîsên xwe dinivîse. Lîstika xwe “Endlich Schluss” (Dawiya Dawî) jî dor 25 sal berê nivîsandibû û lîstik di sala 1997’an der derxistibûn ser dikê. Ji wê rojê de lîstik ji bo gelek zimanan hatiye wergerandin û niha jî ji bo kurdî hat wergerandin. Nivîskar û werger Asya Xerzan ku li Almanyayê dijî pirtûka Turrini ji almanî wergerandiye kurdî. Di lîstika yek kesî  ji serî heta dawî ji monolagan pêk tê. Di lîstikê de kesekî ku di jiyana xwe de serketiye û bûye xwedî her tiştî êdî ji wan kerixiye û dixwaze dawî li jiyana xwe bîne. Derî li ser xwe radide, kilîdê vedişê re, di quncikê odeya tarî de heya hezarî dijmêre, gava digîhîje 999’an ji nişke ve  disekine… Lîstik ramana xwekuştinê wekî rêyeke xelasbûnê pêşkêş dike. Bi çapkirina vê pirtûkê klasîkek din a dinyayê li pirtûkxaneya kurdî zêde bû û yên bixwazin lîstikê derxin ser dike jî ji bo wan bû firsendek.

Peter Turrini kî ye?

Peter Turrini, roja 26’ê rezbera 1944’an li Sankt Margarethen Karntenê  ya Avusturyayê hatiye dinê. Ew ji 1971’ê ve wekî nivîskarekî serbixwe û xweser e; şano, senaryo, pexşan û helbestan dinivîsîne. Ew bi rexnegirîya xwe ya civakî, bi taybetî jî di xebatên xwe yên destpêkê de, bi Leyîstikên Gel ên Provokatîf gelekî navdar e. Berhemên wî li zêdetirî sih zimanî hatine wergerandin û li seranserê cihanê şanoyên wî têne lîstin.

Peter Turrini li Kleinriedenthal a nêzî Retzê dijî.

Asya Xerzan kî ye?

Asya Xerzan di sala 1974’an de li Herêma Xerzan, li gundê Qorixê yê girêdayî navçeya Qubîna Batmanê hatiye dinê. Wê dibistana destpêkê li Qorixê xwend û dibistana navendî li Oberkirchen a Almanyayê xwend. Xerzan, sala 2016’an di 24’mîn Pêşbaziya Çîrok û Helbesta Kurdî ya Huseyîn Celebî de xelata yekemînîyê girtiye. Ji sala 1985’an ve tevî malbata xwe li Almanyayê dijî.

Pirtûkên wê ev in:

– Dengê Bêdengîyê /Helbest /Weşanxaneya Sîtav / 2016  / Wan

– Dengê Bêdengîyê / Helbest / Wergera Soranî / Weşanxaneya Sîtav 2018 / Wan

Asya Xerzan, niha ligel nivîsîna çîrokan, wergera ji Almanî bo Kurdî jî dike.

Diyarname

Asya Xerzan Dawîya Dawî diyarname kurdî kürtçe Tiyatro Kürtçe Tiyatro Kitabı Na na kitap Peter Turini Şano şanoname şanoya kurdî weşanên na Weşanxaneya Na ziman
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Edîtor
  • Website
  • Facebook
  • X (Twitter)
  • Pinterest
  • Instagram

Related Posts

Ji Weşanxaneya Na: Du Pirtûkên Nû Derketin

27 Tîrmeh, 2025

‘Landayî Helbest û Stranên Jinên Peştonî’ bi kurdî hat weşandin

27 Tîrmeh, 2025

Şahesera Peter Handke ‘Kaspar’ êdî bi Kurdî ye

20 Tîrmeh, 2025
Leave A Reply Cancel Reply

Lêgerîn
Arşîv
  • Tîrmeh 2025
  • Rêbendan 2024
  • Sermawêz 2023
  • Cotmeh 2023
  • Îlon 2023
  • Tebax 2023
  • Tîrmeh 2023
  • Hezîran 2023
  • Gulan 2023
  • Nîsan 2023
  • Adar 2023
  • Sibat 2023
  • Rêbendan 2023
  • Cotmeh 2022
  • Tebax 2022
  • Tîrmeh 2022
  • Hezîran 2022
  • Gulan 2022
  • Nîsan 2022
  • Adar 2022
  • Sibat 2022
  • Rêbendan 2022
  • Hezîran 2021
  • Sermawêz 2021
  • Cotmeh 2021
  • Tîrmeh 2021
  • Hezîran 2021
Beş
  • Giştî
  • Gotar
  • Hevpeyvîn
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Pirtûk
  • Rexne
  • Şirove
  • Video
Diyarker
  • Têkeve
  • Şanderêza Şandîyan
  • Şandereza şiroveyan
  • WordPress.org
Facebook X (Twitter) Instagram Pinterest
  • Destpêk
  • Pirtûk
  • Kovar
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Şirove
  • Giştî
  • Firoşgeh
  • Türkçe
© 2026 ThemeSphere. Designed by ThemeSphere.

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.