Close Menu
  • Destpêk
  • Pirtûk
  • Kovar
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Şirove
  • Giştî
  • Firoşgeh
  • Türkçe
Facebook X (Twitter) Instagram
NA Blog
  • Destpêk
  • Pirtûk
  • Kovar
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Şirove
  • Giştî
  • Firoşgeh
  • Türkçe
Facebook X (Twitter) Instagram
NA Blog
Home»Hevpeyvîn»Hevpeyvîna Rûdawê bi berpirsiyarê û edîtorê weşanxaneya me berfo barî re
Hevpeyvîn

Hevpeyvîna Rûdawê bi berpirsiyarê û edîtorê weşanxaneya me berfo barî re

EdîtorBy Edîtor5 Sibat, 2022Updated:5 Sibat, 2022Bêşirove2 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Îzmîr (Rûdaw) – Li bajarê Îzmîrê ku li Herêma Egeyê ya Tirkiyeyê ye ji milyonek zêdetir Kurd dijîn. Piraniya Kurdên Bakurê Kurdistanê ku ji salên 1970yan û vir ve berê xwe dane Îzmîrê li navçeyên wek Konak, Buca, Bayrakli, Karabaglar û taxên wek Kadifekale û Çimentepe niştecih in. Kurdên li Îzmîrê ji bo xebatên ser çand, ziman û siyasetê bi dehan komele, sazî, weqf û rêxistin ava kirine.

Tîma Rûdawê li semta Kemeraltiyê berê xwe didin tekane weşanxaneya Kurdî ya li Îzmîr û herêma Egeyê. Ev der weşanxaneya NA’yê ye, ku ji sala 2012an û vir ve pirtûkên bi Kurdî çap dike û ji bo xwendekar û xwînerên Kurd bûye navendekî kulturî û rewşenbîrî. Weşanxaneya NA’yê heta niha 230 pirtûk çap kirine ku piraniya wan bi Kurdî ne. Her wiha weşanxane amadehî dike ku di demekê nêz de kovarekê nû ya felsefeyê bi navê “Kovara Philosophia” bi periyodîk biweşîne.

Xwediyê weşanxaneya NA’yê Berfo Barî dibêje “Ji bilî weşanxane û cafeyê ev der wek navenda çand û hunerê jî kar dike. Xebatên curbicur yên çand û hunerê li vê derê tên kirin. Bi taybetî jî xwendevan û Kurdên li Îzmîrê tên vê derê  û beşdarê wan çalakiyan dibin. Li vê derê atolyeyên ziman, edebiyata Kurdî, her wiha panel û bernameyên li ser çand û zimanê Kurdî tên kirin. Em carinan gazî nivîskarên Kurd dikin û li vê derê bi wan re gotûbêj û rojên îmzeyê çêdikin.”

 

Wek metropolên din ên Tirkiyê li Îzmîrê jî sistema perwerdeyî û serdestiya zimanê Tirkî ji bo zarok û nifşên nû yên Kurdan dibe sedema asîmîlebûn û dûrbûna ji ziman, çand û hebûna xwe. Her çiqas piraniya malbatên Kurd li nav mal û li nav bazarê hewl bidin Kurdî biaxivin jî bê statutiya zimanê Kurdî û nebûna perwerdeya bi Kurdî dibe sedema qutbûna têkiliyên nifşên berê û nifşên nû.

Rûdaw

Berfo Barî Faruk Uysal na kitap Na Yayınları Ömer sönmez Rûdaw weşanên na
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Edîtor
  • Website
  • Facebook
  • X (Twitter)
  • Pinterest
  • Instagram

Related Posts

Şahesera Peter Handke ‘Kaspar’ êdî bi Kurdî ye

20 Tîrmeh, 2025

Pirtûka ‘Hunermend û Dengbêjên Jin’ derket

1 Rêbendan, 2024

Dîwaneka Ciwan: Gulbihar

5 Cotmeh, 2023
Leave A Reply Cancel Reply

Lêgerîn
Arşîv
  • Tîrmeh 2025
  • Rêbendan 2024
  • Sermawêz 2023
  • Cotmeh 2023
  • Îlon 2023
  • Tebax 2023
  • Tîrmeh 2023
  • Hezîran 2023
  • Gulan 2023
  • Nîsan 2023
  • Adar 2023
  • Sibat 2023
  • Rêbendan 2023
  • Cotmeh 2022
  • Tebax 2022
  • Tîrmeh 2022
  • Hezîran 2022
  • Gulan 2022
  • Nîsan 2022
  • Adar 2022
  • Sibat 2022
  • Rêbendan 2022
  • Hezîran 2021
  • Sermawêz 2021
  • Cotmeh 2021
  • Tîrmeh 2021
  • Hezîran 2021
Beş
  • Giştî
  • Gotar
  • Hevpeyvîn
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Pirtûk
  • Rexne
  • Şirove
  • Video
Diyarker
  • Têkeve
  • Şanderêza Şandîyan
  • Şandereza şiroveyan
  • WordPress.org
Facebook X (Twitter) Instagram Pinterest
  • Destpêk
  • Pirtûk
  • Kovar
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Şirove
  • Giştî
  • Firoşgeh
  • Türkçe
© 2026 ThemeSphere. Designed by ThemeSphere.

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.