Close Menu
  • Destpêk
  • Pirtûk
  • Kovar
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Şirove
  • Giştî
  • Firoşgeh
  • Türkçe
Facebook X (Twitter) Instagram
NA Blog
  • Destpêk
  • Pirtûk
  • Kovar
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Şirove
  • Giştî
  • Firoşgeh
  • Türkçe
Facebook X (Twitter) Instagram
NA Blog
Home»Nûçe»Pirtûka zarokan Doktor Jîjo derket
Nûçe

Pirtûka zarokan Doktor Jîjo derket

EdîtorBy Edîtor25 Tebax, 2022Bêşirove2 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Hewlêr (Rûdaw) – Ji Weşanxaneya Na pirtûkeke zarokan a bi navê Doktor Jîjo derket.

Doktor Jîjo ji bo zarokên 4 salî heta 6 saliyan hatiye amadekirin. Doktor Jîjo yê ku nivîskara wê Sîya Sîtav e, wêneyên wê ji aliyê Merve Tunç ve hatine çêkirin.

Edebiyata zarokan a modern li ser sê esasên bingehîn ên wek; li gor zarok bûn, perspektîfa zarok û rastiya zaroktiyê ava bûye ku di edebiyata zarokan de ev her sê esas wekî mifteya pîvanên pedagojiyê tên dîtin.

Ji van esasên bingehîn li gor zarok bûn di derheqê pêşketina ziman û pêşketina zîhnî ya zarok de ye ku ev jî têkildarî asta têgihîştin û serwextbûna zarok e. Rastiya zaroktiyê jî perspektîfa nava metnê ye, feraset û dinyaya zarok e. Ev hersê têgeh tên wê wateyê ku nivîskar dema metnê diafirîne divê bi çavê zarokekî li meselê binêre û bi çavên zarokekî bibîne.

Doktor Jîjo jî li gorî van esasan; bi têgihîştin, feraset û serwextbûna zarokên 4-6 salî û li gor perspektîf û dinyaya wan hatiye nivîsandin û li gor esasên teknîkên hînbûn û hînkirinê hatiye amadekirin.

Doktor Jîjo ji xêzkirina wêneyan bigire heta diyarkirina kalîteya kaxizê jî li gor esasên pedagojiyê hatiye amadekirin.

Çîroka Doktor Jîjo li dora çûyîna doktor ava bûye. Wekî ku tê zanîn pirê zarokan naxwazin herin doktor û ji nexweşxaneyan û ji doktoran ditirsin lê di Doktor Jîjo de; çûyîna doktor tiştekî ji rêzê ye, wekî ku tiştekî rojane be. Ne ku tirs tune ye, tirs jî heye lê çareseriya wê jî heye.

Zarok dema Doktor Jîjo bixwînin hem wê jê kêfê bigirin û hem jî wê li ser bifikirin.

Ebada pirtûka zarokan Doktor Jîjo 24×22 kaxiz û 150 gr kuşe ye.

Lînka nûçeyê bitikîne

Doktor jîjo Merve Tunç Na Zarok Sîya Sîtav Weşanxaneya Na Yusuf Taştan
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Edîtor
  • Website
  • Facebook
  • X (Twitter)
  • Pinterest
  • Instagram

Related Posts

Ji Weşanxaneya Na: Du Pirtûkên Nû Derketin

27 Tîrmeh, 2025

‘Landayî Helbest û Stranên Jinên Peştonî’ bi kurdî hat weşandin

27 Tîrmeh, 2025

Şahesera Peter Handke ‘Kaspar’ êdî bi Kurdî ye

20 Tîrmeh, 2025
Leave A Reply Cancel Reply

Lêgerîn
Arşîv
  • Tîrmeh 2025
  • Rêbendan 2024
  • Sermawêz 2023
  • Cotmeh 2023
  • Îlon 2023
  • Tebax 2023
  • Tîrmeh 2023
  • Hezîran 2023
  • Gulan 2023
  • Nîsan 2023
  • Adar 2023
  • Sibat 2023
  • Rêbendan 2023
  • Cotmeh 2022
  • Tebax 2022
  • Tîrmeh 2022
  • Hezîran 2022
  • Gulan 2022
  • Nîsan 2022
  • Adar 2022
  • Sibat 2022
  • Rêbendan 2022
  • Hezîran 2021
  • Sermawêz 2021
  • Cotmeh 2021
  • Tîrmeh 2021
  • Hezîran 2021
Beş
  • Giştî
  • Gotar
  • Hevpeyvîn
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Pirtûk
  • Rexne
  • Şirove
  • Video
Diyarker
  • Têkeve
  • Şanderêza Şandîyan
  • Şandereza şiroveyan
  • WordPress.org
Facebook X (Twitter) Instagram Pinterest
  • Destpêk
  • Pirtûk
  • Kovar
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Şirove
  • Giştî
  • Firoşgeh
  • Türkçe
© 2026 ThemeSphere. Designed by ThemeSphere.

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.