Close Menu
  • Destpêk
  • Pirtûk
  • Kovar
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Şirove
  • Giştî
  • Firoşgeh
  • Türkçe
Facebook X (Twitter) Instagram
NA Blog
  • Destpêk
  • Pirtûk
  • Kovar
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Şirove
  • Giştî
  • Firoşgeh
  • Türkçe
Facebook X (Twitter) Instagram
NA Blog
Home»Gotar»Têmûrê Xelîl  / Derheqê Eskerê Boyik de
Gotar

Têmûrê Xelîl  / Derheqê Eskerê Boyik de

EdîtorBy Edîtor30 Hezîran, 2022Updated:30 Hezîran, 2022Bêşirove7 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Têmûrê Xelîl  /

Gava min dixwest der heqê jîne­nîgariya Eskerê Boyîk de çend gotinan binivîsim, min jê re got ku çend malûmatên wek -di kîjan salê de bûye, çend pirtûkên wî derketine, li ku xwendiye, der heqê xwe û afirandinên xwe de çi dibêje û hwd- û yên din jixwe ez zanim. Ewî bes tenê çend malûmatên ji jiyana xwe yên “req û rût” şandin, bêyî ku mezinaya wî di wê nivîsa wî de xuya bibe. Eger min tenê ew beş raberî we bikira, we yê sadebûn û paqijayî, zanebûn û welatparêziya wî texmîn nekira. Ji bilî wê ku hûnê ji helbestên wî yên li jêr nazikayî û kûraya perçekî poêziya Kurdên Ermenîstanê bihesin. Ezê çend gotinan jî der heqê Eskerê Kurd, Eskerê zanyar, Eskerê camêr de binivîsim.

Wek ku li gelek ciyan, hinek kes hene ku an ji bo pere­qazanckirinê dinivîsin, an ji bo ku navekî ji xwe re derxin, an jî ji betaliyê. Yên wisa, wexta ji bo nivîsara helbestan pere li ser têne birînê, helbest jî jê têne birînê. Wî çaxî merî/mirov ji hêlekê ve şa dibe ku edebiyata me wê bi ziyan û zirarê nekeve, neyar û xêrnexwaz wê qerfê xwe li me nekin, edebiyeta me paqijtir dibe. Ji ber ku zîwan û qirş û qal nakevine nava pirtûkan, navê wî jî bi pîsîtî dernayê û em bi wî navî nayêne naskirin û ji wî navî şerm nakin. Ji ber ku ew nav me şermezar dike.

Lê Eskerê Boyîk qet ne wisa bû, wî bextewariya xwe di wê yekê de didît ku bi keda xwe ve kevirekî dane ser kevirê çêbûna Kurdistaneke azad.

Ew doktorê zanyariyê bû û karê wî yê di hêla ekonomîk de rojê bi kêmanî deh seet jê dixwar, karê malê, malbatê, hevaltiyê, dostaniyê, pismamtiyê, eşîrtiyê jî di hêlekê de têra xwe wextê wî dixwarin, carna ew wisa diwestiya ku hêsabûneke demdirêj jê re lazim bû. Lê wî hêsabûna xwe di xizmetkirina gelê xwe de didît.

Dema li bal me Komela Xwen­dekarên Kurd li Ermenistanê hebû, hinek karmendên Kurd yên ziravqetiyayî û kursîhez em di nav miletçîtiyê de gunekar dikirin, Esker tim wek dîwarekî li pişta me bû û helan dida me.

Eskerê Boyîk sala 1941ê de li gundê Qundexsazê (niha Riya Teze, nehiya Aparanê, komara Ermenistanê) ji diya xwe bûye.

Berê li gundê xwe, paşê li gundê cînar Elegezê xwendina navîn standiye/kiriye. Sala 1966an li înstîtûta bajarê Erîvanê ya Malhebûna Gundîtiyê xilas kiriye û li Înstîtûta İlm-Îzgeriyê ya Ekonomiya Malhebûna Gundîtiyê de xebitiye. Ji pey xwendina Aspîrantûra wê înstîtûtê re dîsêrtasya xwe kiriye û teza kandîdatê ilmê ekonomiyê (aboriyê) standiye, bûye doktor. Heta sala 1991ê di wê înstîtûtê de wek serwerê parê kar kiriye. Gelek berhemên wî yên ulmî (pirtûk, broşûr, meqale) der heqê pirsgirêkên aboriya malhebûna gundîtiyê de bi zimanê Ermenî û Rûsî çap bûne.

Hê di mektebê de bi karê afirandariyê ve mijûl bûye. Di salên 60î de helbest û gotarên wî di rojnameyan de çap bûne, bi radyoyê hatine dayin.

Pênc şanoyên wî li ser dikên tiyatroyên Kurdan yên Elegezê, Tilbîsê, Almanyayê hatine lîstin, ji wan sisê neşirbûyî ne. Romanokên Deftera Kurdekî Penaber û Bahoz di rojnameyên Hêvî, Roja Teze û Dema Nû de van salên dawiyê çap bûne.

Eskerê Boyîk endamê Yekîtiya Nivîskarên Welatê Sovyetê, paşê endamê YN Ermenistanê û YN Qazaxistanê bûye. Salên dirêj katibê Sêksiyona Nivîskarên Kurd yên rex YN Ermenistanê bûye.

Li bajarê Almatayê tevî çend hevalan kovara Kurd weşandiye.

Niha Eskerê Boyîk li Ewropayê dijî û ev helbestên li jêr li wir nivîsîne:

ÇEND HELBESTÊN ESKERÊ BOYÎK

Çima
Ax, Xwedê çima bextê me wa ye,
Felek çima wa ji me ra tima ye?
Dengê me çima nayê bihîstin,
Çi neheqî ye der me tê lîstin?
Em bê maf-heq in, bê ked û par in,
Welatê xwe da bê cî û war in.
Çima rastiya me kesek nabîne,
Çima siyaset ji me ra bi kîn e?
Çima der-cînar ji me ra bêbext in?
Em kolê wan in, ew bi tac-text in.
Dîsa neyar in, dîsa nexwez in,
Çima mirinê ji me ra dixwazin?
Xwîna me çima ewqas erzan e,
Qedirê xwîna me kesek nizane?
Çima em bi xwe nabine xweyî,
Bûne hêsîrê ji koça mayî?
Nifira kê ye, qeder e, bext e,
Yan berdewama riya kal-bavan e,
Şaş e, xelet e?
Îro ser riya me ew qelet êş e,
Êş e, nelet e! Êş e, nelet e!
Çima kes tune rast ke wê şaşiyê,
Gel bibe rastiyê, gel bibe xweşiyê!…
***

Welatê min da heqî bêçar e,
Siyaset li hespê bêbextiyê siyar e,
Rastiya cihanê parsîkê xar e,
Barî mezin e, jiyan dijwar e.
Bextî wêran e, dewe giran e,
Daweta wawîk, wehş û guran e,
Her tişt derew û her tişt pûç derket,
Şûn û warê me bêxweyî mane.
Xezev çar alî bi zilm û kîn e,
Qetil û qana xwe reş dimeşîne,
Dixwaze welêt tevî hilweşîne,
Zivistaneke nû vegerîne.
Ji zilm û zorê mîlyon rabûne,
Dijî xezevê zilm û kîn bûne,
Dema van derew û rastiyan hisyan,
Cî ji ceş-weşan ra dijwar bimîne.
Welatê min da hê zilm û ceng e,
Heqî hebskirî ye, heqî bêdeng e,
Siyaset qelp e, sar e, bêreng e,
Gel kerr kirin jî êdî dereng e!

Veger
Teyrê xerîb im, ez riya digerim,
Îro li vir im, sibê ciyekî din,
Li bin esmanê dinya rengîn da
Bi êş derbaz bûn roj û salên min.
Ku da direvim min tên xezevê,
Rem û camêrî erdê nemane,
Mîr û hakimê vê dewra neheq
Derê azayê li xelkê dadane.
Evê dewrê da kê bê welat e,
Kê bê dewlet e, bê tac û text e,
Dîlan-daweta evdên nemerd da
Sêwîkî jarî bê maf û bext e.
Destê xelqê da diravê hûr e,
Yan gere xerc be, winda be, here,
Yan jî mîna min bêçar, bizêre,
Li pey vegerê bi êş bigere…

***

Guman-merem jî tev pûç derketin,
Riya welêt dîsa ber min kilît e,
Xwîna şihîdan erzan çû hey wax,
Dagerkiran ra dîsa ma mifte.
Çima wa dibe? Ji çi ra ne qelpî,
Çima dewa me, ax, naçe sêrî,
Vî gelê mêrxas ruhê xwe jî da,
Kê tol derket û em man pişt dêrî.
Evî neyarê valayî, kîn ra,
Çima wa hêsa em têne rayê?
Bi lavaya tu derî venabin,
Bi xewnerojkan azayî nayê.
Xwe nexapînin bi peyvên vala,
Demokrasî tu çare nîne,
Biratiya tevî guran û wehşa,
Vireke evdê qelp-derewîn e.
Nerevin, neyên, neyêne cem min,
Vir cinet nîne, vir windabûn e,
Çiqas jî welat hebs be, cenime,
Dîsa ew e ciyê xilasbûna me.
Teyrê xerîb im, bê mal im, bê cî,
Îro li vir im, sibê ciyekî din,
Li bin arîkê dinya bêçar da,
Ne hêvî maye, ne jî sebra min.
Ez riya digerim, ax, riya vegerê,
Veger min ra bûye him xwestin, him nêt,
Dinê da tu tişt ewqas xweş nîne
Çiqas vegera berbirî welêt…

Avên me
Avên vira mîna avê cem me nînin,
Avên me ji dilê çiya tên-
Çavkanî ne, lêv şîrin in,
Laqirdçî ne, lez û dîn in,
Tev hev dibin, geliyê kûr da
Diherikin,
Karxezal in, şewqê tînin,
Eşqê tînin, dilîlînin,
Dilevînin,
Xemil hêşînin,
Heta xemê kevir-kuçik,
Mêrg-çîmanê dora xwe jî
Direvînin…
Avên vira hemdê xwe
ne-lez-bez nînin,
Kûr in, dûr in, tîl in, kîn in, gêjgerîn in,
Golgenî ne, zelal nînin, helal nînin,
Kubar nînin û sar nînin û har nînin,
Ser xwe keştiyên weke çiya digerînin,
Kinarê xwe, qeraxê xwe naêşînin-
Bê tamin in, bê hesîn in, hêdî-hêdî
Hildişînin, dimaşînin…
Avên vira mîna avên cem me nînin,
Kîn û rik in
Evdê mîna min ê dilsax-
Paşla wan de winda dibin,
Dixeniqin…

Dayka min
Cawek hatiye ez dûr im,
Ne rê heye, ne guman,
Ji wê cawa dilbiêş,
Bûme warekî wêran.
Teyax nekir dilê dê,
Dayka min ax, helya çû,
Bû keserek bê hêsir,
Şemaleke şewq, bê dû.
Li nav şeva min a reş,
Bû hinek şewq-ronayî,
Bû stêrkek nûregeş
Vê xerîbiya bêxweyî.
Dayka min çû, bû ziyaret,
Bû Lalişek Nûranî,
Bû dua, sond û berat,
Çengek axa batinî.

Têmûrê Xelîl
Nûbihar, Jimar: 120, Sal: 2012, Havîn
Derheqê Eskerê Boyik da Eskerê Boyik nûbihar Têmûrê Xelîl
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Edîtor
  • Website
  • Facebook
  • X (Twitter)
  • Pinterest
  • Instagram

Related Posts

Di vê sedsalê de wateya “Romana Gerdûnî” çi ye?

12 Gulan, 2023

Ji Weşanxaneya Na Sê Pirtûkên Eskerê Boyik

26 Hezîran, 2022

3 pirtûkên Eskerê Boyîk bi hev re çap bûn

18 Hezîran, 2022
Leave A Reply Cancel Reply

Lêgerîn
Arşîv
  • Tîrmeh 2025
  • Rêbendan 2024
  • Sermawêz 2023
  • Cotmeh 2023
  • Îlon 2023
  • Tebax 2023
  • Tîrmeh 2023
  • Hezîran 2023
  • Gulan 2023
  • Nîsan 2023
  • Adar 2023
  • Sibat 2023
  • Rêbendan 2023
  • Cotmeh 2022
  • Tebax 2022
  • Tîrmeh 2022
  • Hezîran 2022
  • Gulan 2022
  • Nîsan 2022
  • Adar 2022
  • Sibat 2022
  • Rêbendan 2022
  • Hezîran 2021
  • Sermawêz 2021
  • Cotmeh 2021
  • Tîrmeh 2021
  • Hezîran 2021
Beş
  • Giştî
  • Gotar
  • Hevpeyvîn
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Pirtûk
  • Rexne
  • Şirove
  • Video
Diyarker
  • Têkeve
  • Şanderêza Şandîyan
  • Şandereza şiroveyan
  • WordPress.org
Facebook X (Twitter) Instagram Pinterest
  • Destpêk
  • Pirtûk
  • Kovar
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Şirove
  • Giştî
  • Firoşgeh
  • Türkçe
© 2026 ThemeSphere. Designed by ThemeSphere.

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.