Close Menu
  • Destpêk
  • Pirtûk
  • Kovar
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Şirove
  • Giştî
  • Firoşgeh
  • Türkçe
Facebook X (Twitter) Instagram
NA Blog
  • Destpêk
  • Pirtûk
  • Kovar
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Şirove
  • Giştî
  • Firoşgeh
  • Türkçe
Facebook X (Twitter) Instagram
NA Blog
Home»Nûçe»10 pirtûkên Newaf Mîro bi hev re derketin
Nûçe

10 pirtûkên Newaf Mîro bi hev re derketin

EdîtorBy Edîtor20 Tîrmeh, 2025Bêşirove3 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

1
Dîrok: 15/06/2025 Beş: Berhem
Diyarname
Nivîskar Newaf Mîro bi salan e dinivîse û heta niha hin pirtûkên wî derketibûn; niha 10 pirtûkên wî bi hev re ji Weşanên Nayê derketin.
Nivîskar Newaf Mîro di piçûkatiya xwe de çûye Almanyayê û hê li wir dijî. Li wir dest bi nivîsandina bi kurdî kiriye, hê jî vê xebata xwe di beşên cur bi cur de didomîne. Niha 10 pirtûkên wî bi hev re derketin. Di nav 10 pirtûkên niha hatine weşandin de beşên çîrok, helbest, roman û werger hene..
Li ser weşandina 10 pirtûkan bi hev re Weşanên Na wisa gotiye, “Mîro, heya niha gelek berhemên hêja pêşkêşî xwendevanên kurd kiriye. Niha em wekî Weşanxaneya Na’yê bi kêfxweşî agahdar dikin ku 10 berhemên bijartî yên vê pênûsa hêja ji nû ve hatin çapkirin. Di nav van berheman de çar ji wan çapa duyemîn in, ku ev yek nîşaneya eleqeya xwendevanan e ji bo xebatên wî. Yên din jî berhemên nû. Van 10 pirtûkên ku ji aliyê weşanxaneya me ve hatine çapkirin, ji hêla naveroka xwe ya dewlemend û zimanê xwe yê zelal ve balkêş in.”

Newaf Mîro kî ye?
Nivîskar Newaf Mîrov di sala 1968’an de li Wêranşara Rihayê hatiye dinê. Ew ji sala 1987’an ve li Almanyayê dijî. Heta niha pirtûkên wî yên bi navê “Ji Te Hezkirin”, “Lehengê Tazî Keleşê Reş”, “Dilop” û “Bend” ji weşanên cuda derketibûn. Ji bilî van niha 10 pirtûk derketin ku ji van 6 jê çapa yekem e.
Pirtûkên ku niha ji Weşanên Na’yê derketine ev in:
– Êzîdayê I, Helbest
– Êzîdayê II, Helbest
– Êzîdayê III, Helbest
– Gava Jin Li Jiyanê Neman, Çîrok
– Pîr Sebrî, Serpêhatî,Werger
– Bilûr û Teşî, Roman
– Gava Mirî Biaxife, Roman, Çapa Duyem
– Du Kes Yek Mirov, Roman, Çapa Duyem
– Dilop, Helbest, Çapa Duyem
– Sêwiyên Bi Dayik û Bav, Roman, Çapa Duyem

Va ne hemû pirtûkên Newaf Mîro:
– Ji te hezkirin, Relbest,2007, Weşanên Pêrî, Stenbol.
– Lehengê tazî Keleşê Reş, Roman, 2009, Weşanên Pêrî, Stenbol.
– Dilop, Helbest, 2010, Weşanên Han, Berlîn, Çapa Duyem, 2025, Weşanên Na, Îzmîr.
– Bend, Roman, 2011, Weşanên Han, Berlîn, Çapa duyem, 2014 Wêşanên Do, Stenbol.
– Sêwiyên Bi Dayik û Bav, Roman, çapa Yekem, 2014 Wêsanên Do, Stenbol,
Çapa Duyem, 2025, Weşanên Na, Îzmîr.
– Du Kes Yek Mirov, Roman, 2014 Wêsanên Do, Stenbol, Çapa Duyem, 2025, Weşanên Na, Îzmîr.
– Gava Mirî Biaxife, roman, Çapa yekem, 2014 Weşanên Do, Stenbol, Çapa Duyem, 2025, Weşanên Na, Îzmîr.
– Lehengê Dîl Keleşê Reş, Roman, Weşanên Lîs 2019 Diyarbekir
– Dilname, roman, Weşanên Lîs Diyarbekir 2019
– Lehengê Tazî , Çapa yekem, Weşanên Lîs Diyarbekir 2019
– Hitokê û Papûşko, seta 10 pirtûkên zarokan, Weşanên Morî zarok 2019 Diyarbekir
– Çivîka Zêrîn ya Gebrüder Grimm, 2020 werger ji Almanî, Weşanên Morî zarok Diyarbekir
– Êzîdayê I, Helbest, 2025, Weşanên Na, Îzmîr.
– Êzîdayê II, Helbest, 2025, Weşanên Na, Îzmîr.
– Êzîdayê III, Helbest / 2025, Weşanên Na, Îzmîr.
– Gava Jin Li Jiyanê Neman, Çîrok,2025, Weşanên Na, Îzmîr.
– Pîr Sebrî, Serpêhatî,Werger, 2025, Weşanên Na, Îzmîr.
– Bilûr û Teşî, Roman, 2025, Weşanên Na, Îzmîr.

Diyarname link: https://diyarname.com/news.php?Idx=63171

10 pirtûk kurdî Na Newaf Mîro weşanxaneya
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Edîtor
  • Website
  • Facebook
  • X (Twitter)
  • Pinterest
  • Instagram

Related Posts

Ji Weşanxaneya Na: Du Pirtûkên Nû Derketin

27 Tîrmeh, 2025

‘Landayî Helbest û Stranên Jinên Peştonî’ bi kurdî hat weşandin

27 Tîrmeh, 2025

Şahesera Peter Handke ‘Kaspar’ êdî bi Kurdî ye

20 Tîrmeh, 2025
Leave A Reply Cancel Reply

Lêgerîn
Arşîv
  • Tîrmeh 2025
  • Rêbendan 2024
  • Sermawêz 2023
  • Cotmeh 2023
  • Îlon 2023
  • Tebax 2023
  • Tîrmeh 2023
  • Hezîran 2023
  • Gulan 2023
  • Nîsan 2023
  • Adar 2023
  • Sibat 2023
  • Rêbendan 2023
  • Cotmeh 2022
  • Tebax 2022
  • Tîrmeh 2022
  • Hezîran 2022
  • Gulan 2022
  • Nîsan 2022
  • Adar 2022
  • Sibat 2022
  • Rêbendan 2022
  • Hezîran 2021
  • Sermawêz 2021
  • Cotmeh 2021
  • Tîrmeh 2021
  • Hezîran 2021
Beş
  • Giştî
  • Gotar
  • Hevpeyvîn
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Pirtûk
  • Rexne
  • Şirove
  • Video
Diyarker
  • Têkeve
  • Şanderêza Şandîyan
  • Şandereza şiroveyan
  • WordPress.org
Facebook X (Twitter) Instagram Pinterest
  • Destpêk
  • Pirtûk
  • Kovar
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Şirove
  • Giştî
  • Firoşgeh
  • Türkçe
© 2026 ThemeSphere. Designed by ThemeSphere.

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.