Close Menu
  • Destpêk
  • Pirtûk
  • Kovar
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Şirove
  • Giştî
  • Firoşgeh
  • Türkçe
Facebook X (Twitter) Instagram
NA Blog
  • Destpêk
  • Pirtûk
  • Kovar
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Şirove
  • Giştî
  • Firoşgeh
  • Türkçe
Facebook X (Twitter) Instagram
NA Blog
Home»Nirxandin»Dîwaneka Ciwan: Gulbihar
Nirxandin

Dîwaneka Ciwan: Gulbihar

EdîtorBy Edîtor5 Cotmeh, 2023Bêşirove4 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Dîwaneka Ciwan: Gulbihar

Îhsan Bîrgul/nuhev.com

 

“Min ji meya eşqê noşî ketime xefik û davê

Her kêlîyê bi serxoşî diçime cem belekçavê

Dilê jar radixime ber dibêm wer kêrê bide ser

Heger qayil nebî esmer didim ceger û hinavê”

Ev rêzik ji helbesta Îkram Baban ya bi navê “Meya Eşqê” ne.

Kî ye Îkram Baban? Çi cudahîya wî helbestvanên din heye? Baban, helbestvanekî ciwan ê 26 salî ye. Ji Panosa Serhedê ye. Meraqa wî herî zêde li ser rastnivîsa kurdî ye. Berîya vê pirtûkê jî pirtûkeke çîrokan ya bi navê “Mirina Xortekî Rind” nivîsî û weşandibû. Lê mijara wî ya sereke rastnivîsa Kurdî ye. Nemaze li ser Twitterê wekî nobadarekê ziman çoyê wî di dest da, li pêşîya “şaşnivîsa” sekinîye.

Em werin ser helbestên wî. Ango “Dîwaneka Ciwan GULBIHAR” Baban, di serdemeke ku her kes helbestên azad yanî serbest dinivîsîne berê xwe daye helbesta klasîk. Ev ne karekî hêsan e. Mînak; niha gelek kes çar peyvên li pey hev rêz dikin, dibêjin waye helbesta min. Helbet piranîya wan ne helbest in. Jixwe tiştan Baban ji van helbestvanên cuda dike jî ev e. Yanî nivîsandina helbestên klasîk. Çimkî jê re zehmet divê, qaîde û pîvan divê.

Helbestvanê ciwan ev rîsk daye ber çavên bi qalib û peyvên îro, bi kurmancîyeke têkûz û fesîh helbestên xwe hûnandine.

Pirtûka ji 36 helbestan pêk tê ji Weşanxaneya NAyê derçûye. Di pirtûkê him Baban û Qasimê Xelîlî helbestek avêtine ber hev him jî Xelîlî pêşgotina pirtûkê nivisîye. Xelîlî yek ji helbestvanê klasîknûs e û mamosteyê ziman e.

Di helbestên Baban de gelek mijarên balkêş û civakî hene. Helbestvan ev bi wêrekî û bi kurdîyeke xas vegotîye..Yek ji wan helbestan “Kenê Şeytên” e.

“Şev di nîvê şevê min dît ku gazî min kir ewê

Bi dengekê nerm û nazik xeber da wê bedewê

Gote min cotkarê mini de tu rabe bide rê

Ji kaş û hevrazan derê bê paşika vê kewê

Tu bê û têr û têr bixwe goştê kewê yê bêxwê

Vexwe tu şerbeta lêvên wek hingiv û helewê

Min kir ez rabim herim careka din venegerim

Lê pê hesîyam ku xewn e hişyar bûm ji xewê

Şeytan kenî ez girîyam dengê me tevlihev bû

Ji bo bişûm serê pîs ez rabûm çûme ser cewê”

Helbestvan di vê helbesta xwe qala bawerîyekî ango çandeke civaka me bi hostatî û bi kurmancîyeke Serhedî kirîye. Wekî tê zanîn li gorî bawerîya Kurdan kesek di xewê de bi kesekê re hevşa be û kinca xwe pîs bike ango cunubet bibe jê re “şeytan pê kenîyaye” tê gotin. Baban jî ev kevneşopî bi helbestê û li ser xwe gotîye. Li gorî bawerîya civakê “şeytan” her tim ya dilqê jineke bedew de tê xewna însan yan jî dilqê mêrekî çê de. Yanî kîjan bi hestên erotîk û şehwet tê. Nivîskar ev têgihiştin jî piştguh nekirîye. Ew jî ji bo wê serkeftin û zedêyî ye.

Helbesta di dawîya pirtûkê de ya bi navê “Şîreta Xanî” bi rastî jî şîret e û te aresteyî xebatê dike. Werin em bi hevre bi vê helbestê nivîsa xwe bidin ser hev.

“Çûme cem Hezretî Xanî mi go Seyda çi ye derman

Ne mîmar e ne dîwar e xirab hatîye zeman

Berxê Xanî ma nizanî bêyî xweyî û xwedan î

Nîn e mîrek xurt û zîrek we xilas bike ji roman

Wekî millet hêz qudret mohr û nîşaneya te ye

Guhê xwe bide Celadet dest biavêje qeleman

Xwe nas bike xilas bike lewra zanîn xwenasîn e

Bike kiras zimanê xas her bi wî ye Man û neman

Bibe mîmar lêke dîwar da ku êdî nekî hewar

Qelem tûj e xweş dikuje vî zemanî şûr e ziman”

Çi kesê kurd nemaze Serhedî wexta diçe hizûra Ehmedê Xanî dixwaze gazincên milletê xwe lê bike û jê şîretan bigire. Helbestvan Baban ev hest hîs kirîye û xwe daye miqabilê Xanî, dest bi gilî gazinan kirîye.

Gotina dawî jî bila ji me ne:

Rabe Îko neke hewar

Kes nizane kê kir kê xwar

Dest biavêje şûrê xîret

Zêde bike gelek mîmar….

Çavkanî

Dîwaneka Ciwan Gulbihar Gulbahar helbest İhsan Birgül Îkram Baban weşanên na
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Edîtor
  • Website
  • Facebook
  • X (Twitter)
  • Pinterest
  • Instagram

Related Posts

‘Landayî Helbest û Stranên Jinên Peştonî’ bi kurdî hat weşandin

27 Tîrmeh, 2025

Şahesera Peter Handke ‘Kaspar’ êdî bi Kurdî ye

20 Tîrmeh, 2025

Pirtûka ‘Hunermend û Dengbêjên Jin’ derket

1 Rêbendan, 2024
Leave A Reply Cancel Reply

Lêgerîn
Arşîv
  • Tîrmeh 2025
  • Rêbendan 2024
  • Sermawêz 2023
  • Cotmeh 2023
  • Îlon 2023
  • Tebax 2023
  • Tîrmeh 2023
  • Hezîran 2023
  • Gulan 2023
  • Nîsan 2023
  • Adar 2023
  • Sibat 2023
  • Rêbendan 2023
  • Cotmeh 2022
  • Tebax 2022
  • Tîrmeh 2022
  • Hezîran 2022
  • Gulan 2022
  • Nîsan 2022
  • Adar 2022
  • Sibat 2022
  • Rêbendan 2022
  • Hezîran 2021
  • Sermawêz 2021
  • Cotmeh 2021
  • Tîrmeh 2021
  • Hezîran 2021
Beş
  • Giştî
  • Gotar
  • Hevpeyvîn
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Pirtûk
  • Rexne
  • Şirove
  • Video
Diyarker
  • Têkeve
  • Şanderêza Şandîyan
  • Şandereza şiroveyan
  • WordPress.org
Facebook X (Twitter) Instagram Pinterest
  • Destpêk
  • Pirtûk
  • Kovar
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Şirove
  • Giştî
  • Firoşgeh
  • Türkçe
© 2026 ThemeSphere. Designed by ThemeSphere.

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.