‘Doktor Jîjo’ yê duyemîn jî derket
- Dîrok: 17/01/2024
- Beş: Berhem
Diyarname
Sîya Sîtav berê pirtûka ji bo zarokan “Doktor Jîjo” nivîsandibû, niha pirtûka duyemîn derket.
Pirtûka zarokan “Doktor Jîjo” di sala 2022’y
an de ji Weşanxaneya Na derketibû. Niha “Doktor Jîjo 2” derket. Pirtûk ji aliyê Sîya Sîtav ve hatiye nivîsandin û wêneyên wê Esma Ak xêz kirine. Di vê beşê de nexweş Zurafa, Kûço û Hirço ne. Zurafa pir rengo rengo xuya dike. Kûço diçe odeya Doktor Jîjo û wêneyan dikişîne. Her der pir şil e, mirov dibêje qey li muayexaneyê baran dibare. Jîjo stranan dibêje û Hirço jî wekî berazan deng derdixe. Gelo li odeya Doktor Jîjo çi diqewime? Xwendevanên pirtûkê dê bikevin dû vê çîrokê.
Li aliyê din Sîya Sîtav par jî binavê “Heyvîn Çima Ranazê?” pirtûkek din a zarokan nivîsandibû û ew jî ji Weşanên Na derketibû.
– Doktor Jîjo 2 / Siya sîtav / Weşanên Na / 36 rûpel / rêbendan 2024 / Zarok