Close Menu
  • Destpêk
  • Pirtûk
  • Kovar
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Şirove
  • Giştî
  • Firoşgeh
  • Türkçe
Facebook X (Twitter) Instagram
NA Blog
  • Destpêk
  • Pirtûk
  • Kovar
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Şirove
  • Giştî
  • Firoşgeh
  • Türkçe
Facebook X (Twitter) Instagram
NA Blog
Home»Nûçe»Ji weşanxaneya NA du berhemên nû derketin
Nûçe

Ji weşanxaneya NA du berhemên nû derketin

Weşanxaneya NA, derketina du berhemên nû ragihand. Li gorî ragihandinê 'Çavqirpandina Bêriyê' wek Novel (Roman) ji aliyê nivîskar Mahîr Bagok de hatiye nivîsandin û pirtûka 'Şibake' jî di aliyê nivîskar Serdar Kuyumcu'de wek 'Çîrok' hatiye nivîsandin. Her wiha Weşanxaneya Kurd, da zanîn ku wê di demek kurte du berhemên nû jî werin çapkirin.
EdîtorBy Edîtor13 Gulan, 2023Bêşirove5 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email
12.05.2023, Cum – 11:24/Nerina Azad/
Ji weşanxaneya NA du berhemên nû derketin

Nuçe Belav bike

Di daxûyaniya weşanxaneya NA’yê de di derbarê herdû pirtûkan de ev gotin hatin rêzkirin:
“Wek Weşanxaneya Na’yê, em tevî rewşa heyî ya nebaş jî  bêsekin xebatên xwe dimeşinîn. Ji xeynî van herdu berheman jî em ê di nêz de mizgînaya “Pirtuka Vê Sedsalê û Ya Sê Sedsalên Derbazbûyî” bi wera parve bikin.
Navê pirtûkê: Çavqirpandina Bêriyê
Novel (Roman)
Nivîskar: Mahîr Bagok
84 Rûpel
Gulan 2023
Derheq da: Her çiqas ev novela li ser jiyana rojan e û li ser takekesiya  Jîrzanî,Gulbêrî û Bozê hatibe honandin ji, wekî berhemên din yên Mahîr Bagok di paşxanê de dîsa tekoşîna  salên notî bi bîra me dixe. Ev berhem bêrîkirin e, bêrikirina welatekî,welatê ku van ciwanan wextekî piçûkên wê bûn.
“Cihê zaroktîya mirov li wir bihurîbe ya rastî rihê mirov li wir veşartî ye. Her tim ji bo çi qala wir dikim, ji ber min li wir ava xeyalên xwe veşartîye. Bêrîkirina demên bihurî di tûrikê dilê mirovî de veşartîye mîna dîrokekê. Dema qala cihê zaroktîya mirovî tê kirin janên dilê mirovî ji nav lêvan dibarin.”
***
“Xwîna me ji bo evîna welat diherike. Evîna me welat e, welat jî di rihê ciwanan de her tim zindî ye! Dengê me dengekê xweşîyeka nepenî ye. Em di girêdana welatê xwe de sermest in. Evîna takekesî di nav zemanî de mîna pelên guleka bitenê diwere li ber bablîsoka demê. Evîna mezin, hezkirina di rihê felsefeya me de watedar e. Jîyanek, xwedî felsefeya evîneka hevpar be, wê demê rihê azad, vîna bi biryar jî wê di hundirê xwe de ava bike. Tekilîyeka evînê ya ji rêzê bi xwe re piştî kêfxweşîya du rojan, nakokîyan tîne. Bila gavên evîna we mezin bin, wê demê rihê jîyana we jî wê di dilpakîyê de bibe behr.”
Mahîr Bagok kî ye?
Mahîr Bagok, di sala 1981ê de li Nisêbîna Mêrdînê ji dayik bûye. Bi qasî şeş salan li çîyayên Kurdistanê şer¬vanî kiriye; ev nêzikî neh salan e di zindanê de ye.
Berhemên Wî:
1= Derîyê Sibehê / Helbest / 2011 / Weşanên Lîs
2= Pênc Kulîlkên Zivistanê / Kurteçîrok / 2012 / Weşanên Lîs
3= Dewsa Ramûsanên Birûskan / Kurteçîrok / 2013 / Weşanên Lîs
4= Sîya Nepenê / Roman / 2015 / Weşanên Na
5= Bêrîrehê / Helbest / 2017 / Weşanên Ava
6=Kefiyên Cihêreng / Roman / 2016 / Weşanên Lîs
7=Nîgarên Hebûna Xewnerojkan/Helbest / Weşanên Ava
8=Dilsîda / Helbest / 2020 / Weşanên Ava
9= Henesa Jiyanê / Roman / 2022 / Weşanên Na
10= Çavqirpandina Bêrîyê / Novela /2023  / Weşanên Na
Navê pirtûkê: Şibake
Çîrok
Nivîskar: Serdar Komurcu
94 Rûpel
Gulan 2023
Derheq da: “Şibake” hem navê pirtûkê ye hem jî navê çîrokê ye, ev çîrok di 11. Pêşbaziya Çîrokan a Şerzan Kûrt de hêjayî xeleta hatibû dîtin. Nivîskar Serdar Komurcu du sal li ser hevdû di vê pêşbaziyê da xelat bidestxistiye. Lewma wî vê pirtûkê diyariyê Şerzan Kûrt kiriye. Serdar Komurcu heya vêga 4 roman bi tirkî û 2 du pirtûkên çîrokan jî bi kurdi nivîsandiye. Di çîrokên pirtûka Şibake de diyar e ku nivîskar  her diçe li nivîskariya xwe zêde dike. Di pirtûkê de 10 çîrokên ji aliyê teknikê û mijarê de ji hev cûda hene, çîrokên kesên ji rêze,mijarên  ku em dizanin û tevneke zexm wê van çîrokan bi xwendevan bide xwendin.
Ji çîrokan:
“Jiyan, wek çemê avê, bê navber diherikî, diguherî û Mêro jî wek hesinekî li ber dilopa avê be, di cîhê xwe de mabû û her ku diçû zingar digirt!”
***
“Mirov digot qey derdora wî giştik tije stirî ye û nikare bi dilekî rihet xwe bide erdê û rûnê. Rewşa wî balkêş bû. Li her du destên xwe nêrî, tilîyên xwe ji hev vekir, destên xwe qeliband û wek dest û tilîyên xwe nû kifş bike, bi balkêşî li pişta destên xwe û li tilî û nenûkên xwe nêrî. Bêhneke kûr veda. Mahdê wî tirş bû. Gelo bêhna wî, ji destên wî yan jî ji tilîyên wî teng bûbû?  “
Serdar Komurcu kî ye?
Serdar Komurcu, di sala 1986an de li gundê Germika Jor a Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ji dîya xwe welidî. Dibistana seretayî li “Germika Jor” xwend. Dûre jî dibistana navîn, li gundê “Tilbisim” berdewam kir. Lîseyê li Dêrik a Çiyayê Mazî, û zanigîngehe jî  li Zanîngeha Mêrsînê Mamostetîya Kombersê (Kompûter) xwend. Li navçeya Dêrikê çar salan mamostetî kir. Di 2016an de ji karê xwe hat dûrxistin û dûre jî di sala 2017 de sirgunî Anatoliya Navîn, Aksarayê bû. Li navçeya Amedê Bismilê (Bîstmal) pênc salan karê xwe yê mamostetiyê kir. Dûre jî tayîna wî çû navçeya Qoserê.
Xelat û xebatên wî:
(2021)Di 11. PÊŞBAZIYA XELATA ÇÎROKAN A ŞERZAN KÛRT de. di beşa Kurdî de çîroka wî ya bi navê “ŞIBAKE” ji alîyê desteya hilbijêr ve hêjayî xelatê hat dîtin.
(2022) Di 12. PÊŞBAZIYA XELATA ÇÎROKAN A ŞERZAN KÛRT de. di qada Tirkî de çîroka wî ya bi navê “KARADENİZ” ji alîyê desteya hilbijêr ve hêjayî xelatê hat dîtin..
Di rûpela medyaya civakî de jî ê bi navê Bernamegeh, Mezopotamya Yazarlar Derneği de helbestên wî çap dibe. Di nava nivîskarên MYD’ê de bi hevre bi navê” ANTOLOJIYA ÇÎROKÊN MEZOPOTAMYAYÊ-
Mezopotamya Öyküleri Antolojisi” pirtûkek amade kirin û çap kirin. Di vê pirtûkê de çîrokek wî jî cîh girt. Di nava nivîskarê MYD’ê de bi wan re kovara “DEPTER’ê” jî derdixe.
Berhemên wî:
JAN (Roman), Gece kitaplığı, 2016 – Enqere/ Çapa 2. Weşanên Sîdar, 2022
GÜVERCİNİN GÖZYAŞLARI (Roman) Weşanên Na, 2017 – Îzmîr
SEYİTHAN (Roman) Weşanên Na, 2018 – Îzmîr
ÇIROKÊN WELÊT (Çîrok) Weşanê J”
Nerina Azad
çavqirpandina bêriyê çÎrok mahir bagok Nerina Azad novel serdar komurcu şibake Weşanxaneya Na
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Edîtor
  • Website
  • Facebook
  • X (Twitter)
  • Pinterest
  • Instagram

Related Posts

Ji Weşanxaneya Na: Du Pirtûkên Nû Derketin

27 Tîrmeh, 2025

‘Landayî Helbest û Stranên Jinên Peştonî’ bi kurdî hat weşandin

27 Tîrmeh, 2025

Şahesera Peter Handke ‘Kaspar’ êdî bi Kurdî ye

20 Tîrmeh, 2025
Leave A Reply Cancel Reply

Lêgerîn
Arşîv
  • Tîrmeh 2025
  • Rêbendan 2024
  • Sermawêz 2023
  • Cotmeh 2023
  • Îlon 2023
  • Tebax 2023
  • Tîrmeh 2023
  • Hezîran 2023
  • Gulan 2023
  • Nîsan 2023
  • Adar 2023
  • Sibat 2023
  • Rêbendan 2023
  • Cotmeh 2022
  • Tebax 2022
  • Tîrmeh 2022
  • Hezîran 2022
  • Gulan 2022
  • Nîsan 2022
  • Adar 2022
  • Sibat 2022
  • Rêbendan 2022
  • Hezîran 2021
  • Sermawêz 2021
  • Cotmeh 2021
  • Tîrmeh 2021
  • Hezîran 2021
Beş
  • Giştî
  • Gotar
  • Hevpeyvîn
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Pirtûk
  • Rexne
  • Şirove
  • Video
Diyarker
  • Têkeve
  • Şanderêza Şandîyan
  • Şandereza şiroveyan
  • WordPress.org
Facebook X (Twitter) Instagram Pinterest
  • Destpêk
  • Pirtûk
  • Kovar
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Şirove
  • Giştî
  • Firoşgeh
  • Türkçe
© 2026 ThemeSphere. Designed by ThemeSphere.

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.