Close Menu
  • Destpêk
  • Pirtûk
  • Kovar
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Şirove
  • Giştî
  • Firoşgeh
  • Türkçe
Facebook X (Twitter) Instagram
NA Blog
  • Destpêk
  • Pirtûk
  • Kovar
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Şirove
  • Giştî
  • Firoşgeh
  • Türkçe
Facebook X (Twitter) Instagram
NA Blog
Home»Nûçe»Pirtûka ‘Hunermend û Dengbêjên Jin’ derket
Nûçe

Pirtûka ‘Hunermend û Dengbêjên Jin’ derket

EdîtorBy Edîtor1 Rêbendan, 2024Bêşirove2 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Diyarname /

Pirtûkek nû bi navê “Hunermend û Dengbêjên Jin” ji Weşanxaneya Na derket. Di pirtûka ku Narîn Omer Seyfudîn amade kiriye de portreyên hunermend û dengbêjên jin ên kurd hene.

Gula Ermenî, Elmas Xan, Meryem Xan, Leyla Bedirxan, Belga Qado, Sûska Simo, Banû Şêrwanî, Gulbihar Can, Fatima Îsa, Fewziye Mihemed, Eyşeşan Afrênera Narvînê, Eslîka Qadir, Îran Xanim, Şehîn Talebanî, Merziya Ferîqî, Tara Caf, Gazîn Xan, Gulistan Perwer… Em qala hunermend û dengbêjên jin ên kurd dikin. Van heta niha gelek ked dane huner û muzîka kurdî. Hin ji wan canê xwe ji dest dane, hin hê dijîn. Niha portreya wan di pirtûkek de hate amadekirin û çapkirin. Pirtûk ji aliyê Narîn Omer Seyfudîn ve hatiye amadekirin. Ew li ser amadekirina pirtûkê dibêje, “Bi salan û geryaneke dirêj min ev agahiyan li ser hin jinên kurd kom kirin û di vê pirtûkê de diweşînim” û van yekan lê zêde dike, “Amadekirin hêsan nebû. Ji ber ku jêder û çavkanî li ser wan pir kêm in û yên hene jî ne cihê teqezkirin û baweriyê ne. Ji ber vê yekê demek direj û lîkolîneke kûr dihate xwestin. Wekî nimûne: Li ser jiyan û dengbêjiya “Meryem Xanê” gelek çîrok û çîvanok hene û ew ji hev cudawaz in. Min hemî li ber hev danîn û agahiyên herî balkêş hilbijartin.”

Di pirtûkê de rêzkirina xelekan û navê hunermend/dengbêjan li gor temenê wan hatiye rêzkirin.

Narîn Omer Seyfudîn kî ye?

Narîn Omer Seyfudîn li bajarê Dêrikê li rojavayê Kurdistan hatiye dinê. Wê li Dêrikê xwendiye û paşê çûye Zanîngeha Dîmeşqê ya Sûriyê û di sala 1995’an de bawernameya bilind wergirtiye

Seyfudîn ku karê mamostetî kiriye heta niha gelek pirtûkên wê derketine û hin xelat jî girtine. Ew niha li Almanyayê dijî.

– Hunermend û Dengbêjên Jin / Narîn Omer Seyfudîn / Weşanên Na / Portre / 92 rûpel / 2023

Çavkanî:https://diyarname.com/news.php?Idx=60588

Hunermend û dengbêjên jin na kitap Narîn Omer Seyfedîn weşanên na
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Edîtor
  • Website
  • Facebook
  • X (Twitter)
  • Pinterest
  • Instagram

Related Posts

Ji Weşanxaneya Na: Du Pirtûkên Nû Derketin

27 Tîrmeh, 2025

‘Landayî Helbest û Stranên Jinên Peştonî’ bi kurdî hat weşandin

27 Tîrmeh, 2025

Şahesera Peter Handke ‘Kaspar’ êdî bi Kurdî ye

20 Tîrmeh, 2025
Leave A Reply Cancel Reply

Lêgerîn
Arşîv
  • Tîrmeh 2025
  • Rêbendan 2024
  • Sermawêz 2023
  • Cotmeh 2023
  • Îlon 2023
  • Tebax 2023
  • Tîrmeh 2023
  • Hezîran 2023
  • Gulan 2023
  • Nîsan 2023
  • Adar 2023
  • Sibat 2023
  • Rêbendan 2023
  • Cotmeh 2022
  • Tebax 2022
  • Tîrmeh 2022
  • Hezîran 2022
  • Gulan 2022
  • Nîsan 2022
  • Adar 2022
  • Sibat 2022
  • Rêbendan 2022
  • Hezîran 2021
  • Sermawêz 2021
  • Cotmeh 2021
  • Tîrmeh 2021
  • Hezîran 2021
Beş
  • Giştî
  • Gotar
  • Hevpeyvîn
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Pirtûk
  • Rexne
  • Şirove
  • Video
Diyarker
  • Têkeve
  • Şanderêza Şandîyan
  • Şandereza şiroveyan
  • WordPress.org
Facebook X (Twitter) Instagram Pinterest
  • Destpêk
  • Pirtûk
  • Kovar
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Şirove
  • Giştî
  • Firoşgeh
  • Türkçe
© 2026 ThemeSphere. Designed by ThemeSphere.

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.