Close Menu
  • Destpêk
  • Pirtûk
  • Kovar
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Şirove
  • Giştî
  • Firoşgeh
  • Türkçe
Facebook X (Twitter) Instagram
NA Blog
  • Destpêk
  • Pirtûk
  • Kovar
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Şirove
  • Giştî
  • Firoşgeh
  • Türkçe
Facebook X (Twitter) Instagram
NA Blog
Home»Nûçe»Pirtûkek din a çîrokan ‘Sofî û Monîka’ li ber destên xwendevanan e
Nûçe

Pirtûkek din a çîrokan ‘Sofî û Monîka’ li ber destên xwendevanan e

EdîtorBy Edîtor4 Îlon, 2023Bêşirove3 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email
  • Dîrok: 04/09/2023 /Diyarname/

Pirtûka çîrokan a Îhsan Bîrgul bi navê “Sofî û Monîka” ji Weşanxaneya Na derket. Bîrgul ku berê pirtûka helbestan derxistibû dibêjê, “Berî wê jî min çîrok dinivîsand.”

Pirtûka çîrokan “Sofî û Monîka” ji Weşanxaneya Na derket. Di pirtûkê de 65 çîrok hene. Ji “Teklîfa Zewacê û Dilopa Mîzê”, “Guliyên Meqeskirî”, “Mêvana Şevê” heta “Romantikê Zikbirçî”, “Bilêta Nûrê”, “Odeya Pansûmanê”; ji “Ewkê Apê Min”, “Edaleta Vîruspêketî”, heta “Sofî û Monîka”, “Eşqa Mele, “Mêrê Zivistanê”, “Qelendê Keçê”, “Qumarbazê Şîretkar” gelek çîrokên cur bi cur hene.

JIYANA KESÊN JI RÊZÊ

Çîrok pinarî ji jiyana însanên ji rêzê lê piranî bi zimanê qerfî hatine nivîsîn. Gelek çîrok jî ji karakterên jinên hest û xeyalên wan têkçûyî ne, loma nivîsar pirtûk bi vî awayî diyarî kiriye; “Ji zarokên bê çîrok mayî û jinên dûreken re.”

Nivîskar Îhsan Bîrgul li nav civatê ye û guhê wî jî li nav qewimînên nav civatê ye. Wî, çîrokên xwe jî li ser vê yekê rêstine. Carna dengê cambazên meydana ajalan a Giyadînê, carna li pîrêmêrên qehwexaneyên bajêr, carna travestiyên Konakê, carna jî li seyra pênûsa wênesazek, kêliyên cur bi cur jêre bûye mijar û hatiye rêstin.

‘HELBEST JÎ SURPRÎZ BÛ, ÇÎROK JÎ’

Bîrgul 5 sal berê bi pirtûka xwe ya helbestan “Gotinên Nîvcomayî” derketibû qada nivîskariyê. Vê carê çîrok nivîsandine. Li ser pirsa vê veguherîn û derbasbûna qadek din dibêje, “A rastî wexta min pirtûka helbestan derxist jî çîrokên min hebûn û çend heb me di kovar û malperên înternetê de weşandibû. Mînak; kovara Hinar, malpera Diyarnameyê. Lê min ji nişke ve biryar ji bo pirtûka helbestan da. Wexta me pirtûka helbestan weşand jî ji bo xwîneran bû surprîz, ya çîrokan a niha jî. Xwedatî ez ji surprîzan hez dikim. Wexta min pirtûka helbestan weşand ez zêdetir bi siyasetê û xebatên ziman dihatime naskirin. Pirtûk ji bo xwîneran bû surprîz. Di pirtûka duyemîn de jî surprîz çêbû. Çimkî her kes li benda pirtûkek din a helbestê bû lê me bi çîrokê careke din ji bo xwîneran surprîz çêkir.”

‘DIŞIBIN ÇÎROKÊN ÇEHOV’ 

Nivîskar Îhsan Bîrgul ku niha bi her du cureyan re jî mijûl e, carinan ji bo weşanên cur bi cur nûçeyan jî çêdike. Nivîskar Berfo Barî ku pirtûk nirxandiye ji bo çîrokên Bîrgul pênaseyeke wisa kiriye, “Çîrok û serhatiyên Îhsan Bîrgul ji aliyê mijar û teşeyê ve dişibin çîrokên Anton Çehov; kesên ji rêzê, bi awayekî absurd û kenokî pirsgirêkên civakê û têkiliyên navbera kesan nîşanê me didin.”

– Sofî û Monîka / Îhsan Bîrgul / Weşanên Na / Çîrok / 2013 / 110 rûpel

 

çÎrok İhsan Birgü Sofî û Monika weşanên na
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Edîtor
  • Website
  • Facebook
  • X (Twitter)
  • Pinterest
  • Instagram

Related Posts

Ji Weşanxaneya Na: Du Pirtûkên Nû Derketin

27 Tîrmeh, 2025

‘Landayî Helbest û Stranên Jinên Peştonî’ bi kurdî hat weşandin

27 Tîrmeh, 2025

Şahesera Peter Handke ‘Kaspar’ êdî bi Kurdî ye

20 Tîrmeh, 2025
Leave A Reply Cancel Reply

Lêgerîn
Arşîv
  • Tîrmeh 2025
  • Rêbendan 2024
  • Sermawêz 2023
  • Cotmeh 2023
  • Îlon 2023
  • Tebax 2023
  • Tîrmeh 2023
  • Hezîran 2023
  • Gulan 2023
  • Nîsan 2023
  • Adar 2023
  • Sibat 2023
  • Rêbendan 2023
  • Cotmeh 2022
  • Tebax 2022
  • Tîrmeh 2022
  • Hezîran 2022
  • Gulan 2022
  • Nîsan 2022
  • Adar 2022
  • Sibat 2022
  • Rêbendan 2022
  • Hezîran 2021
  • Sermawêz 2021
  • Cotmeh 2021
  • Tîrmeh 2021
  • Hezîran 2021
Beş
  • Giştî
  • Gotar
  • Hevpeyvîn
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Pirtûk
  • Rexne
  • Şirove
  • Video
Diyarker
  • Têkeve
  • Şanderêza Şandîyan
  • Şandereza şiroveyan
  • WordPress.org
Facebook X (Twitter) Instagram Pinterest
  • Destpêk
  • Pirtûk
  • Kovar
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Şirove
  • Giştî
  • Firoşgeh
  • Türkçe
© 2026 ThemeSphere. Designed by ThemeSphere.

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.