Close Menu
  • Destpêk
  • Pirtûk
  • Kovar
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Şirove
  • Giştî
  • Firoşgeh
  • Türkçe
Facebook X (Twitter) Instagram
NA Blog
  • Destpêk
  • Pirtûk
  • Kovar
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Şirove
  • Giştî
  • Firoşgeh
  • Türkçe
Facebook X (Twitter) Instagram
NA Blog
Home»Hevpeyvîn»Xwediyê Weşanxaneya Nayê Berfo Barî, têkildarî kurdî û weşangeriya kurdî axivî
Hevpeyvîn

Xwediyê Weşanxaneya Nayê Berfo Barî, têkildarî kurdî û weşangeriya kurdî axivî

Xwediyê Weşanxaneya Nayê Berfo Barî, anî ziman ku dîroka kurdan di zimanê wan de veşartiye û got: "Ewilî em dikarin li malên xwe li ber polîtîkaya bişavtinê rabin
EdîtorBy Edîtor23 Sibat, 2022Updated:23 Sibat, 2022Bêşirove3 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email
ÎZMÎR – Xwediyê Weşanxaneya Nayê Berfo Barî, anî ziman ku dîroka kurdan di zimanê wan de veşartiye û got: “Ewilî em dikarin li malên xwe li ber polîtîkaya bişavtinê rabin.”
Piştî biryareke Rêxistina Perwerdehî, Zanist û Çandê yê Neteweyên Yekbûyî (UNESCO), 21’ê Sibatê wekî Roja Zimanê Zikmakî tê pîrozkirin. Lê li Tirkiyeyê ku bi feraseta “yekzimanî” tê birêvebirin de, gelek ziman bi xetereya mirinê re rû bi rû ne.
Xwediyê Weşanxaneya Nayê Berfo Barî, têkildarî kurdî û weşangeriya kurdî axivî.
Barî, diyar kir ku divê li Tirkiyeyê zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û got: “Ev tenê ne ji bo kurdî, ji bo hemû zimanên din ên li Tirkiyeyê derbasdar e. Divê em xwedî li zimanê xwe derkevi. Divê em li her derî bi zimanê xwe biaxivin.”
BIŞAVTIN LI MALÊ DEST PÊ DIKE
Barî got: “Bişavtin ewilî li malan dest pê dike.”
Barî, destnîşan kir ku gava zarok li malê bi zimanê xwe bên mezinkirin, ev di heman demê de tê wateya liberrabûna polîtîkayên bişavtinê jî. Barî got: “Gava mirov leqayî weziyeteke zehmet tên, zimanê xwe paşguh dikin. Halbûkî mafê me yê herî sereke ye ku em li her derî bi zimanê xwe biaxivin. Kêmasiya mezin jî, li malê neaxaftina bi kurdî ye. Kurdî li bajaran wekî zimanekî nayê axaftin tê dîtin. Bi vê re li metrepolan zarok jî ber bi zimanekî din ve diçin. Ji lew re fikira wekî ‘Em kurdî hîn bibin jî wê bi kêrî me neye” heye. Lewma li dijî polîtîkaya bişavtinê ewilî divê em li malê li ber vê polîtîkayê rabin.”
Barî, anî ziman ku dîroka kurdî di zimanê wan de veşartiye û xwedîderketina li ziman xwedîderketina li hebûna xwe ye jî. Barî, destnîşan kir ku ger hebûna kurdî bê qebûlkirin dê mafên kurdan ên din jî bên qebûlkirin û got: “Kurdî têra felsefe, teknolojî û hemû qadên din ên zanistê dike. Kurdî, wekî zimanên din berfireh e. Hebûan kurdî xwe disipêre bi hezaran salan. Ji wê çaxê heya roja îro hatiye. Lewma hebûna kurdî jî bi temamî girêdayî zimanê wan e. Bi pêşîlêgirtina kurdî re, dixwazin rastiya dîroka kurdî jî binixumînin. Gava li vê erdnîgariyê kurdî bê qebûlkirin, dê hebûna kurdan jî bê qebûlkirin.”
LI EGEYÊ TEKANE WEŞANXANE: NA
Barî, destnîşan kir ku ew bi weşanxaneya xwe hewl didin çand û dîroka kurdî zînde bikin û li seranserê Egeyê kes ji wan pêvtir di warê kurdî de naxebite. Barî, ragihand ku di warê xebatên zimanê zikmakî de kêmasiyên mezin hene, lewma divê gelek xebat bên kirin. Barî, diyar kir ku heya niha zêdetirî 100 berhemên wêjeyî çap kirine û got: “Me ji xeynî kurdî pirtûkên almanî, tirkî û erebî jî çap kirin. Heya niha me 4 kovar derxistine; Hinar, Heterotopîa, Felsefevan, Philosopia.”
Barî, diyar kir ku ew bi kesên ku li ser kurdî dixebitin re dixebitin û got: “Gelek ciwanên kurd tên Îzmîrê. Em dixwazin gava hatin bila seriyekî li cem me bixin. Bila haya wan ji xebatên me çêbibe. Bila berhemên kurdî nas bikin. Em bi hev re xebatên kolektîf bikin.”
MA / Ozlem Yayan 
Berfo Barî berfp bari Na özlem yayan weşanên na weşanxaneya kurdî Weşanxaneya NAyê sê pirtûkên li ser dengbêjiyê weşandine
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Edîtor
  • Website
  • Facebook
  • X (Twitter)
  • Pinterest
  • Instagram

Related Posts

Şahesera Peter Handke ‘Kaspar’ êdî bi Kurdî ye

20 Tîrmeh, 2025

10 pirtûkên Newaf Mîro bi hev re derketin

20 Tîrmeh, 2025

Pirtûka ‘Hunermend û Dengbêjên Jin’ derket

1 Rêbendan, 2024
Leave A Reply Cancel Reply

Lêgerîn
Arşîv
  • Tîrmeh 2025
  • Rêbendan 2024
  • Sermawêz 2023
  • Cotmeh 2023
  • Îlon 2023
  • Tebax 2023
  • Tîrmeh 2023
  • Hezîran 2023
  • Gulan 2023
  • Nîsan 2023
  • Adar 2023
  • Sibat 2023
  • Rêbendan 2023
  • Cotmeh 2022
  • Tebax 2022
  • Tîrmeh 2022
  • Hezîran 2022
  • Gulan 2022
  • Nîsan 2022
  • Adar 2022
  • Sibat 2022
  • Rêbendan 2022
  • Hezîran 2021
  • Sermawêz 2021
  • Cotmeh 2021
  • Tîrmeh 2021
  • Hezîran 2021
Beş
  • Giştî
  • Gotar
  • Hevpeyvîn
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Pirtûk
  • Rexne
  • Şirove
  • Video
Diyarker
  • Têkeve
  • Şanderêza Şandîyan
  • Şandereza şiroveyan
  • WordPress.org
Facebook X (Twitter) Instagram Pinterest
  • Destpêk
  • Pirtûk
  • Kovar
  • Nirxandin
  • Nûçe
  • Şirove
  • Giştî
  • Firoşgeh
  • Türkçe
© 2026 ThemeSphere. Designed by ThemeSphere.

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.