Romana Jinên Qurmiçî /Kovara Nûbihar/ Receb Dildar
Hinek kitêb bi berga xwe ya pêş, bala mirov dikişînin; lê ev ne ji
wan kitêban bû. Kêfa min qet ji berga kitêbê re nehatibû, navê
nivîskarê jî, ji navê romanê mezintir hatibû nivîsîn. Ji ber ku
min berê, kitêbeke din a nivîskarê nebihîstibû, min di dilê xwe
de got: “Nivîskarên me gelekî qurre ne, hîn di kitêba pêşîn de, navê xwe
ji navê romanê mezintir didin nivîsîn.” Lê piştî ku min roman xwend, ez
lê heyirîm, bi taybetî jî hestên jinan, di romanê de, wek çemên ji zozanên
Serhedê der dibin, bi coş diherikîn. Qelema nivîskarê gelekî xurt û bi bandor bû.
Romana ku ezê behsa wê bikim, berhema nivîskara hêja Gula Almastêye. Navê romanê Xeleka Xeyalên Bê Ezman e. Ez nivîskara me pîroz dikim.
Û ez wê ji bo paşeroja romana Kurdî wek şansekê dibînim. Bi vegotineke
xurt, bi taybetî jî hestên jinan gelekî xweşik vegotiye û bi wê vegotina
Serhedî mirov, hino hino dikişîne nav romanê. Helbet bi qasî ku ez pesnê
romanê bidim, ezê rexneyan jî lê bikim, dibe ku ji bo romanên siberojê
sûdekê jê bigre. Hema di serî de navê romanê; di warê rêzimanî de, xelet e.
Gava em dibêjin “xeyalên bê ezman,” di vir de peyva “bê ezman” rengdêr e
û divê bi hev ve, wek “xeyalên bêezman”
bihata nivîsîn.
Roman bi tevneke xweş hatiye honandin û di nava malekê de derbas
dibe. Mekanên romanê; odeyên malê, metbex, hewş û dikana kêleka malê
ne. Jixwe dê û heft qîzên xwe, ji bilî van mekanan ciyekî din nabînin. Bi
tenê keça diçe dibistanê, ji malê derdikeve ku çûn û hatina wê ya dibistanê jî yek ji bûyerên di nav romanê de ye. Jina malê, dêya bênav heft qîz
anîne dinyê û li hemberî mêrê xwe stûxwar e. Ji bo ji mêrê xwe re lawekî
bîne, hêvî dike ku çend carên din jî ducanî bibe. Ji ber vê meselê, mêr tim
jinê sûcdar dike û ev mesele gengeşiya wan a her roj e. Sebeba bêhuzûriya
malê ya sereke ev e.
Mêrê malê, bavê heft keçan, demekê li Almanyayê xebitiye, aboriya wî,
li gorî malên derdorê çêtir e. Dem, dema 12ê Îlona sala 1980yî ye. Bav
heyranê dîktator e ku di romanê de wek “hût” hatiye binavkirin.
Ew hûtê hemû welat e; lê hûtê hundirê malê jî bav bi xwe ye. Bav, li ser
serê jina xwe û keçên xwe dîktatorekî mezin e. Keç nikarin li hemberî wî
Xeleka Xeyalên Bê
Ezman
• Cûre: Roman
• Nivîskar: Gula Almastê
• Weşanxane: Na
• Dîrok: 2021
Ev Şirove di hejmara 159an a Kovara Nûbiharê de hatiye weşandin.
